1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. BEŞEK Jİ ÇÎROKA ÊZÎDÎYATÎ YE
BEŞEK Jİ ÇÎROKA ÊZÎDÎYATÎ YE,beşek,ji̇,çîroka,êzîdîyatî,ye

BEŞEK Jİ ÇÎROKA ÊZÎDÎYATÎ YE

Hezar û çarsed salin ku li ser serê êzdiyan ferman e

A+ A-

Ev çîrok pirr û pirr dirêj e,

Kêl û kêliyên wê tev jan e, êş e,

Gava dirêş li birînê dikeve,

Dil û hinav tev dibirêj e,

 

Ji ber ku li ser rûyê dinyayê, qewmê ku ji sedema navê xwe, hebûna xwe, libasên xwe, baweriya xwe, çand û edetên xwe, di dîrokê de û îro jî, dibe armanca erîş û fermanan, talanan û kûştinan, tenê Ezîdî ne. 

Ên nikarin hebûna xwe bidin qebûlkirin êzîdîn e, ên malwêran êzîdîne, ên jinên wan li bazarên îslamê tên firotan êzîdîne.

Hezar û çarsed salin ku  li ser serê êzdiyan ferman e.

 

...heyamekî beriya nuha, min ji jineke pîr, alîm a êzdî, kilamek guhdarî kiribû. Weha digot:”eger êş di mista mirov hilneyên, maçkirin jî fêde nake, bermayên çavên we tenê şopên êşên we ne, gunehê min bi we tê hey zarokên dot û dotmaman, ruhê we mîna dengê bayê hiznî ye, li pişt we bi hezaran sur û durên bi efsûn ên wenda dinuhirîne, di şevan de li hîvê, bi roj li royê binêre, wê çîrokê ji te re vebêje“.

 

 

Êzîdiyatî, yek ji wan olên yekxwedanas ên sereke a navbera her dû çemên kevana zêrîn e. Di gelek lêkolînên arkeolojîk de bi delîlan hatiye çespandin, axa ku êzîdî li ser dijîn, dendika şaristaniyê a destpêkê lê hatiye çandin, mîna dergûşa qewman malovanî ji pirr kom, çand û zimanan re kir. Rehên vê ola qedîmî aştîxwaz, hetanî destpêka dîrokê dirêj dibin. 

 

Heyvanê çand û felsefeya Êzîdiyatiyê a teolijîk û kozmonîk, mîna lavlavka bi sipîndave hilkişe jor, ji aheng û hevsenga bizir û destûra xwezayê û gerdûnê hatiye wergirtin û ji bona xêr û bereketa giştiya mirovatiyê meya ye.

 

Êzîdiyatî, pirr rengî û pirr dengiyê wekî şertê hebûnê ê jiyana mirovatiyê bingeh digre. Oleke ku ji bo giştiya berhem û nirxên mirovatiyê rêz digre, xêrxwaz û aştïxwaz e. 

Mîtolojî, felsefe û bîrdoziya ola êzîdî, çavkaniya giştiya olên semawî ên kevana zêrînî qedîmin, ku heyvanê xwe ji bizir û destûra xwezayê û gerdûnê wergirtiye. Tevayiya olan, heman çîrok ji ber kirine, dewlên xwe ji wê sarînca çavkaniya şaristaniya destpêkê dagirtine.

 

Êzîdiyatî bingeha zanistê ye

 

Li gorî bîr û baweriya Êzîdiyan, bi ketina perçeyekî ji rojê, dinya hatiye pê û nexşeya dinyayê wekî hêkê ye.( cejna Çarşema sor bi vê bonê ye) Heft qatên erdê û heft qatên ezmên hene. Heft roj û heft melek hene. Di ser her heft melekan re Ezda yê afrînêr heye. Ev heft melekên ku navên wan tên zanîn, li ser destûra Ezda her salê yek ji wan xweza û dinya ya me îdare dike û bi rêve dibe. Ji wê bonê ye ku, xêr, bereket û berhemên salan li gorî rêvebiran tê guhartin. 

 

Ezdaperestan bi gavavêtina yekem a berbî mirovbûnê de, ewil xêr û bereketa wî agirê pîrozî mezin, ku em wekî ”Rojê“ bi nav dikin, dîtin. Sûd ji ronkayî û germaya wî wergirtine û pê şad bûne. Piştî ku raz û sura rojê naskirin, jê re serî tewandin, dua kirin û kemberbest bûn. Dema ku di meha Kanûnê de roj kin bûne, ev yek mîna xeydandina rojê ji kirin û kirêtiyên mirovan şîrove kirine û ji bo roj dîsa dirêj bibin, dest pê kirine bi xwe birçîhîştinê rojî girtine. Ev sermonî iro jï berdewam e.

Li gorî hinek baweriyan dibêjin, “Heta ku jin ji xewê şiyar nebin ro hilnayê. Ango her sibeh jin şadetîye û pîriktiyê ji zayina rojê re dikin“.

