1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Çi li pey hemleya ENKS’ê ya reşkirina YPG heye?
Çi li pey hemleya ENKS’ê ya reşkirina YPG heye?,çi,li,pey,hemleya,enks,ê,ya,reşkirina,ypg,heye

Çi li pey hemleya ENKS’ê ya reşkirina YPG heye?

A+ A-

ANALÎZ

TAHA HAMID

Ji bo armancên kampaniyeya “YPG/YPJ’ê bixin lîsteya terorê de” ku hinek rayedarên ENKS’ê dane destpêkirin bê zanîn, divê ku mirov li hinek stasyonên berê vegere û li rola hêzên herêmî û planên wan ên tektîk û stratejîk di Rojava de, bikole û hûr bibe.

Tirkiye di şoreşa Sûriyê de

Di mehên destpêkê yên şoreşê Sûriyê û belavbûna wê li tevahî erdnîgariya Sûrî, hikumeta Tirkî ket nav hewldanan de û hemû buroyên xwe yê istîxbaratî seferber kirin.

* aliyê yekemîn: Birayên Muslimana (Îxwan)

Di gava yekemîn de Tirkiye rayedarên Koma Birayên Muslimanan ji Lundun, Misir û welatên Ewropayê vexwendin Stenbolê û li gelek bajarên Tirkiyê; bi taybet ên nêzî sînorê Sûriyê navendên daîmî ji wan re vekirin. Rayedarên komê ji vir dest bi plankirin û rêvebirina şerê leşkerî, polîtîk û taybet ê li ser xaka Sûriyê kirin.

Di vê navberê de û beriya şoreş ji rastiya xwe derkeve û veguhere şerekî navxweyî yê çekdarî, Hikumeta Tirkiyê kamp ji bo pêşwazîkirin û perwerdekirina ciwan û çekdarên ku ji artêşa rejîmê qut bûn, vekirin. Ev kamp ji aliyê istîxbarata Tirk dihatin rêvebirin. Vê re hemwext odeyên rêvebirina şerê taybet hatin avakirin. bi vê yekê re pêkhateya Sunî bi taybet dihat gurkirin û çek-kirin. Şoreş ber bi şerekî navxweyî yê di navbera pêkhateya Sunî û Elewî, dihat arastekirin. Di vê navberê de bi giranî kesên ku ji rejîma Baasê êş dîtibûn dihatin kişandin. Lewra herî zêde tevgera van li herêmên mîna Hema, Heleb û Idlib ku stargehên bingehîn ên Koma Îxwan El-Muslimîn in, xurt bû.

* Aliyê duyemîn: Qater û Siûdî Erebîstan

Tirkiye li aliyê din, gelek şande dişandin Qater û Siûdî Erebîstan, da ku tabloya ku ji bo pêşeroja Sûriyê piştî Asad amade dikir bi wan bide nasîn. Li ser bingeha ku ew ê hukim ê koma Birayên Muslimanan be, gaza Kendavê dê bi ser Sûriye û Tirkiye derbasî Ewropayê bibe (ku berê rejîma Sûriyê di bin zexta Îran û Rûsiyê de ev qebûl nedikir), herdu welat hatin lîstoka Tirkî. Lewra herdu welatan dest bi piştgiriya pereyan ji koma Îxwanan re kirin. div ê navberê de, Meclîsa Niştimanî ya Sûrî hatibû avakirin û ji bo xapandina raya gîştî û nixumandina rastiya xwe, gelek kesayetên Ilmanî, Xiristiyan û Kurd jî beşdarê kirin. Qeter û Siûdî jî kenalên xwe yên TV li pêşiya propogandaya rayedarên Meclîsê vekirin û wiha di xapandina raya gîştî de rolek diyarker lîstin.

* Aliyê sêyemîn: PDK û dûvikên wê li Rojava

Makanîzemya PDK’ê ya hundirîn û bingeha xwe ku xwe dispêre pêkhateya Sunî ya Neqişbendî ya muhafezekar, her wiha ji ber aloziya xwe bi hikumeta Bexdadê ya Şîî ku ji aliyê Tehranê ve tê birêvebirin, plana xwe ya dagirkirina quncê rojhilat ê Rojavayê Kurdistanê û tirsa xwe ji mezinbûna tevna civakî ya PKK’ê li herêmê, xwe spart hembêza aliyê Sûnî.

* Aliyê çaremîn: Komên tunderew ên musliman

Istîxbarata Tirkiyê bi hevkariya van hemû aliyên ku me li jorê binav kirin û fermandarên El-Qaîda li hemû welatên cîhanê dest bi avakirina çeteyên tunderew kir. ew li Tirkiyê perwerde kirin û şandin Sûriyê. Nemaze di oxira vê de hemû balafir û peravên xwe ji hatina ciwanan ji her devera cîhanê vekirin.

