1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Şehadeta te li ser ser û çavên min kurê min’
'Şehadeta te li ser ser û çavên min kurê min’,şehadeta,te,li,ser,ser,û,çavên,min,kurê,min

'Şehadeta te li ser ser û çavên min kurê min’

A+ A-

Cenazeyê gêrîlayê HGP’ê Mehmûd Kiliçaslan (Firat Palo) yê ligel hevalek ê xwe li navçeya Kerborana Mêrdînê jiyana xwe ji dest dayî li gundê Avdêrek ê navçeya Paloya Xarpêtê veşartin. Di dema definkirina cenaze de bavê gêrîla Firat, Îhsan Kiliçaslan av bi gorê de kir û got; “Şehadeta te li ser serê min û çavên min kurê min”. Vê yekê rê li ber hestyariyê vekir.

Di encama operasyona artêşa Tirk a 27’ê Kanûna 2010 de li navçeya Kerborana Mêrdînê li dijî gêrîlayên HPG’ê yên di rewşa bêçalaktiyê de şer çebibû û di encam de 2 gêrîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan gêrîlayan Mehmûd Kiliçaslan yê ji Xarpêt-Palû bû. Îro cenazeyê gêrîla Firat ji nexweşxaneya Kiriklar a Xarpêtê hat girtin û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” anîn gundê Avdêrek ê navçeya Palûya Xarpêtê.

JI BAV KILIÇASLAN BANGAWAZÎ

Di dema definkirina cenaze de, qêrînên jinan bilind bûn û jinek li ser hişê xwe çû. Bavê gêrîla, Îhsan Kiliçaslan ku ji bo definkirina kurê xwe ji Ewrûpa hatibû, axaftinek kurt kir û diyar kir ku demek dirêj e HPG’ê agirbest ragihandiye û bal kişand ku operasyon didomin û ji ber mirinên gêrîla û leşkeran tenê dilê dayîkan dişewite.

Kiliçaslan bang li serokomar, serokwezîr û serokê meclîsê kir û got ku çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd re bibînin. Kiliçaslan bal kişand ku ev şer bi qasî temenê kurê wî berdewam kir û got; “Mirov ji ber vî şerî dest ji cih û warên xwe berdan û çûn.".

'ŞEHADETA TE LI SER SER Û ÇAVÊN MIN KURÊ MIN’

Di dema definkirina cenaze de bavê gêrîla Firat, Îhsan Kiliçaslan av bi gorê de kir û got; “Şehadeta te li ser serê min û çavên min kurê min”. Vê yekê rê li ber hestyariyê vekir.

ANF NEWS AGENCY