1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Awirek li ser rewşa rêxistinên Êzdiyan
Awirek li ser rewşa rêxistinên Êzdiyan,awirek,li,ser,rewşa,rêxistinên,êzdiyan

Awirek li ser rewşa rêxistinên Êzdiyan

Bila ev jî bibe gotara min a destpêka salê

A+ A-

 

  

Bê guman, avakirina mal, komele û rêxistinên Êzdiyan bi şêwazekî modern, bi rêk û pêk, piştî salên 1980 û bi şûnde, bi bandor û piştgiriya tevgêra azadiyê li ewrûpa destpêkir. Gava destpêkê PKK ê avêt. Pişt re her partiyeke kurd, rêxistineke xwe a Êzdiyan çêkir. Ev rewş nuha jî wisaye.

 

 

Kar û xebatên çandî, wêjeyî û lêkolînan, ên li ser Êzdiyan  ji hêla ronakbîrên Êzdî de, hê ji mêjde di nava Êzdiyên li Ermenîstanê de hebû. Gelek kar û xebatên hêja ji hêla van ciyanik û ciyamêran ve hatine kirin, ku hêjayî pesin dayînêne. Ev çavkanî heya îro jî wekî ocax heye û diherike. Lê di asta kesan de maye.

 

 

Îro bi dehan mal, bingeh, komele û rêxistinên Êzdiyan li seranserî welatên ewrûpayê ên cûda hene. Her yek ji vana navek li xwe kiriye û Xwedêgiravî tev ji bo Êzdiyan xebatê dikin. Lê ev mal û komele, tev jî mîna kopiya partiyên kurd in. Ji ber ku her yek ji vana bi partiyeke kurd ve girêdayî ye. Ji van rêxistinan yeke bi tenê jî serbixwe nîne. Destûra gişan ji partiyaye. Ên ku dibêjin em serbixwene, ew in ên ku dibêjin qewmiyeta me Êzdîye û  em ne kurd in. Ew jî diyarin, naskirîne û tê zanîn ku li ber kîjan melodiyê direqisin û armanca wan çiye. Lê mijara vê nivîse ne ew e ku kî bi ku ve girêdaye. Na. Lema kurt dibirim.

 

 

Rastiyek zanistî heye ew jî ev e. Eger bingeh û asasê avayiyekê çawa were danîn, dîwarê ku li ser bilind bibe jî wê li gorî wî asasî be. Bi qenata min hîna di destpêkê de rikna van rêxistinan şaş hate danîn. Ji ber wê ye ku tu ferqa rêxistinên Êzdiyan ji partî û tevgêrên kurd nîne. Lema her dem atmosfera siyaseta kurd çawa be, a tevgêr û rêxistinên Êzdiyan jî wisa ye. Tu tevgerêk Êzdiyan a serbixwe nîne. Êzdî kurd in, helbet dê têkiliyên Êzdiyan bi partiyên kurd re hebin. Ev ne xelete. A xelet ew e ku bi nav xebata Êzdiyan dikin, lê di rastiyê de karê partiyan dikin. Tu serbixweyiyek û xweseriyeke wan a taybet nîne. Beyî destûra partiyên xwe yek gaveke bi tenêjî navêjin. Qaşo rêxistinên olî ne. Her yek milîtan û kadroyê partiyeke kurd in ên ku vî kara qaşo ji bo Êzfiyan dikin. Ji ber vê ye ku wezîfeyên xwe ên  bingehîn an taloq dikin an ji bîr dikin.

 

 

Pirsa ku destpêkê ji van rêxistinan Êzdiyan were pirsîn çiye?

 

 

Belê ev 30-40 salin ku hûn bi navê Êzdiyatiyê kar û xebatê dikin. De ka em binêrin bê ji bilî kirîna avahiyên ciyê şîn û şahiyan pêve, gelo we imzeya xwe li binê kîjan kar, xebat û berhemên dîrokî xistiye? Di hêla dîroka ola Êzdî de, teolojî û felsefeya vê ola qedîm de, di hêla çand û şîroveyên qewlan de, di derbarê têkiliyên Êzdiyatî û Zerdeştîyê de we çi lêkolîn kirine , hûn gihîştine çi encaman û we çi berhem afirandine?

Tê zanîn ku ji sedema her tiştên Êzdiyan devikî ye, qewl û dua û nêrînên wan jî ji hev cûdane.

 

Gava hûn li van salên ku we  li pişt xwe hîştine dinêrin, gelo hûn ji dîwarên xaniyên  beton pêve çi dibînin? Ji bîr nekin ew xanî ne mayindene. Helbet ew jî lazimin, lê tiştên ji wan pêştir hene.

 

Helbet ciyê rêzgirtinêye ku we karên gelekî hêja jî kirine, rêzdarno, lê we karê xwe yê bingehîn ji bîr kirîye hûn bi dûv tiştên din ketine.

 

 

Karê we ê bingehîn çiye?

 

 

Divê beriya her tiştî, hûn rastiya ola xwe derxin holê, xweliya li ser heqîqetê bidin aliyekî û dîroka vê ola qedîm ji nûve binivisînin. Karê herî pîroz ku hûn bikin dê ev be.

Mînak, çawa dengbêjên kurd romana kurdî bi devikî heta îro anîn û îroj roman bi xwe xwe dinivisîne û giyaşye aseteke baş, dîrok û rastiya ola Êzdî jî ji ber tevkujî, zulm û qedaxeyan bi devikî ji nifşan derbasî nifşan dibe. Di her dewirkirinê de jî kêmasî û şaşîtî çêdibin. Beriya her tiştî lazimbû we ev xebata bikira. Dîroka ola xwe binivisanda. We ev nekir.

 

 

Çil salin ku hûn xebatê dikin, lê mixabin ku hîn hûn tiştekî rast ji dîroka ola xwe nizanin. Wekî min li jor jî daye diyarkirin, têkiliya Êzdiyan û Zerdeşt, rola Şêx Adî di ola Êzdî de hewceyî zelalkirinêye. Milyonên ku we li xaniyan dane eger we ribeke wê bida lêkolînê akademîk, diyariya herî pîroz ku we ji zarokên xwe re bihîşta dê ev bûya. Lê mixabin.

 

 

Binêrin di mistewayeke gelekî baş de kesên xwende û têgihîştî, akademîsyen zana di nava Êzdiyan de çêbûne. Ji vana çend koman çêkin, mesrûfên wan bigrin ser xwe, kar bidin berwan dê xebateke baş bikin.

 

 

Di encamê de divê ez bibêjim ku romana min a bi navê  “Evîna Mêrxasekî” ku beşekî biçûke ji dîroka qehremaniya Êzdiyatiyê, hîn di nava we de qedexe li sere.

 

Bi hêviya di sala nû de xewn û xweziyên me pêkwerin, sersala we pîroz be!

 

Îbrahîm Osman

 

[email protected]

 

31.12.2017