Armancên Tirkiye û alavên wê

Diyar e û her çavdêrekî ku polîtîkaya hikumetên Tirkiyê piştî hilweşîna Împaretoriya Osmanî şopandibe, dizane ku derdê yekem ê van hikumetan ewe ku doza Kurdî asteng bikin û nehêlin netewa Kurdî li herêmê bigihêje tu mafekî xwe. Gihişt vê astê ku yek ji rayedarên wan (bawer im) Silêman Demîrel bû carekê got ku “Ew ê nehêlin tu statoyek Kurdî li tu devera cîhanê bê avakirin; heya ku ev çadirek li başûrê Afrîkayê be, ew ê qebûl nekin”.

Lewra hemû planên ku ji bo pêşeroja şerê Sûriyê ji aliyê generalên Tirkî ve dihatin amadekirin, armanc dikirin di gava yekemîn de nehêlin tu statoyek Kurdî li herêmê ava bibe.

Tirkiye di oxira vê de dest bi:

– Arastekirin hemû çeteyên ku ji gelek deverên cîhanê hatine, ber bi Rojava ve. Bi riya xîtabên hestwarî yên ol û nijadperest ku “ew ê xîlafeta Îslamî û Osmanî vegerînin” û “Kurd û Êzîdî gawir in” , ew li hember gelê Kurd sor dikirin.

– Sorkirina komên çekdarên muxalefetê li hember Rojava.

– Avakirina çekdarên Kurdî yên çekdar û di bin serpereştiya El-Partî de. her wiha piştgiriya lojistîkî dida van koman û bi gotina “hun di rêvebirina Rojava de ji YPG û Rêveberiya Xweser pêştir in. Tirkiye wê weke Barzanî nêzî wan bibe û wan weke rayedarên Rojava qebûl bike” ew ji bo êrîşên dijî Rojava amade dikirin.

Di vê oxirê de gelek planên leşkerî yên dijî Rojava hatin rêsandin; ku armanca van hemûyan ew bû ku, Rojava û Bakurê Sûriyê parçe bikin. Ji bo vê yekê jî li aliyekî komên çekdar ên cîhadî li deverên navberê yên ji Girê Spî û Kobanê heya bi Serêkaniyê û di navbera Hesekê, Şedadê, Şengal û Dêrazorê de bicih bikin. Li aliyê din jî wan di navbera Kobanê, Efrîn û Reqqayê de bicih bikin, da ku ev li Başûrê Şedadê bigihêjin hev. Her wiha wan li Ezaz, Marii, Idlib, Heleb heya bi Reqqayê ve jî bicih bikin.

Bi vê yekê re ew ê di 3 xelekan de dorê li Rojava bigirin û ambargoyê li ser herêmê ferz bikin. Paşê vê herêmê ji ENKS, Tirkiye û komên tunderew re bihêlin. Ango bi kurtasî Kurdan weke aktorê herî lawaz di vê qeyranê de bihêlin û wan li gora berjewendiyên xwe birêve bibin.

Pêşengên şoreşa Rojava û rayedarên rêveberiya wê zû haya wan ji van planan çêbûn. Wan dikaribûn pêşveçûnên aloziya Sûriyê binirxînin û tesbîtên ku her kes matmayî hiştin ji pêşerojê re deyînin. Lewra di gava yekemîn de Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin hatin avakirin. Şerê Serêkaniyê pêta yekemîn a agirê van yekîneyan bûn.

Hêzên muxalefetê û welatên piştgiriya wan dikin, difikirîn ku ew ê va hijmara kêm a şervanan bi çekên sivik nikaribin li pêşiya çeteyên xwedî çekên giran û tankan rawestin. Lê belê berxwedana ku şervanên YPG/YPJ’ê raber kirin, hemû cîhan matmayî kir û planên wan têk birin.

Di vê navberê de, rayedarên hin partiyên Kurdî ku niha ENKS’ê pêk tînin, bi dizî û vekirî bi komên dagirker re di nav hevkariyê de bûn. her wiha van gelek komên çekdar ava kirin ku li Serêkaniyê gelek ji van li hember YPG’ê şer kirin. Her wiha li Efrîn, Heleb û Kobanê jî heman hêz dibin rêveberiya ENKS, hikumeta PDK’ê û Tirkiyê de hatin avakirin û van her armanc dikir ku şerê li hember çeteyan veguherînin şerê birakujiyê.

Ji bo tabloya dek û dolapan temam bibe, hinek komikên hevkarên çeteyan banga Tevgera Civaka Demokratîk a avakirina Desteya Bilind a Kurdî û Lêvegera Siyasî bersivandin. Lê di heman demê de û di bin maseyê de, planên dijîtiya tevgerê dirêsandin. Piştî ENKS û MGK tîfaq kirin ku li Rojava ew ê bi tenê hêzeke leşkerî ya Kurdî hebe, hêzên Asayîşê gelek navedên leşkerî û baregehên ENKS li Rojava dîtin û girtin.

ENKS dixwest ku Desteya Bilind a Kurdî bike hespê Troy û bi riya wê planên Tirkiye û PDK’ê yên dagirkirina Rojava pêk bînin. Lê dema ku bibin ketin û nikaribûn vê armancê pêk bînin xwe ji DBK kişandin û dest bi plana B a dijminahiya Rojava kirin.

