1. Tekst

  2. Gotar

  3. Laleşa Ûsiv
  4. Ber bi rastiya qedîm ve -1-
Ber bi rastiya qedîm ve -1-,ber,bi,rastiya,qedîm,ve,1

Ber bi rastiya qedîm ve -1-

Antropolog, arkeolog û nivîskarê Emerîkî Andrew Colins bingeha pirtûkên piroz ên dînên semavî lêdikole

A+ A-

Laleşa ÛSIV

Antropolog, arkeolog û nivîskarê Emerîkî Andrew Colins, pirtûka xwe ya bi nave “Ji xweliya ferişteyan – Zarokên ji nijadeke gunehkar’’ de: têgeha ferîşteh û ferîşteyên gunehkar bi rêya mîtolojî û baweriyê ve çawa hatine penasekirin û çawa bûye bingeha pirtûkên piroz ên dînên semavî lêdikole. Collins di derheqê olan de hemû zanînên dogma berovajî dike. Teqeziya ku di çand, bawerî û olên gelan de zanîna ferîştehan wekî ji nûrê, bêbeden û bênefs têne diyarkirin ji holê radike. Bi delîl û çavkaniyên xurt, bi lêkolînên arkeolojî, antropolojî, ku ji hemû rojhilata navîn pêk tên ispat dike ku ferîşteh xwedî beden û xwedî nefs in.

 

                      Di metnên olî yên Îbraniyên herî kevin de di ‘’Pirtûka Hanok’’ de ferîşteh wek mirovên xwedî beden û xwedî nefs tên tesfîrkirin. Ew ji aliyê xwedê ve bo ku çavdêriya mirovên yekemîn bikin hatine erkdarkirin. Lê wan ferîşteyan bi keçên însanan re ketine têkîliya cinsî û bi vê kirina xwe bûne gunehkar. Ji ber vî gunehî ew wekî jirêderketî hatine binavkirin û ji cennetê hatine qewirandin. Ji têkîliyên ferîştehan û keçên însanan zarokên ku wek dêwan çêbûne bi navê nefîlîm hatine pênasekirin. 

 

Di Tekvîn (metna pîroz a Îbraniyan) de di bêşa 6:1.4’ de bi gotinek kurt û ne zelal behsa nijadekê nîv pîroz ku ji  ber bêamriya xwedê dîsa ji aliyê xwedê ve şandine dinê dike. Lê patrîkên Îbranî û Xiristaniyanan wê beşê tune dihesibînin, metnên dirêj ku bi mînakan behsa vê mijarê dikin bi aweyekî ortodoksên Îsawî wan înkar dikin û wek metnê derewîn qebûl dikin, ji pirtûkên xwe yên pîroz derdixin.

 

                      Pirtûka Hanok B.Z 220 de ji aliyê cemeteke bi navê Esseniyan ve li Kûmranê li derdora gola Lûtê  wekî pirtûk hatiye tomarkirin. Di wê pirtûkê de di derheqê mirovan de behsa çîrokên herî kevin dihate kirin. Hahamên Yahûdî û patrîkên Xiristiyan çima ji wan mijaran ewqas aciz bûn û ditirsiya, ji loma ew babeta bûyî sedema metirsiya wan çîna Rûbanan ji aliyêkonsîlê Îznîkê (P.Z. 325) ji Tewratê hatin derxistin. Di pirtûkê de behsa rasthatina lawên xwedê (ferişteh) tê kirin, ku keçên însên ji xwe re dikin jin û wan hînê razan dikin. Dîsa behsa ku çavdêr çawa daketine çiyayê Hermon û razên zanîn û huneran ji wan jinan re aşkere kirine, dike. 

Rêberê çavdêran Azazel, çêkirêna şûr, mertal, kêr, zirx, zanîna çandîniyê,zanîna bikar anîna madenan, û ji wan madenan çêkirina xişir û tiştên xemlê... 

Dîsa di wê pirtûkê de zarokên ku ji têkîliyên ferişteyên gunehkar û keçên însên çêdibin wek dêw, rûyên wan wek ên mar û teyr, ecêp û xofdar tên nîşandan. 

Ji ber ku zarokên wan ên  bi navê nefîlîm tên binavkirin hemû hilberînên mirovahiyê tunekirine, dema tiştên xwarinê nemane vega destpêkirine mirov xwarine. Ji ber wî neslê qirêj cîhan paqij bibe tûfana Nuh diqewime û ji tûfanê wek mirov bi tenê Nûh û zarokên wî xilas dibin.

 

Cenneta Adem û Hewa lê dijiyan li ku derê bû, (Colîns di pirtûka xwe ya bi navê ’Hilatina Yezdanan û Gobeklî Tepe’ de eden-cinetê li deşta Mûşê nîşan dide) ji ber çi gunehî ew ji cennetê hatin qewirandin? Cara yekem wan li ku dera dinê dest bi jiyana xwe ya nû kirin? Di vê mijarê de metnên hersê pirtûkên olên  pîroz ( Yahûdîtî, Xiristayanî û Îslamê) de li ser yek bingehê ne: Adem û Hewa li baxçeyê Edenê yê ku bêhejmar darên mêweyan ên cûr be cûr nav de hene, dijîn . Lê ji wan re bi tenê xwarina yek mêweyekê hatiye qedexekirin, Îblis an jî Şeytan (Azazel) wan dixapîne û wî nemetê qedexekirî bi wan dide xwarin ew jî dibe sedema qewirandina wan a ji bihûştê.

