1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredarê Cenevreyê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bang kir
Şaredarê Cenevreyê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bang kir,şaredarê,cenevreyê,ji,bo,boykotkirina,tûrîzma,tirk,bang,kir

Şaredarê Cenevreyê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bang kir

Şaredarê Cenevreyê Remy Pagani got, "Ji bo betlane û bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê û nebin hevparê şer" û bang li gelên Ewropayê û Swîsreyê kir ku tûrîzma Tirkan boykot bikin.

A+ A-

  •  SERKAN DEMÎREL / CENEVRE / ANF

Şaredarê Bajarê Cenevreyê Remy Pagani piştgirî da kampanya ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkan. Pagani diyar kir ku rejîma Erdogan dîktatoriya xwe roj bi roj xurt dike û destnîşan kir, rêya herî bi bandor a ji bo pêşîgirtina li rejîma Erdogan boykotkirina tûrîzma Tirk e. Pagani bang li gelên Ewropa û Swîsreyê kir ku tûrîzma Tirk boykot bikin.

'NABE KU EM LI PÊŞBERÎ ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN BÊDENG BIMÎNIN'

Pagani got, "Tirkiye qîma xwe li hundir nîne û niha li derveyî sînor jî li dijî Kurdan şer dike. Nabe ku li hember vî şerî em bêdeng bimînin." Pagani got, cihê xemgîniyê ye ku heta niha li dijî Tirkiyeyê pêkanîneke aborî nehatiye ferzkirin.

Pagani destnîşan kir, ne ya qebûlkirinê ye ku pêkanînên aborî li ser Tirkiyeyê nayê ferzkirin û di ser re ji bo Erdogan bi navê penaberiyê tê dayin. Pagani got, "Ez vê rewşê gelekî gemarî û tirsnak dibînim."

'DIVÊ TÛRÎZMA TIRK BÊ BOYKOTKIRIN'

Pagani da xuyakirin ku ji bo pêşîgirtina li xurtbûna rejîma Erdogan şert e ku tûrîzma Tirk bê boykotkirin û got, divê siyasetmedar û şaredarên Ewropî ji bo welatiyên wan tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin daxuyaniyê bidin û welatiyên xwe hişyar bikin.

Pagani bi bîr xist, ku gelên Ewropayê beriya niha tûrîzma Îsraîlê boykot kiribûn û wiha dewam kir: "Helwesta wê wextê li dijî Îsraîlê hate nîşandan erênî bû û bandor kir. Îro jî divê bi heman şêweyî û baweriyê, tûrîzma Tirk bê boykotkirin. Divê gelên Ewropayê li benda dewletên xwe nesekinin ku pêkanînên aboriyê li ser Tirkiyeyê ferz bikin. Pêwîste gel bi xwe ji niha ve dewleta Tirk boykot bikin. Girîng e bi rêya betlaneyê ya jî rê û rêbazên cuda destek ji aboriya Tirkiyeyê re neyê dayin."

'ÇÛYÎNA TIRKIYEYÊ TÊ WATEYA DESTEKA JI BO ŞER'

Pagani got, "Bang li Swîsreyiyan û Ewropiyan dikim ku neçin Tirkiyeyê" û wiha dewam kir: "Ji bîr nekin, bi kîjan armancê dibe bila bibe çûyîna Tirkiyeyê ya jî desteka ji bo aboriya Tirkiyeyê tê wateya hevkariya şerê li dijî Kurdan. Desteka ji bo aboriya Erdogan hem tê wateya xurtkirina rejîma Erdogan, hem jî li qada navneteweyî destekkirina êrîşa li dijî Kurdên li Rojava."