1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Êşên me neke ranta siyasî"
"Êşên me neke ranta siyasî",êşên,me,neke,ranta,siyasî

"Êşên me neke ranta siyasî"

Hevalên Seyît Riza ku di sala 1937'an de hate darvekirin, bi munasebeta salvegera darvekirina wî meşek bi meşaleyî pêk anîn. Serokê Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy Mesut Gerçek, bang li Serokwezîr û partiyên siyasî kir û xwest Erdogan êşên elewiyan ji xwe ne neke ranta siyasî.

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Hevalên Seyît Riza ku di sala 1937'an de hate darvekirin, bi munasebeta salvegera darvekirina wî meşek bi meşaleyî pêk anîn. Serokê Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy Mesut Gerçek, bang li Serokwezîr û partiyên siyasî kir û xwest Erdogan êşên elewiyan ji xwe ne neke ranta siyasî.

Endam û rêveberên Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy, bi munasebeta 73'emîn salvegera darvekirina Seyît Riza ku di komkujiya Dêrsimê de hate darvekirin, li Alîbeykoyê meşek bi meşaleyî pêk anî. Welatiyên Dêrsimê li Kolana Cengîz Topel civîyan û pankarta "Dêrsim komkujiya 38'an e. Kujer niha di sandalyayeya bersûc a dîrokê de ne" vekirin. Komê dirûşmeyên "Bila arşîv vebin û hesab bê dayîn", "Dêrsim rûmet e, li rûmeta xwe xwedî derkeve", "Seyît Riza dijî û têdikoşe" û "Bila navê Dêrsimê bi payve bidin, em gora xwe dixwazin" berz kirin. Kom heta Kolana Cengîz Topel meşiyan. Pişt re li ser navê komê Serokê Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy Mesut Gerçek, daxuyanî xwend û diyar kir ku Seyît Riza û 6 hevalên xwe hatin qetilkirin û ev komkujî aydî dewletê ne. Gerçek, hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan li ser êşa elewiyan ranta siyaetê dike. Gerçek, xwest Erdogan berî her tiştî hesabê komkujiyê bipirse û pişt re siyasetê bike. Gerçek bang li her kesî kir û xwest piştgiriyê bidin têkoşîna wan.

(mae)

Bêjeyên Miftehî