Plana B

Di plana B de ENKS’ê û welatên ku piştgiriya wan dikin (Anqere û Hewlêr), plana derxistina şerê birakujiyê dimeşandin. Van li Başûrê Kurdistanê ciwanên Rojavayî perwerde dikirin û bi çavdêriya zabitên Tirkî ji van ciwanan hêzek leşkerî amade kirin. paşê di serê her nîqaşekê de, derbasbûna vê hêzê ji Rojava we re weke mercekê raber dikirin. ji Rayedarên TEV-DEM’ê xwestin ku herêma Cizîrê bidin vê hêzê û ji parastina wê re bihêlin. Bi vê yekê re deriyê dûbarekirina tecrubeya şerê birakujiyê vedikirin. Her wiha dixwest ku bi vê riyê re Rojava parçe bikin.

Lîstika vekirî

Lê hemû planên bûrî bibin ketin û niyetên rasteqîn ên van hêzan diyar bû. lewra êdî dezgehên şerê taybet ên ragihandinê ketin nav tevgerê de. Van di bin dirûşmeya “YPG/YPJ’ê terorsît in” hemleyeke reşkirina van hêzên niştimanî dest pê kirin.

Van di vê hemleyê de raporên hin rêxistinên ku navê Rêxistinên civaka sivîl li xwe kirine û ji aliyê Tirkiye, Îxwan Muslimîn û Welatên Kendavê tên rêvebirin, bikar anîn. paşê rayedarên wan derketin pêşiya ekranan û daxuyaniyên reşkirinê dan. paşê ev daxuyanî weke belgeyên tewanbarkirina YPG’ê nîşan dan. paşê gelek kes li gelek welatên cîhanê rêxistin bikin da ku dakevin xwepêşandanan û ji raya gîştî ya navnetewî bixwazin ku YPG/YPJ’ê bikin lîsteya terorê de û çekdayînê ji ser wan qut bikin.

Armanc

1- Piştî ku hemû kampaniyeyên leşkerî û siyasî û dek û dolapên wan ên di oxira reşkirina YPG’ê di asta herêmî û navnetewî de têk çûn, van dîtin ku ya herî baş ewe ku navê terorê lê bar bikin û wan ji zemîna gelêrî ya civakê bi taybet a erebî qut bikin.

2- YPG’ê weke hêzeke girêdayî PKK’ê nîşan bidin û bi vê yekê re welatên ku piştgiriya YPG’ê dikin bi riya qanûnên navnetewî tengav bikin.

3- bi riya vê kampaniyeyê têkçûnên ENKS’ê û dewleta Tirk li pêşiya serkeftinên leşkerî û polîtîk ên YPG’ê binixumînin. Her wiha YPG’ê weke hêzeke dagirker li herêmê raber bikin.

4- Rewatiya navnetewî ya ku YPG’ê di nav cîhanê de girtiye derb bikin. Bi vê yekê re koalîsyona YPG’ê bi Washingtonê re xerab bikin.

5- ENKS’ê di oxira vê plana xwe ya kirêtîk de, serî li 2 zimanên daxuyaniyan ku di cewher de dijber û di armancê de yek in, da. Di xîtaba bi zimanê Kurdî de, rayedarên ENKS’ê digotin ku YPG’ê hêzeke li dijî netewa Kurd dixebite û tu armancek xwe ya Kurdwarî nîne. Di xîtaba erebî de jî digotin ku YPG’ê armanc dike berjewendiyên gelê Kurd bicih bîne û Sûriyê parçe bike.

6- Bi vê yekê re armanc dikir ku ENKS’ê weke hêzeke altirnatîfa QSD’ê ya leşkerî û siyasî jî raber bikin. ji xwe ji aliyê Tirkiye, Koalîsyona Sûriyê, Hikumeta PDK’ê û komên çeteyan ve hatiye qebûlkirin û wiha wê ji Amerîka û welatên navnetewî re nîşan bidin.

7- Hikumeta Tirkiyê û muxalîfên ereb ên şovenîst dizanin ku YPG’ê di nav de bi tenê QSD’ê deskeftiya siyasî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diparêze. Lewra bi riya tunekirina vê hêzê, dixwazin vê statoya xweser jî ji holê rakin.

Her wiha dikarim zêde bikim ku cewher û makanîzmeya vê aloziyê xwedî aliyên çandî, fikrî û şaristanîwer ê 2 projeyan e. Yek ji wan modernîteya demokratîk ku dibe çareseriya hemû dozên ku sedema wan nijadperestî ye û armanc dike statoyek demokraîk li ser bingeha biratiya gelên azad û demokratîk ava bike. Ya din jî projeyek paşverû û nijadperest ku guherîna rasteqîn naxwaze.

Lewra bi kurtasî, aloziya heyî di navbera projeyek nûjen û kevinperest de ye. ku bawer im ew ê eniya nûjen ku QSD’ê serpereştiya wê dike li hember xeta paşverû ya PDK/Tirkiye û ENKS’ê bi ser bikeve.

(ne)

ANHA