1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Amerîka, hêzên dagirker û kurd
Amerîka, hêzên dagirker  û kurd,amerîka,hêzên,dagirker,û,kurd

Amerîka, hêzên dagirker û kurd

A+ A-

Wekî destpêk ez dixwazim bi aweyekî ron û zelal, raste rast bibêjim, ku siyaseta Amerîka a di derheqê kurda de, piştî ku referanduma Başûrê Kurdistan serkeftî bi encam bû, mîna girêkeke ku êdî neçarî vekirinê mayî ye.

 

Ev polîtîkaya ne çareserkar, a taloqan ku li dirêjiya demê hatiye belavkirin, hatiye serê duryanekê. Ev girêk û girêfûtik, dixwaze bila bi destan an bi diranan bê vekirn, êdî neçare ku vebe.

 

Heta niha, siyaseta Amerîka a ku li hemberî gelê Kurd dihate meşandin di çarçoveya, " Ne bikuje, ne bihêle azad bibe" de bû. Yani Kurdeki nîvkuştî, qels î lawaz, ji bo Amerika herdem pêwíst bû û ev baştir bû ji Kurdekî bi hêz û serbixwe. Lema her cara Amerîka li herêmê pêdivî pê dîtiye, xwe nêzkî kurdan kiriye, ji hêza wan sûd wergirtiye û pêwendiyên pozitîf çêkirine. Lê kengê tewazin bi aliyê xwe de giran kiribe û girêka xwe pi paş xistibe jî, kurd û pirsgirêka kurd piştguh kiriye. Ji bîr kiriye, daye ji bîr kirin, an ji demêre hîştiye.

 

Mînak, di dema şerê xelîcê ê ku ji hêla Amerka ve li dijî Sadam dihat meşandin de û bi tayebet di pêvajoya şerê li hebmer DAIŞ ê de, li Rojava û Başûr, cî û devera herî ewle ji bo bi cî bûna hêzên Amerika, tenê deverên dibin kontrola hêzên kurd de bûn. Dostên wan ê herî ewle û jê piştrast bi tenê kurd bûn! Lê çi gava mijara serxwebûna kurd û Kurdistan tê rojevê, heman Amerka helwesteke cûda a negatif raber dike.

 

Binêrin, eger Amerîka bi fermî, radibe iro dibêje, "ez referandûma Başûr nasnakim," di serî de ev bê rêzîye li hemberî vîna gelê Kurd. Di heman demê de ev tê wateya binpêkirina beyannameya mafê mirovan a gerdnî ku qaşo wan jî ew beyanname îmze kiriye. Yanî ev helwesta Amerîka, ji siyaseta durûtiyê û kurdfirotinê pêve tiştekî din îfade nake. Her çiqas Amerika dibêje em êrîşeke leşkerî li ser Başûr rast nabînin jî, feqet li hemerî ambargoya hêzên dagirker jî bêdeng e. Mîna ku tola neguhdarîkirina gelê Başûr bi destê dewletên cîran wergire, îro xwe bêdeng kiriye.

 

Li gorî berjewendiyên Amerîka, bila kurd hebin, lê ne sax bin, ne pir bihêzbin û ne jî mirî bin. Kurdê lawaz î nîvkuştî ji bo wan ê tewrî baş bû, ji bo bikaranînê.

 

Ev ji bo rikberên Emerka, him weke jokêr dihatin bikaranîn, him jî Kurdê lawazî qels motacî xwe dikir. Mixabin ku ji demeke dirêj ve ye li Başûr ev siyaset dihate meşandin ji aliyê Amerîka ve.

 

Ji xwe diyare ku siyaseta Amerîka bi giştî jî, tu nakokiyan çareser nake, naxwaze çareser bike. Nakokiyan tevradike, tûj dike, sor dike, dijberan bera pêxîla hev dide û lê temaşe dike. Bi vî hawayî, ji her du aliyan xûkiyê dixwe, wan lawaz dike û bi xwe ve dide girêdan.

 

Bêguman heya niha ev siyaset di meryetê de ye û Amerika berjewendiyên xwe di vê siyasetê de dibîne.

 

Lê gelê Kurd li Başûr di 25.09.2017 de, bi pêngva referandûmê re ev pêlpêlik û kêrtik derbaskir û kulmiskeke ku ji hêla tu aliyan de nedihat payin, li nava çavên dijberên xwe xist. Lema agir girtiye daw û delingê dagirkerên Kurdistanê. Ji her alî de bi hemû şeweyên derveyî ehlaqê mirovatiya pêşverû, mîna kûçikên qidûsî dev bi kef êrişî vîn û nirxên gel û mirovatiyê ên xwezayî û en gerdûnî dikin.

 

Dewletên dagirker, îro li pêşberî çavên hemû dewlet û miletên cîhanê, Başûrê Kurdistanê xistine dorpêça aborî, siyasî û leşkerî. Dujmin hewil didin vîna gel bi birçîhîştinê bişkênînin.

 

Ciyê mixabinîyê ye ku siyaseta hêzên desthilatên navdewletî, di derbarê îrade û çarenivîsa gelê kurdî mazlûm de, dîsa mîna berê xwe li bêdengiyê, li kerrîtiyê û lallyê danîye.

 

Bi qenata min vê carê dê encam cûda be ji carên berê. Ev bêdengîya hêzên cîhanê dê pirr najo, neçare were guhartin.

 

Belê, bi rixma hemû gef û gur û tehdîdên dewletên dagirker, gelê Kurd li Başûrê welêt, biryara xwe ji bo serxwebûnê da. Eger serok û partiyên Başûr bi erka xwe ranebin jî, dê gel ji vê astê bi şûnve bi paşve gavan navêje.

 

Li gel hemû fişareyên aborî, siyasî, dîplomasî û heta bi êrîşên leşkerî jî, eger Kurd di helwesta xwe a serxwebûnê de bi israr bin, bi tu awayî vê mijara man û nemane naxin ber nîqaşê, bi paş ve gavan navêjin, hev himbêz bikin, li her çar beşên welêt hev destek bikin, tifaqa xwe bi yekîtiya enîyake netewî tacîdar bikin, serkeftin dê gelê kurd be.

 

Eger wisa jî bû, di serî de Amerîka û hemû dinya, mecbûrin ku vê siyaseta xwe a kurda ji bo xwe didan bikaranîn, a bê iradekirina gelê kurd biguherînin. Tenê bila kurd bêxem bin, bi destê hev bidgirin û serî netewînin. Heqê gelê kurdî heta niha hatiye xwarin, vê bi şûnde bizîvire!

 

Îbrahim Osman

[email protected]

02.10.2017