1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. AWIREK LI SER HEBÛNA OLAN
AWIREK LI SER HEBÛNA OLAN,awirek,li,ser,hebûna,olan

AWIREK LI SER HEBÛNA OLAN

Ku ji olan bawer nekî, tê çewa bi tirsa mirinê, bi tirsa tunebûna bi temamî ya bê dawî bikaribî?

A+ A-

Ku ji olan bawer nekî, tê çewa bi tirsa mirinê, bi tirsa tunebûna bi temamî ya bê dawî bikaribî?

 

Di tengasiyên jîyanê de tê hêza xwe ya manewî ji ku bigirî, xwe bi çi bi hêz û hêsan bikî?

 

Tê çewa mirina hezkiriyên xwe bipejirînî û ragirî ku bêjî jîyaneka din tune û ew diçine wê jîyana bêdawî?

 

Lê exlaq û edeb û disiplîna jîyanê?

 

Lê qanûn û qedexekirin ji bo xweşkirin û sererastkirina jiyanê?

 

Lê heq û huqûq û maf û milk û hebûnên madî?

 

Ma ev dê hemî çewa sererast bibin, eger ne ji baweriyên olî bûna?

 

Pirs û gotinên li ser vê mijarê dikarin bêne dirêjkirin. Lê, pirs berevajê jî dikarin bêne kirin û sînor ji van pirsan re nîne. Lê yên dibişkêvin ma jixwe pirs bixwe nînin?

 

Ma ev hemû dikarin bibine îsbateka zanistî ya rastiya hebûna olan?

 

Ji dîroka 5 hezar salî û bi vir ve, ji pagan û şamanan bigirin heya ola dawî(!), xwîna ku mirovan rijandiye ji sedî 40 li ser navê olan û ji sedî 40ê din jî bi hevkariya olan û desthilatdariyan bûye. Ev rast e?

 

Jin li ser navê olan hatine şewitandin, firotan, tecawizkirin, kolekirin û li ser navê olan ji mirovahiyê hatine derxistin, lê dîsa jî para wan a li aliyê din 69 hêwî ne. Ev rast e?

 

Ji serdema engîzîsyonê heya bi ya şerîatê û îroj jî li nav civakên di bin bandora mezin a olan de xwe birêxistin dikin destdirêjiya zayendî ya li zarokan pir zêdetir e. Ev rast e?

 

Bazirgan û dewlemendên herî mezin berpirs û rêveberên olan in, bêyî ku ked bidin. Ev rast e?

 

Baş e eger ev rast in, ew gotinên jor ên li ser heq, huqûq, nîzam, exlaq û ên din de li ku man?

 

Dimîne mijara Xuda, aliyê din, ango jîyana bêdawî ya piştî mirinê û  dojeh û bihiştê. Jîyana bêdawî li gor min rast e, lê ne bi şêwaza vegotina olan. Xuda, bihişt û dojeh; ew jî ji şiroveya mirov re vekirî ne, lê teqez ew jî ne bi şêwaza vegotina ola ne!

 

Dawî: Gelo çima em pirsa ku ev ol nebûna dê mirovahî bi rengekî xwezayîtir qanûn û nîzama jîyana xwe biafirandana û nehiştina kesek li ser navê tu tiştekî zilmê li kesê din bikira jixwe nakin?

 

Mirov dikare bêje ne hewceyê vê pirsê ye?

 

Mirov nikare, lewra nehatiye ceribandin. Lê birêxistinkirina jîyanê ji aliyê olan ve ev 5 hezar sal in berdewam e û encam jî li holê ye!

 

Êdî kêfa we ye…

 

Mahabad Felat

2017-05-28

 


Gotinên miftehî :