1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredariya Wanê dest bi xizmetên 'Duzimanî' kir
Şaredariya Wanê dest bi xizmetên 'Duzimanî' kir,şaredariya,wanê,dest,bi,xizmetên,duzimanî,kir

Şaredariya Wanê dest bi xizmetên 'Duzimanî' kir

A+ A-

Şaredariya Wanê di çarçovaya kampanyaya BDP'ê ya "Jiyana duzimanî" de lewhayên yekîne û midûriyetên şaredariyê wekî kurdî û tirkî guhert.

Kampanyaya BDP'ê ya "Jiyana duzimanî" her diçe berfireh dibe. Şaredariya Wanê jî di çarçoveya kampanyayê de tabelayên odeyên yekîne û midûriyetên şaredariyê guhert û bi kurdî û tirkî tabela daliqand. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya têkildarî mijarê di meqamê xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Kaya wiha got: "Ji ber ku herama me du ziman tên axaftin, me jî ji bo xizmetek baş bidin gel, dest bi xizmeta duzimaniyê kir. Em dê xebatên xwe û weşanên xwe li ser duzimanan bikin. Ev xebat li ser esasa Xweseriya Demokratîk dê bê meşandin. Ji bo destpêkê jî me tabelayên odeyan kirin duziman." Kaya, der birî ku li taxan jî êdî civînên xwe dê bi kurdî bikin û wiha axivî: "Tabî ev nayê wetaya ku em tirkî qebûl nakin. Li gorî me lazime hemû kes li ku be bila bibe, divê zimanê xwe yê zikmakî bikarbîne." Kaya, diyar kir ku dê tabelayek kurdî û tirkî li ser deriyê şaredariyê jî bixin.

Kaya, piştî daxuyaniyan li ber lewheyên kurdî û tirkî wêne da kişandan.

DÎHA (lg/mane)