1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Şengalî: Di rojeva Şengalê de ne referandûm, vegera ser warê xwe heye
Şengalî: Di rojeva Şengalê de ne referandûm, vegera ser warê xwe heye,şengalî,di,rojeva,şengalê,de,ne,referandûm,vegera,ser,warê,xwe,heye

Şengalî: Di rojeva Şengalê de ne referandûm, vegera ser warê xwe heye

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî diyar kir ku niha referandûm di rojeva Şengalê de nîne, rojeva gelê Şengalê vegera ser cih û warê xwe û rêxistinkirina jiyana xweye û diyar kir kongreya netewî di vê demê de ji nan û avê zêdetir girînge û got: “Eger yekîtî çêbibe wê referandûmê jî bihêz bike.”

A+ A-

ŞENGAL / ROJNEWS

 

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî  di hevpeyvînekî taybet ya li gel ajansa me de rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, rojeva yekîtiya netewî û referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê nirxand û balêkişand ser xalên girîng û got: “Ez ne bawerim referandûm zêde bandorekî li Şengalê bike. Ji ber heya niha jî bi awayeke fermî Şengal li ser Iraqêye. Referandûm jî li herêma Kurdistanê çêdibe. Jixwe referandûm di rojeva Şengalê de nîne. Beriya referandûmê mijarên weke vegera Şengalê, dabînkirina pêwîstiyên xwe, xwe beriya her tiştî ji wan konan xilaskirin heye. Lê, ya di vê demê de divê were kirin kongreya netewiye. Eger yekîtî çêbibe, jixwe wê referandûm jî bihêz bike.”

 

Têgotin ku wê li Başûrê Kurdistanê referandûmek pêk were. Hun di vê derbarê de çi difikirin?

 

Biryar hatiye dayîn ku wê di 25'ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê referandûm pêk were. Helbet referandûm mafeke gelaye. Her gel dikare dikare bi vîna û xweser bijî. Ev ji bo gelê Kurd jî derbasdar e. Lê, şert û merc jî divê werin berçav girtin. Eger mirov şert û mercên demê nede berçav dibe ku pêşî li encamên neyînî jî veke. Gelo çiqas dengê hemû rêxistin, partî û gelê Başûr di vê biryarê de heye?  Divê ji bo vêya şert û mercên hindir û derve gûncav bin. Divê ev nebe sedema pirsgirêkên mezintir.

 

'Niha pêwîstiya gelê Kurd bi tifaq û yekgirtinê heye'

 

Nabe ku were gotin, çi dibe bila bibe emê vê pêngavê biavêjin. Helbet mafê gelê Kurd heye ku xwedî li Kurdistanê, xwedî li civaka xwe, xwedî li dewlemendiyên xwe yên ser erd û bin erd derbikeve. Mafê gelê Kurde ku li dijî dagirkeriyê derbikeve û têbikoşe. Ancax di vê demê de referandûm çiqas di berjewendiyên gelê Kurd de ye. Dema behsa serxwebûnê têkirin divê di nava xwede jî yekîtiyek çêkibe. Her wisa divê gel jî di nava aramiyek de be û piştgiriya gel ji bo wan hebe. Nexwe wê referandûm li wana vegere. Mafê wan yê xwe birêve birin jî heye û weke xwe jiyan kirin jî heye. Em dibînin ku li Başûr gelek partî û sazî tevlî vê biryarê nabin. Biryar yek alî têdayîn ji lewma ew tevlî nabin. Eger nêrîna civakê negire û tevî civakê biryara referandûmê ragihîne, wê lingê wê li hewayê bimîne. Eger wisa bibe, dê zirereke mezin bigihîne gelê Kurd.

 

'Biryar ne ya parlementoyê ye’

 

Ger referandûm ne di encama nêrîna hevbeş ya hemû aliyan de pêk were, bi dîtina wê çiqas xwedî karaktereke demokratîk be?