 

Mirovên êzîdî, heta roja îro, beriya ku ro hilê û biçe ava, royê du caran, bi piyên xwas, hest û hêviyên pak û xas berê xwe didin wî agirê pîroz dua xêrê dikin.(Ji ber vê sedemê ye ku êzdî mîna rojperestan tên naskirin) Bi demê re, elementên mîna ax, agir, av û bayê jî naskirin. Lema di Êzdiyatî yê de, ev elementên navbûrî îro jî pîroz in. 

 

Ezda bê şirîk û wekîl e 

 

Mirovên ji pêsîra Êzî, di navbera xwe û Ezda(Xwedê) xwe de, navbenkar, an qasidan qebûl nakin û rast nabînin. Destê Xwedê bê qasid digihîje her derê. Ew Xwedayê ku li jêr û jor her tişt afirandiye, li her derê ye, her tiştî dibîne. Lema pêdiviya Xwedê ji wekîl, şirîk, cîgir, qasid û alîkaran nîne. Ên ku xwe dikin wekîl, şirîk, qasid an cîgirê Xwedê, ew rastiyê li gorî berjewendiyên xwe berovajî dikin û Xwedê biçûk dikin, heta înkara Xwedê dikin. Êzîdiyatî ji fikrên weha çewt bêrî ye.

 

Di êzîdiyatiyê de Xwedê an melekê qencî û xerabiyê nîne. Hêza rêvebir yek e. Tişta pêdiviya mirov jê hebe, hatiye dayin. Qencî û xerabî ji ba mirov bi xwe ye. A girîng nevs û aqli e. Ango Ehrîman û melekê xerabiyê nîne ku aqilê mirovan xerab bike, fêkiyê buhiştê bi dayê Hewa bide xwarin û wê ji rê derxîne.

 

Teyrê Tawis sembola hemrengiyê ye

 

Teyrê tawis, bi rengê xwe û taybetiyên xwe mînakeke balkrêş e. Ji hêla Êzdiyan de wekî sembol hebandin teyrê tawis, naveroka felsefeya aştîxwaziya vê olê dide diyrkirin. Di heman demê de ev, rêzgirtine ji hemû reng û dengên li ser rûyê dinya yê re ye. Ji ber ku, tevayiya bûneweran li ser qudret, marîfet û destûra Xwedê hatine afirandin. Cîhan bi xwezaya xwe ve derya û ahnga rengane, pêdivî bi gişkan heye, divê tev bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Bîrdozî û felsefeya ku vê rastiyë nepejirîne ew dijberiya Xwedê dike.

 

Êzîdî û ferman

Ferman çiye?

Koka gotina fermanê, ji zimanê farisî ye. Ev gotin, re, ferman dihat gotin. Gava padişah û siltanan, xelîfe û xwdênenasan namayên komkujiya êzdiyan dişandin û digotin êzdiyan; "An werin "ser dîne heq" an em ê serê we jêbikin, Êzîdiyan li ber vê daxwaziyê serî radikirin. Lê her carê encam dibû komkujî û malwêranî. Bi vî hawî navê komkojî û jenosîdê li nava Êzîdiyan bû ferman. Her carê digotin, "Fermana me ji filan derê rabû."

Fermana ewil bi destê Omer ê Bîn Xetab li êzîdiyan rabû. Lê fermanên herî malwêran û kambax ji hêla împaratoriya Osmaniyan ve li êzîdiyan rabûn. Kurdên musilman jî heman zulm kirin ku îro jî mal û milkên êzîdiyan li xwe helal dikin. A ku DAIS ê kir jî bermayî û berdewamiya wan e.

 

Belê, piştî derketin û bi hêzbûna sulmantiyê re, şer û ferman li ser cimata êzîdî kêm nebûn. Yek qurnekî bi tenêjî destûr nedan, ku êzîdî di jiyanê de mîna her miletî vehêsin. 

Evliya Çelebîye ku dîroka Osmaniyan nivisîye, di nivîsên xwe de bi berfirehî zulma ku Osmaniyan li êzîdiyan kirine nivisîye. Ji kuştina waliyê Musilê Êzdî Mîrza li Top Kapiya Stenbolê bigrin, heta ku çawa di şikeftan de  bi dûyê kayê  jin û zarokên êzîdiyan fetisandine tev nivisîye.

 

A herî bi jan û êş jî, berovajîkirina rastiyên dîrokê ye. Bi hêza şûr êzîdiyan dikujin, lê hebûna wan qebûl nakin. Ev ola qedîm û aştîxwaz, ji hêla îslamê ve tê înkarkirin. Musilman Êzîdiyatî û êzîdiyan tune dihesibînin, hebûna wan qebûl nakin. Eger qebûl bikin jî, mîna miletekî“Kafir“ bê ol û dujminê Xwedê qebûl dikin. Ji wê bonê  xwe dikin dewsa Xwedê û êzîdî an wê ola xwe biguherin, an na mafê wan ê jiyanê nîne. Fermanên ku Ereb, Tirk û Kurdên sulman di dîrokê de li Êzdiyan rakirin tev bi vê mebestê bûn. Lema qetla êzîdiyan, talankirina mal û milk û jinên wan li gorî îslamê “helal e“. 

 

Bi kurtayî, a ev e beşek ji çîroka me a bi xwîn.  

 

Îbrahîm Osman

ibrahimosman@gmx.ch