1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Çeka hesaban serûbin dike: Kalaşnîkof
Çeka hesaban serûbin dike: Kalaşnîkof,çeka,hesaban,serûbin,dike,kalaşnîkof

Çeka hesaban serûbin dike: Kalaşnîkof

A+ A-

AMSTERDAM 16.12.2013 07:49:34 Mîkahîl Kalaşnîkof di sala 1941'ê de di Artêşa Sor de efserekî tankê bû. Piştî ku li eniya şer birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê, li gelek çîrokên leşkeran guhdarî kir ku çekên ferdî yên Sowyetan li pêşberî MP 40 ên Alman çiqasî qels in. Efserê ciwan ê qet ji hilberîna çekan fêm nedikir, yekemîn prototîpa çeka ku dê piştre bi navê wî bihata binavkirin, li ser kaxizê çê kir.

Di mejiyê Kalaşnîkof de projeya çekeke nîv otomatîk a ferdî hebû. Ji bo vê jî di sala 1942'an de xwest li bernameya pêşxistina çekan a navendî ya Artêşa Sor bê wezîfedarkirin. Fermandarên wî çav li projeya wî ya li ser kaxizê xêz kiribû gerand û bersiveke erênî dan vê daxwaza wî.

Kalaşnîkof yekemcar di sala 1944'an de beşdarî pêşbirka çekan a ji bo Artêşa Sor bû. Dîzayna yekemîn a Kalaşnîkofê ya îlhama xwe ji M1 Garand girtibû, li pêşberî çeka ferdî ya bi navê Sîmonov winda kir. Sîmonov piştre bû yekem modela çekên li Artêşa Sor di bin navê SKS hat bikaranîn.

Efserê ciwan di sala 1947'an de çeka bi navê xwe AK-47 dîzayn kir. Çeka ku ji aliyê endezyarên Artêşa Sor ve jî matmayî hat pêşwazîkirin, piştî du salan di sala 1949'an de bi alîkariya Vasîly Degryaryov û Georgy Shpagîng, bû çeka ferdî ya standart a Artêşa Sor. Di sala 1974'an de vê carê jî weke dewama AK-47, AK-74 hat hilberîn.

KALAŞNÎKOF ÇAWA SERKETÎ BÛ?

Di serketina AK-47 de, giraniya çekên ferdî yên nîv otomatîk ên di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de hatin bikaranîn, di şert û mercên cuda de parastina wan û buhabûna hilberîna cebilxaneyan, roleke girîng lîstin. Almanan çekên MP 43-44 ên ji 7.92 mm'yî yên sivik çê kirin û bi vê çekê re li hemberî leşkerên Sowyetan, DYA, Îngilîzan avantajeke girîng bi dest xistin. MP 43-44 hem yek bi yek gule diavêt, hem jî di moda otomatîk de mîna çekeke otomatîk gule direşand.

AK-47 a Kalaşnîkof, her çend di warê prensîbê bikaranînê de MP 43-44 esas girtibe jî, xwedî fikreke endezyariya çekê ya orjînal e. Çeka ku di sala 1947'an de hat çêkirin, dihat payîn ku 10 salan bi bandor û navdar be, lê belê bi pratîkbûyîn, sivikûyîn û qewîniya xwe, bû çeka sed salê.

AK-47 a ji 8 parçeyên bingehîn pêk tê, ji bo ji hev xistin, paqijkirin û bikaranîna wê bi tenê pêwistî bi perwerdeyeke saetekê heye. Ev çek di destê leşkerê nezan de jî xwedî parastin e û bi zanebûn be jî, zehmet e were xerakirin.

Piştî ku di nava heriya Vîetnamê de, di nava kûma Çolên Sîna de bi rojan hat sekinandin, ti çek mîna AK-47 bêyî were paqijkirin, nexebitî. Di şert û mercên av, serma, germa zêde de bû yek ji çekên herî pê bawer ên dîroka leşkeriya modern.

AK-47 li gel van taybetmendiyên xwe, ji ber hilberîna wê gelekî erzan e, bû yek ji çekên herî populer ên cîhanê.

LI VÎETNAMÊ ÇEKA KU LÎSTIK GUHERAND

Dema ku artêşa DYA ket Vîetnamê M16 hînê nû hatibûn dîzaynkirin. M16 ku yek ji çeka artêş herî zêde pê bawer bû, dihat texmînkirin ku bibe çeka bingehîn a leşkerên DYA. Lê belê li Vîetnamê M16 rê li ber fiyaskoyekê vekir. AK-47 a di destê Vîetkongan bêyî were paqijkirin dikarî bi mehan bihata bikaranîn, lê M16 ên di destê leşkerên DYA de piştî rewşeke nebaş a hewayê diviyabû bê paqijkirin. Lewma leşker neçar bûn timî navberên paqijkirina çekan bidin.

Dema ku Sowyetan Afganîstan dagir kirin, mucahîtan alîkariyeke balkêş a çekan ji DYA xwest. Mucahîtan ji DYA ne çekên wan ên 'pêşketî', Kalaşnîkofên di destê artêşa Sowyetê de dixwestin. Bi heman rengî artêşa Iraqê jî di lîsteya alîkariya çekan a DYA de Kalaşnîkof di rêza destpêkê de nivîsandibû. Ji ber vê yekê DYA li gelemperiya cîhanê bû welatê ku herî zêde di salên 1980 de çekên Kalaşnîkof kirî.

Yekitiya Sowyetan, çekên Kalaşnîkof bi tenê nedifirot, di heman demê de mafê hilberînê dida welatên ji xwe re hevalbend didît. Li cîhanê di navbera salên 1970-1985'an de hilberîneke bê serûber a Kalaşnîkof rû da. Hilberîn ewçend zêde bû ku li Rojhilata Navîn buhayê Kalaşnîkofekê daketibû 15 dolaran. Ev dem bû sedem ku Kalaşnîkof bikeve destê gelek rêxistin û komên cuda yên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê.

Kalaşnîkof ji bo gelên xizan ên ji bo welatê xwe têdikoşiyan, bû çeka bingehîn a rêxistinên şoreşger. Lê belê li welatên xizan ên Afrîkayê jî ji aliyê komên şerê navxweyî dikirin, ji aliyê endamên rêxistinên sûc ve hat bikaranîn. Mînak di qirkirina Rûanda de çeka di destê Hûtûyan de hema hema bi temamî Kalaşnîkof bû.

Li gorî daneyên Bankaya Cîhanê, di roja Îro de di bazara çekên ferdî ya cîhanê de 500 mîlyon çek hene. Yek ji pênc paran ê vê hejmarê jî Kalaşnîkof e.

Di roja îro de nayê texmînkirin ku çiqas kes ji ber bikaranîna Kalaşnîkofê jiyana xwe ji dest dane.

MÎNA SEMBOLEKÊ; KALAŞNÎKOF

Kalaşnîkof li gel vê, bi tenê çekek nîne. Li hin welatan objeyeke çandî û seknekê îfade dike. Ti çekeke din nîne ku li ser stran hatiye çê kirin û yekser ji aliyê her kesî ve tê naskirin. Kalaşnîkof mîna şûrê şovalye tê dîtin.

Û Kalaşnîkof di sala 2000 de weke çeka sedsalê hat hilbijartin. Li gorî pisporên leşkerî dê Kalaşnîkof hînê herî kêm 25 salan cihê xwe biparêze.