 

Divê mîsoger nêrîna gel di biryara refarandûmê de hebe. Her wisa pêwîste parlemento di vê derbarê de biryarê bide. Biryara niha hatiye dayîn ne ya parlementoyê ye. Gelek alî tevlî vê biryarê nabin. Heta serokê parlementoya herêmê hîna jî nikare bikeve Hewlêrê. Ev du salin parlementoyê betal kirin.e Parlementoya îradeya gelê Başûr temsîl dike. Endamên parlementoyê di encama îradeya gel de hatine diyarkirin. Lê, ev parlementoya ku gel ava kiriye na xebite, hindek hizb dest danîne ser. Eger hemû endamên parlementoyê beşdarî parlementoyê biryarê nebin û tenê partiyek du partî biryarê bidin jî ev referandûm encama ku hedef dike, wê nikare bidest bîne.

 

‘Divê ev biryar pir bihata nirxandin’    

 

Divê ev biryar ji aliyê rayedar û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê ve baş hatiba nirxandin. Diviyabû sazî û dezgehên Başûr jî li ser vê mijarê baş sekinîba. Ji bo dema biryar hate dayîn jî li ser esasê nêrînê tevan hatiba dayîn.  Ne ku hema wek tê gotin min biryar da û ewqas. Biryar dayîn rehete, lê encam girtin girîng û pir bi zehmete. Eger biryar baş neyên girtin wê gel beşdarî vêya nebin û vala derbikevin. Heta hêzên navnetewî jî wê nikaribin piştgiriya pêwîst ya li ser esasê mafên bingehîn bidinê.

 

‘Divê amadekariyeke bihêz hebe’

 

Ji bo piştgiriyek xurt bigire, pêwîste di navxweyî de amadekariyeke bihêz bikin.   Eger bi awayek demokratîk gel tevlî vê referandûmê bin bikin, dê piştgiriyeke erênî jî bigirin. Diyare ku di hindir de wer diyare ku ev tam ne amadeye.

 

'Li Şengalê rojeva referandûmê nîne'

 

Çiqas bandora referandûmê li ser Şengalê heye?

 

Li Şengalê niha rewşek nû tê jiyan kirin. Em bibêjin ku niha bi tevahî gundên Şengalê hatine rizgar kirin, lê bes li Şengalê belav bûnek heye, perçebûnek heye. Ji xwe niha referandûm di rojeva Şengalê de nîne. Li Şengalê ya niha girîng ewe ku dê çawa bikare vegere ser xaka xwe. Wê çawa bikare li ser piyê xwe bisekine. Her wisa wê çawa bikare xwe ji van konan xilas bike.

 

‘Wê ti bandoreke referandûmê li ser Şengalê neke’

 

Bi dîtina min wê referandûm nekare Şengalê zêde bandor bike. Niha weke fermî Şengal hîn li ser hikûmeta federal ya Iraqêye. Referandûm jî wê li Başûr pêk were. Ji ber vê yekê rojeva referandûmê li Şengalê nîne. Ev rojev ne di nava gel de ne jî di nava sazî û partiyên xwe niha rêxistin dikin de heye. Rojeva Şengalê cûdaye.

 

Niha li Şengalê aramî heye. Gel êdî hêdî hêdî vedigerin ser malên xwe.

 

'Ji bo gelê Kurd yekîtî pêwîste'

 

Ji bo Kongra netewî gelek cara bang hatiye kirin, ji bo kongre pêk were divê çi were kirin?

 

Jı xwe niha Kurdistan parçe bûye. Her wisa bi awayeke fermî hîna jî çar parçeye. Em dikarin bêjin ku ev parçebûn di serî gelê Kurd de şikestiye. Yanjî êdî vê parçebûnê na pejirîne. Ancax hîna jî dibin dagirkeriyê de ye. Ji lewma pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye.

 

‘Kongreya netewî ji her tiştî girîngtir e’

 

Pêkhatina kongreya netewî niha ji her demê zêdetir girînge. Ji ber wê dê kongre nûnertiya gelê Kurd bike. Di sala 2013’an de li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hindek gav hatin avêtin. Ji her parçeyên Kurdistanê û derveyî welat Kurdistanî hatin gel hev û ji bo lidarxistina kongreya netewî gavek avêtin. Gelek hewldan hatin dayîn û gihîşt wê astê ku êdî kongre pêk were.

 

'Ji bo kongre pêk neyê mûdexeleyên derve çêbûn’

 

Li pêşiya lidarxistina kongreya netewî de çi astengî hene?

