1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. ŞEVA YELDA (21ê meha 12an)
ŞEVA YELDA (21ê meha 12an),şeva,yelda,21ê,meha,12an

ŞEVA YELDA (21ê meha 12an)

Şeva Çile pêşwaziya ronahiyê û şahiya şikestina tariyê ye

A+ A-

 

 

YELDA dirêjtirîn şeva salê ye (Şeva Çile). Li rojhelatê welatê me vê şevê ceşin digirin. Lewra ev şev, şeva serketina ronahîyê li ser tarîtîyê û serketina germayê li ser sermayê ye. Şeva ji dayîkbûna ronahî û germa û tavê ye. Li şeva Yelda da xizm û kes û dost û heval li dor hev berhev dibin û bi xweşî û dilşayî, bi deng û awaz ewê şevê pîroz dikin. Her kes maseyên xwe bi mêwe û çerezên rengareng dixemilînin. Lê di nav wan mêwe û çerezan da hebûna hinar û şivitîyan mercê serekî ye.

 

Şeva Çile pêşwaziya ronahiyê û şahiya şikestina tariyê ye. Lewra ji wê rojê û bi şûn ve êdî şev her ku diçe kintir û roj dirêjtir dibin. Mîtra bi zêdebûna ronahiyê re bihêztir dibe.

 

24ê mehê jî Noel´a cîhana xirîstiyan e. Weke rojbûna Îsa pîroz dikin, lê ev dikare weke gelek tiştên din bi bûyereke olî ve hatibe pînekirin. Lewra di pîrozbahiyên Noel´ê de jî “ronahî” pir tê bikaranîn. Hemû mal û xanî bi ronahiyên curbecur têne xemilandin û ew jî şahiya kinbûna şevê dikin.

 

Eve jî çend bend ji helbesta AX Şilêrokê li ser şeva Yeldayê.

Ev şadî ji ola Mîtrayê tê. Rojî û cejna êzdîya jî bi wê bûyarê ve girêdayî ne.

  

Bala xwe bidênê Kurdîno, ew tava li ser ALA RENGÎN ne ji acizî li wir cîh digire. Ji tarîxek bê hesap, ji bawerîyêk ne seqet jî Kiltûrek pir dewlemend tê. Wûn çi wext bixwazin li dîroka kurda bipirsin herdem wunê pêrgî serbola tavê bibin. Bê dewlet jîyan nabe…. Dem baş

 

Ax Şilêrok şeva Yelda dîsan hat

Tu dê dîsan şahê şevê bikî mat

Dîsan tu dê tavê hil kî ji rojhelat

Dê bişkêtin tarîtî, sirr û serma

Ser bikevît evîn û tav û germa

Şilêrokê ez her xema te da me

Bîst sal in ku ez li dûrî te mame

Ne xema xwe, xema gelê xwe da me

Bêje kanê rewşa yaran çawa ye

Gelo dîsan komên wana ava ye?

Dîsan dixon şivtî û wan hinaran?

Tev rûdinên koma wan dost û yaran

Dîsan dengbêj didin gazî û hawaran

Yan dengê wan di gewrîyê da fetisî

Dîsa dimrin bo letek nanê tirsî ?

Kanê dîsan hewa sar û bi xûs e

Dilerizin zarrên sêvê û rûs e

Çavê guran tarîyê da diçirûse

Tirs û tarî, sirr û serma her heye

Merg û mirin dîsan her para me ye?

Yan şîyar e xewar ji xew radibin

Bi dîtina tavê ewan şa dibin

Li dor kuçikekê bi hevra dibin

Hîvîdar im ku dê geş be tava we

Êdî çi car şêlû nebe ava we

Şêlêrokê dîsan dê hilbêtin tav

Dost û heval dê bidin hevdu silav

Kanîyê bizên ji her alî derbê av

Dê bişkêtin kuşre, qeşa, zemzelîlk

Ser hilîne şilêr, sorgul û kulîlk

Silav li we li kom û kozên we be

Tifaq û yekbûna we bila hebe

Bextê we me bêtifaqî ba nebe

Gelo yek bin, bi yek dev û yek destî

Nemînin jêr destê her pîs û pestî

 

Çavkanî: Perwîz Cîhanî

Wêne: https://astrokurdblog.wordpress.com/2017/12/19/sebi-yelda-sevi-yelda-seva-cile-u-pasajek-li-ser-diroka-kurda/


Bêjeyên Miftehî