1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Şoreşa Pêşerojê 5G
Şoreşa Pêşerojê 5G,şoreşa,pêşerojê,5g

Şoreşa Pêşerojê 5G

Li pêşerojê dê internet li her deverên jiyanê wekî siya te li dû te be

A+ A-

Heya çend salen din dê mobilnet a 5G bikeve nav jiyana me. Wê demê dê bibe destpêka serdemaka nû. Ji erebeyên xwe bi xwe dajon heya bi robotên dikarin operasyonan bikin, bi rêya înterneta weke brûskê bi lez dê derkevin. Ew cîhana vîrtuel dê bi jîyana rastî re bê honan.

 

Li mala xwe, li ser dîwana xwe rûniştîyî û bi dostekî xwe yê kevin re diaxivî. Mirov dibêje ew zindî û bi rastî li ba min rûniştî ye, lê ew dostê te di rastiyê de li seriyekî din ê cîhanê ye. 

 

Ew tişta mirov dibîne, halogrameke sêdîmenî ya wekî kêrê tûj e û yekser bi rêya 5G-netverk tê berçavka te ya AR (augmented reality, ango rastiya hatiye bihêzkirin) û dirûvan yekser dişîne pêş çavên te. 

 

Torên mobil ên nifşa yekem nêzî 35 sal berê ket jiyana mirovan. Bi 1G, mirov êdî dikaribû telefonekê li ser xwe bigerîne. Ev wê demê şoreşeka teknîkî bû û îroj êdî kêm kes hene ku dikarin rojekê bêyî telefoneka mobil a di berika wan de bigerin. 

 

Niha jî dem dema şoreşeka nû ye ku divê hemû torên civakî yên global li gor wê ji nû ve bêne raxistin.  Lêkolîner û şirketên telekomînîkasyonê lê dixebitin ku heya sala 2020î dest bi nebiyê nebiyê 1G, 5G bikin. 

 

Amîda Kurd



Bêjeyên Miftehî