 

Di wê demê hêzên derve û dagirker ji bo kongre pêk neyê destwerdan kirin. Hindek partiyên Kurd jî nekarîn xwe ji dagirkerên Kurdistanê xilas bikin, dibin bandora wan de bûn. Ji bo ku kongre pêk were gelek civîn û danûstandin çêbûn. Di herî asta jor de tevlîbûn çêbûn. Hat wê astê ku êdî were ragihandin. Ji bo kongre pêk neyê di serî de dewleta Tirk û hindek dewletên din yên dagirker mûdexele kirin û bi vî kongre hate astenkirin. Ji ber gelek aliyan serî ji dagirkeran re ne tewand, wana pirsgirêk derxistin. Gelek mijarên diviyabû ne hatiba nîqaşkirin, xistin rojevê.  Heta berjewendiyên xwe yên hizbî derxistin pêş û gelek sedem bahane çêkirin.  

 

‘Kongreya netewî di vê demê de ji nan û av jî girîngtir e’

 

Pêwîste her partiyekî Kurd bizane ku divê kongreyeke netewî pêk were. Bi taybet di vê demê de, kongreya netewî ji nan û av jî pêewîstire. Heya dengê gelê Kurd nebe yek, heta ew sînorên di nava parçeyan de hebin, emê çawa karibin behsa referandûmê bikin. Divê destpêkê Kurd yekîtiya xwe çêbikin da ku ji bo neteweya xwe bigihijin biryareke wisa.

 

Ji ber vê yekê jî KNK'ê di van rojê dawiyê de, dest bi pêngavekî kiriye. Serdana partiyên Kurd dike. Ev erkeke pir bi nirxe. Ji bo yekîtiya gelê Kurd, ji bo netewa gelê Kurd, vê xebatê di meşîne. Pêwîste her partiyekî siyasî jêre bibe alîkar.

 

'Divê ji bo kongreya netewî hewldan were dayîn’

 

Partiyekî ku ji bo kongreya netewî bibe asteng wê nekare nûnertiya gelê Kurd jî bike. Pêwîste her partiyekî siyasî yê Kurd ji bo lidarxistina kongreya netewî mil bide milê KNK’ê. Pêwîste her kes berjewendiyên xwe yên partî û yên teng deyen aliyekî. Divê berjewendiyên netewî yên gelê Kurd bidin pêş. Eger hizbayetî û parçebûn heye, yekîtî jî wê saz nebe.

 

Di van salên dawiyê de şereke dijwar li Kurdistanê heye. Dewleta Tirk gund û bajaran xirab dike. Dewleta Tik li Bakurê Kurdistanê bi dehan bajar wêran kir û bihezaran mirov qetil kiriye. Rojavayê Kurdistanê rû be rûyê êerîşên çeteyan de ye. Ango tevahiya Kurdistanê dibin êrîşan de ye. Ji bo ku xwe ji van êrîşan xilas bikin, divê têkoşîn ji bo kongra netewî were dayîn. Pêwîste berjewendiyen şexsî bidin aliyekî û berjewendiyên netewî bidin pêş.

 

'Wê yekîtî referandûmê xurttir bike’

 

Li gorî we di vê demê de Kongreya Netewî pêwîste yan referandûm?

 

Bêgûman yekîtî esase. Xebatên kongreya netewî esasin. Yekîtî wê referandûmê xurttir bike. Em nikarin bêjin kîjan girînge yanjî kîjan ne girînge. Herdû jî girîngin û esasin. Eger şert û merc hatibin amadekirin ev jî îradeyekî îfade dike.  Em bibêjin ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê îradekî xwe derxîne holê. Divê ev ne ji bo dijbertiya derdor be. Ne ku dijminahî li gel cîranên xwe bike. Ya esas îradeya xwe derxînin pêş. Ya girîng amadekirina zemînê wêye. Ji bo tevahiya gelê Kurd jî kongreyek û yekîtiyek pêwîste. Heta kongre pêk neyê wê ev parçebûn jî ji holê ranebe. Têkoşîna ku tê dayîn divê bigihije hev, yek deng be. Eger yek deng bibe, evê bandora xwe li tevahî gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bike.