1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. AWIREK LI SER DEMÊ
AWIREK LI SER DEMÊ,awirek,li,ser,demê

AWIREK LI SER DEMÊ

A+ A-

Destûra êrîşa bi ser du parçeyên Kurdistanê de ji parlamentoya dagirkeriya tirk derket. Tirkan careka din yekîtiya xwe ya li dijî gelê kurd nîşanî hemî cîhanê dan, lê diyar e hin kurd hîn jî vê rastiya li ber çavên wan rû dide û yekser li ser jîyana wan û pêşeroja zarokên wan bandorê dike, nabînin; ji ber berjewendiyên ferdî û demî naxwazin bibînin.

 

Referandûm dê bibe û ev daxwaza her kurdekî dilsoz e bê guman. Coş û şahiyên têne kirin jî baş in ji bo motîvasyonê û li hember çavên cîhanê û dagirkeran.

 

Lê metirsiyeke mezin heye ku ew zêde nayê rojevê û amadekariyên ji bo rêlibergirtina wê metirsiyê, hema bêje tunene.

 

Kî dikare bêje ku dê di serî de dewleta tirk, piştre Îran û Îraq eger aşkere nebe jî bi destê lîstokên xwe yên li nav Îraqê yên mîna Heşdî Şabî wê şerekî giran nedine destpêkirin li dijî kurdan? Garantiya ku wê nekin heye gelo? Hebe çiye? Kîjan dewlet û hêz in?

 

Nirxandin hene ku dibêjin diewtin lê dê nikaribin gez bikin, lewra dê kurd bibine yek û dê hin mêzînên li herêmê xerab bibin loma jî dê hin dewletên mezin destûrê nedin û hwd. Kî ne ên van nirxandinan dikin? Kurd in! Wekî din?

 

Neteweyên Yekbûyî ji roja avabûna xwe ve li dijî hemû komkujiyên li Kurdistanê û barbariya dagirkerên Kurdistanê bêdeng ma. Roja kurdan xwest di rêya serxwebûnê de gavek bavêjin, pêşî dewlet ketin dewrê, dema ew fêde nekir îcar bi devê NY´ê gefan li kurdan xwarin. ”Hûn nikarin bibine serbixwe, koletî qedera we ye hûn jî divê serî pêl bikin.” Wekî din tu wateya daxuyaniya NY´ê nîne.

 

Kurd ji her demê bêtir di bin metirsiyeke mezin de ne. Lewra kurd ji herdemê bihêztir in. Ev bê guman ku ne tenê li xweşiya dewletên dagirker lê li xweşiya pergala ku îroj cîhanê birêve dibe jî naçe. Lewra kurd herdem lîstokek bûn di destên wan de. Ne dikuştin, ne jî dihiştin. Lê dema pêdiviya wan pê dibû ji bo dagirkerên Kurdistanê di bin destê xwe de bigirin û li gor daxwaza xwe bi rê ve bibin, destê xwe hinekî li pişta kurdan didan û kurdan pêşberî wan dikirin. Niha dê ev derfet ji destê wan here.

 

Şerek pir mezin, şerê man û nemanê dikare li bi taybet Başûr û Rojava û piştre li çarparçeyên din ên Kurdistanê rû bide. Ev ne teqez e, lê pir pêkan e! Loma bi fortên vala ”Nikarin! De ka bila werin ha!” nabin ev kar.

 

Lê metirsiya herî mezin ne ew e ku dikare şerekî pir mezin rû bide; metirsiya herî mezin bêamadekariya kurdan a ji bo vî şerî ye û bi taybet jî li başûr.

 

Şerekî mezin bi aboriyeke mezin; bi amadekarî, motîvasyon û birêxistiniya gel û leşkerî dikare bê pêşwazîkirin, anna têkçûn e.

 

Dijmin dema qala şer dike, pêşî li destê dijminê xwe dinihêre ka çi têde heye û gavên xwe li gor wê davêje. Lawazî û neamadeyiya me çek û hêza herî mezin a li destê dagirkeran e. Yan na bi çekên herî giran jî bi gelekî berxwedêr, amade û yekbûyî nikarin. Dîroka cîhanê bi vê rastiyê ve dagirtiye.

 

Dema li gor van rastiyan mirov li rewşa başûr dinihêre, çokên mirov dişikên.

 

Pareyên ji dewlemendiya axa Kurdistanê hatine û tên, beşek jê di bin kontrola dewleta tirk de ye, beşek jî li bankayên cîhanê, di hesabên ferdî yên çend kesên ji malbata Barzanî de ye û di serî de pêşmerge û karmend û karkerên Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e bêmeaş, an jî bi pareyeke ku wê êdî pê nemirin karê xwe dikin. Baş e dema rewş ev be, tenê bi gotinên ku hestên mirov têr dikin dê heya ku derê biçe? Dema zik birçî be keleş dixebite? Yê pêşmergeyan belku bi îmanê(!) lê ku zarokên wan li nav malê birçî û bê parastin bin? Motîvekirina civakê ji pêşerojeka ku wê li ser agir ava bibe tenê bi têrkirina hestan pêkan e gelo? Heya ku derê?

 

Ya din; 20 baregehên dewleta tirk û bi sedan endamên wan ên MÎTê hene li başûr. Îroj jî hîn buroyên MÎTê li başûr karên xwe bi serbestî dikin. TVyên başûr ji ser Turksat?ê propogandaya serxwebûna Kurdistanê dikin. Bazarî çiye? Di bin de çi tê kirin? Li ser pêşeroja vî gelî mijarên bazaran çi ne? Ev îroj tarî ne ji me ve. Em dikarin ji têkiliyên wan ên heya îroj û rawestana wan texmînekê bikin û xwe bigihêjin hin encaman, lê…

 

Amadekariyên şerekî giran divê li gor rastiyên şer û herêmê û têkiliyan, demildest bêne kirin. Gel divê bê amadekirin. Divê pêşmerge seranpê bêne amadekirin û perwerdekirin; divê xwarin bêne stokkirin; çeper û stare bêne amadekirin; divê pare û xwarin li her maleke kurd bê belavkirin û derfetên avê bêne amadekirin û gel ji bo rojên giran bê motîvekirin. Lê gel divê bibîne ka tu bixwe jî di nav wê fedakariyê de yî yan na. Lewra motîvebûna gel bi taybet ji şerekî giran re pir hêsan nîne. Fort bi tena serê xwe dikarin fêde nekin.

 

Wekî din jî kurd divê bi lezgînî yekîtiya xwe amade bikin. Di gotin û daxuyaniyên xwe de xizmeta yekîtiya gelê kurd bikin û gavên ji bo yekîtiyê bavêjin. Dema ev bêne kirin, çapemeniya wan a ku îroj xizmeta yekîtiyê nake jî, dê xwe li gor vê rastiyê hêsantir amade bike.

 

Ev bêne kirin, di destpêkê de ji bo belavkirinê biceribînin jî, di dawî de dê beriya her tiştî cîhan jî neçar bimîne rêz bigire û bipejirîne. Lewra tu xwe nîşan nedî, kesek ji bo te bibîne wê li te negere!

 

Dagirker li ber vîna gelê kurd dê neçarî serîpêlkirinê bibe û teqez e ku dê tirk ji hev belav bibin û heta dewletek bi navê Tirkiyeyê jî dikare nemîne. Lewra bingeh tune, dîrok tune, çand tune, hebûna wan bixwe jî malê diziyê ye.

 

Mahabad Felat

2017-09-24

[email protected]


Gotinên miftehî :