83 Kul û Nîv,83,kul,û,nîv

83 Kul û Nîv

A+ A-

Ey yara ku xwediyê tevna wê ez im 

Ya ku ji wê tevnê pê ve nizanim birêsim 

Birêse rûyê xwe li rûyê min 

Birêse, esmeriyê mohr bike li bedena min 

Tu her li kîjan bajarî bî, tif bike û were 

Hatina te, bibe çiyê çûna te jî were 

-Mêze, xwedayê evînê nikare serê xwe jî li ber xwe bigre- 


Çokek e, ya ku dil dike 

Cotek dest e teqez hevrîşmî ye


Di vê şeva Leyle-tul Qedrê de 

Di zembîla Zembîlfiroşê (Meya)Farqînî de 

Li vê taxa mizgeftê 

Ku hemû taxên bajêr li tê 

Were, weke ku wahî were 

Ji peyamberekî jixweçûyî re


Di pey de, bila baraneka gij bibare 

Û serê pozê min şiranek be 

Di pey de, baraneka gij dibare 

Serê pozê min şiranek e 


2013/ Farqîn 

Roşeng Rojbîr


Gotinên miftehî :