1. Tekst

  2. Zanistî

  3. Yekta Arîn
  4. Baristeyên nutr (1)
Baristeyên nutr (1),baristeyên,nutr,1

Baristeyên nutr (1)

A+ A-

 

Baristeyên nutron û protonê hema bibêje wekî hev in ku ew nêzî 0.00000000000000000000000167gram e. Zanyar bi şêweyekî kêfî vê mîqtara baristeyê wekî "yekeya baristeyê ya atomî" (atomic mass unit) an jî Daltonek (Dalton teoriya atomê ji alê çendaniyê ve piştrast kiriye) diyar dikin.

 

Her çiqas baristeyên nutron û protunê wekî hev bin jî ji aliyê barê elektrîkî (charge/elektrik yükü) ve ne wekî hev in.

 

Barê protonê pozîtîv e lê ji bo nutronê barê elektrîkî nîne. Ji ber vê yekê tu rola nutronê ji alê barê elektrîkî ve nîne lê ji alê baristeyê ve rola wê berbiçav e.

 

Li aliyê din, baristeya elektronê ji ya protonê pir kêmtir e.

 

Giraniya elektronê li gorî yekeya baristeyê ya atomî 1/1800e. Ji ber vê yekê rola elektronê ji aliyê baristeyê ve pir pir kêm e û ji bo vê sedemê wexta ku baristeya atomek tê hesabkirin baristeya elektronê tune tê qebûlkirin ango baristeyên nutron û protonê tenê tên hesabkirin.


Gotinên miftehî :