Sedema qewirandina wan ji xeynî zanînên di wan pirtûkên pîroz de heye gelo? 

Collins dikeve pey van pirsan. Di hêlekê ve bi lêkolînên arkeolojik, antrepolojik: ji hêla din ve bi  metnên mîtolojîk, edebî, olî, çandî lêdikole. Di nav wan metnên Rojhilata Navîn û li devdorên wê hatine qeydkirin û beriya qeydkirinê ku bi aweyekî devkî ji nifşekî heta nifşê din hatine ziman û zanîn, di dawiyê de çawa bûne bingehên pirtûkên pîroz radigihîne me. Rastî çawa wek derew, derew çawa wek rastî hatiye sazkirin û ketiye xizmeta oleke ku bi plansazî hatiye damezirandin beriya vê 2500 sal. Di afirandina  pirtûkên pîroz de tiştê balkêş ew e ku nijad, bawerî û zanînên li dijî teoriya baweriyên wan plankaran in, wan ew baweriyên dij wek qirêj ,lenet bi awayekî neyînî pênase kirine. Ol û metnên olî ji bo damezirandina pergalekê desthilatdar a netewekê olî, wek ku ji devê xwedê derketibin hatine afirandin. Rastiya ku vê pergalê hilweşîne ew çîna Rûhban a pêşengiya netewa xwe dikir ve wek derew, guneh, qirêjî tê ditîn û yên ku bi angeştên derî zanîna wan dogmayan  bawer dikin jî bi aweyekî  giran tên cezakirin-afarozkirin.

 Di xebatên xwe de Collins angaşt dike ku bingeha metnên Îbranî-Yahûdî-Mûsewî li ser metnên zerdeştî hatine avakirin û her du dînên piştî wê Xiristiyanî û Îslam jî bo afirandina pergala xwe ya olî tiştên nû li ew ên berî xwe zêde kirine an jê derxistine. Her wiha Collîns dibêje ku Zerdeştiyê jî bingeha xwe ji baweriya Medan Ferîştehîzmê û ji saziya wê baweriyê Mecûsiyan wergirtiye.

Collîns, çanda ferîşteyên (çavdêr-gozleyenler) gunehkar û zarokên wan nefîlîman ji Zagrosan heta mezopotamyaya jêr, ji wir heta Anatoliya navîn û heta Misirê  lêdikole û têkîliyên wan bi şikefta Şanîdar, şikefta Ras el eyn ,Çatalhoyuk, tabletên Sûmerî, Akadî, Babîlî bi xebatên arkeolojî yên li newala çorî ,Erîha, bajarên li bin erdê yên li Kapadokyayê û di dawiyê de jî diçe heta Sfenks û piramîdên Misirê; bi xebata xwe ya dehan salan, bi rêya mîmariyê, xwedawend û  bi sembolên wan dide pey, rê diajo û hebûna nifşekî mirovan ê beriya qeşaya dawî heyî îspat dike.Disa ku di metnên rojava û rojhilat de binavkirina Eden , Cennet, Paradise di nav çiyayên Kürdistanê de  bû.

Lêkolînên arkeolojiyê û metnên dîrokzanan derdixin holê ku mesele tûfana Nuh ne ye, mesele ya beriya qeşaya dawîn e ku mirovên ji yên îroyîn bi fîzîkî, bi zanîstê ve pêşdetir û cûdatir hebûne û piştî qeşayê yên ji wan ser piyan mayîn bi awayekî hemû zanînên xwe ragihandine mirovên ku piştî qeşayê ji bajarên bin erdê û ji şikeftan derketî ser rûyê erdê: (şoreşa Neolatîkê)

Ji ber şopên wan mirovên berî qeşayê hê jî nikarin nav bibin û ew şopa wan a ku roj bi roj bi rêya arkeolojî û lêkolînên nû bi hebûna xwe ya wexteke berî qeşayan deqekê dixe ser çîroka tûfana Nûh  metnên pîroz çar neçar wan afirdeyan neletbar dikin.      

 

Kronolojiya me eleqeder dike

 

1-Med têk çûn

2-Fars bûn desthilatdar

3-Zerdeştî bû ola Împaratoriya Fars-Pert û Sasaniyan

4-Kurên Îsraîlî sirgûnî paytaxta Elamiyan Sûsayê bûn

5-Danîelê Pêxember ji baweriyên li derdora çiyayên Zagrosan agahdar bû û beşa xwe ya pirtûka mezin (Tewrat)ê nivîsî.

6- Îsraîlî vegeriyan Kenanê  û patrîk Hanok pirtûka xwe ya bi navê ’Pirtûka Hanok’ nivîsî û                                               

gilkevalên gola Lûtê hatin nivîsîn û bingeha Yahûdîtiya 2500 salî hate avêtin, li ser wê jî

Xiristiyanî û Îslamiyet (!)

Encam:

Di nav vê dîroka ku li ser şik û guman hene em ê Kurdan li ku bidin rûniştandin. Pirs ev e; wek erdnîgarî, çand, ol, dîrok û şaristanî ew ji ku hatine û îro li ku derê ne, em ê wan bi çi awayî pênase bikin. Ji sergoyê efsaneyên xelkê yên dîrokî kurdên çawa ber bi rastiya xwe ya qedîm ve vegerin û xwe rizgar bikin . 


Gotinên miftehî :