1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. BAŞÛR ÇİMA ŞİKİYA
BAŞÛR ÇİMA ŞİKİYA,başûr,çi̇ma,şi̇ki̇ya

BAŞÛR ÇİMA ŞİKİYA

A+ A-

 A- Sedemên navxweyî

1- Di bernameya partiya te de armanca serxwebûn nîne. Biryareke Kongereya we jî nebû, nîne.

2- Hûn 26 salan li ser piştê razan. We ji bo avakirina sazî û dezgehên dewletbûnê tu kar nekir.

3- We dest ji pêşmergetiyê berda, lê li dewsa wê artêşeke hemdemî ava nekir. Wêza pêşmergeyan nekir yek.

4- We yekîtiya netewî ava nekir. We bi helwesta xwe hewildanên ji bo Kongreya netewî herdem pûç kirin.

5- Wekî serok te û biraziyê te, li şûna biratiya kurdan, we hevaltiya AKP ê û Erdoğan kir.

6- Te rêveberiya welêt a aborî, leşkerî û dîplomsî li xwe û malbata xwe parkir.

7- Li gel ku dema serokatiya te ji mêj de qediyabû, te terka kursiya xwe nekir.

8- Te du salan kilít li deryê parlementon xist, venekir.

9- Te nehîşt serokê parlemento derbasî Hewlêrê bibe.

10- Derdorên te û berpirsên partiya te, Kurdistan şêlandin, te dengê xwe nekir.

11- Te hemû riyên demokrasiyê girtin, bi riya parastinê zext li ser xelkê azadîxwaz meşand.

12- Di rewşeke weha de tu rojekê ji xwe rabû û te got ezê referandûma serxwebûnê pêk bînim.

13- Li gel ku hevkarên te ên hundir û derve li dijî biryara referandûmê derketin, gotin hinekî taloq bike, te dîsa bi a xwe kir.

14- Tu qaşo doza serxwebûnê dikî, lê heta bi pîvazan ji Turkiyê dikirî.

15- Te partiya xwe xist dewsa hikûmetê û li ser navê hikûmetê peymanên 50 salî îmze kirin.

16- Te deriyê Başûr ser piştê ji dewleta Turk re vekir. Te û biraziyê xwe Petrola Kurdistan di rêkên qaçax re pêşkêşî Erdoğan û AKP ê kir.

17- Te 18 heb bargehên dewleta Turk li dijî PKK ê li ser axa xwe bi cî kirin. Bi rixma ku hikûmeta Iraqê li dij rabû jî tu lê xwedî derket.

18- Dema dewleta Turk Bakurê Kurdistan wêran kir, te ji bo têkilî xerab nebin dengê xwe nekir.

19- Te derî li ser Rojava girt, ji diz û revokan re vekir.

20- Li dewsa tu baweriya xwe bi hêza xwe bîne, tê hêviya xwe bi derve ve girê da.

21- Te ezûmneya Mahabat ê û Aşbetaliyê ji bîr kir. Di karê diplomasiyê de karekî bi kêr nekir.

22- Te du caran îxanet li Êzdiyan û Şengalê kir. Te cara ewil soz da Êzdiyan, ku hesab ji berpirsên 03.08.2014 ên Êzdî li nava lepê wehşan hîştî û reviyayî bipirsî. Te berovajî soza xwe kir. Te ew betpirs bi pirpirkên bilinditr xelat kir.


B- Sedemên derve

1- Careke din diyar bû ku siyaseta Amerîka û hevalbendên wê, siyaseta, ku Kurdan ji bo berjewendiyên xwe wekî tajiyê nêçîrê bi kar bîne ye.

2- Tifaq û hevkarî li ser menfietê çêdibin. Te mercê vê ji bîr kirin.

3- Te nakokiyên hêzên dijber ji bo gel û welatê xwe bikarneanîn. Ba ji ku de hat te li gorî wê pozîsiyon wergirt.

4- Te her sê beşên welêt kirin qurbana Başûr, Başûr jî kir qurbanî ji bo malbat û eşîra xwe.

 

Encam:

Ji ber van sedemên ku min li jor dane diyarkirin û gelek sedemên din, te şaşika xwe û a me li erdê da. Tu xwe wekî serok dibînî. Eger wisaye gunehê mezin ê te ye. Şaşika xwe deyne ber xwe û careke din bifikire.

Îcar li dewsa tu di vê têkçûnê de para xwe bibînî, sedeman bikî tecrûbe û careke din rabe ser xwe. Tu di ciyê xwe de pîkiliyan dikî. Mîna ku ê serok û berpirsyar ne tu be, sûcê xwe davê jî ser hineke din. Ne hewceye ku tu di bin ga de li golik bigere. Li xwe mukir were, ku tu ji bo pêngaveke wekî serxwebûnê pîroz ne amadebû û çapa te têrê nekir.

 

Ketin, têkçûn her dem dibeyeke li ser riya her kesî. A girîng ew e ku mirov bikaribe dîsa rabe ser xwe. Ev jî bi li xwe mukirhatinê pêkan e. Li xwe mukirhatin pêngava yekêye divriya serkeftinê de.

 

Îbrahîm Osman

[email protected]

22.10.17


Gotinên miftehî :