1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. Bernavk û nav û nûçikên kurdî
Bernavk û nav û nûçikên kurdî,bernavk,û,nav,û,nûçikên,kurdî

Bernavk û nav û nûçikên kurdî

Yek ji nirxên kurdan ê herî balkêş, çanda bernavk û navûnûçikan e

A+ A-

Mordem ZEL

 

Di vê gotarê de ez ê hewl bidim, li ser erênî û neyîniya bernavk û navûnûçikan û bandora wan a li ser civakê bisekinim.

 

Bê guman ev kevneşopî bi hezar salan e hatiye domandin û heta roja me ya îro jî didome.

 

Bernavk û navûnûçik di nav civakê de ji bo naskirina kesan, ji navên rastî zêdetir bi bandor in. 

 

Taybetmendiya wan li gor liv û tevger û bejn û bala kesan li navê wan hatiye/tê zêdekirin.

 

Her çiqas hin jê, dilê mirov an biêşînin, piçûk bixin, wek heqaret bêne hesibandin jî, rastiyek heye civak bi vê kevneşopiyê re her daîm jiyaye.

 

Ev kevneşopî ji navên şerkêş û serdaran bigirin heta beg û mîran jî kifş e ku pir kevn e. Mînak: Rizoyê Dîn (Rizayê Xêlid)

 

Di vê çarçoveyê de min xwest bi gotarek behsa vê kevneşopiya bav û kalan a herêma Licê bikim.

 

Wekî di serî de jî min got bernavk, pirahî ji bo pênasekirina kesan têne bikaranîn, lê dema behsa nav û nûçika kesan bê kirin wek tinaz, heqaret û piçûkxistinê tê qebûlkirin.

 

Di zayenda kesan de, dema navê mêr li gor yê jinê, an jî yê jinê li gor yê mêr bê gotin encamên balkêş derdikevin holê..

 

Ji bo ku di civakê de jin her daîm di binê serdestiya mêr de jiyaye, bi bangkirina li gor navê mêr xwe jineke mêrkane hîs dike û pê dilşad dibe. Mînak; Zelo

 

Li gor navê jinê bangkirina mêr jî wek kesekî nermo û serjinik tê qebûlkirin û mêr pê aciz dibe. Mînak; Bedê

 

Dema bangkirin û bilêvkirin li gorî rastiya zayendê bê gotin ev herdu zayendên min mînakdayîn, dibin Zelê û Bedo.

 

Dema ev nav li gor bernavkan bêne bilêvkirin wekî mînak, dibin Zeloya Îsa û Bedoyê Elî. 

 

Dema nûçik li nav werin zêdekirin ev herdu mînakên mindayîn bi qaydeyeke piçûkxistinî û heqaretwarî têne qebûlkirin.

Mînak: Zelika Rovî û Bedoyê Lêvqol.

 

Çimkî bernavk erênî ye, nûçik nîşana neyîniyê ye.

 

Bernavk û navûnûçikên ez jê behsbikim ne encamên lêkolînê ne, her yek parçeyek e ji rastiya jiyana min e û di civaka lê dijîm de hatiye û tê bikaranîn.

 

Di nav wan de hinek jê hene ne sax in, lê pirahiya wan di jiyana rojane de têne bikaranîn.

Hinek kes jî hene bi çend bernavkên cuda cuda hatine/têne naskirin.

 

Li ser van bernavk û nûçikan gelek tiştên ecêb û sosret jî derdikevin pêşberî mirov an. 

 

Wekî di serî de jî min gotibû, xalbendiya sereke, taybetiyên fizîkî û bedena mirovan dibe sebebê bernavk û navûnûçikan.

 

Wekî mînak, Korbûnî, Qopî, Bozbûnî, Çaqdirêjî, Gobelî, Kiçelî, Dirêjî, Lalî, Kinî, Hûrikî, Pozdirêjî, Lingmezinî, Lêvqolî, Devgirêzî û hwd...

 

Bêguman ne tenê aliyê neyînî, di aliyê erênî de jî bernavkên li gor, jîrbûn, zîrekî, mêrxasî, lehengî, egîdî, zanebûnî, xweşikî, wêrekî û hwd jî têne gotin.

 

Lê di bingeha lêkirina wan û wateyên wan de pirahî biçûkxistinî û qeşmerî heye.

 

Ka em binêrin li herêma Licê bernavk û nûçik bi çi qaydeyî hene..

 

Dîno/ê: Ev bernavk ji bo kesên kêmaqil hatiye/tê gotin.

 

Koro/ê: Ji bo kesên ku çavên wan nabîne hatiye/tê gotin.

 

Masto: Ji bo kesekî di zarokatiya xwe de ji mast pirr heskiriye tê gotin.

 

Devgale/Devgur: Ji bo kesekî devmezin tê gotin.

 

Qutî/Eynik: Ev bernavk ji bo kesekî pir paqij tê gotin.

 

Pozfişek: Ji bo kesekî di zarokatiya xwe de tim pozê wî hatiye xwarê tê gotin.

 

Gobel: Ev bernavk ji bo çend kesên ku gûhê wan bel in tê gotin.

 

Bocî: Ji bo du kesên hûr û kinik tê gotin.

 

Kiçelo/ê: Ev bernavk ji bo herdu zayendan jî tê bikaranîn, ji kesên ku porê wan tune re dibêjin.

 

Îşyaş: Ev bernavk ji zimanê tirkî hatiye girtin û ji bo kesekî, karê wî nebaş bûye hatiye gotin.

 

Bûmê Qûçan: Ev nûçik ji bo kesekî çav heşîn û ebûcalik hatiye gotin.

 

Çolo: Ev nûçik ji bo kesekî şivanî dikirin hatiye gotin.

 

Palas: Ji bo kesekî lingmezin tê gotin.

 

Gêjik: Ev bernavk li gundê me (Husênik) ji bo du kesên lawaz tê bikaranîn. Di heman demê de yek jê bi nûçikên wek Intir, Tiro û Mûço jî tê naskirin.

 

Repo: Ev bernavk ji bo kesekî singê wî rep tê gotin.

 

Ga: Ev bernavk li gundê me ji bo du kesên gir û xişin tê gotin, yek ji wan kesan gendelok e û bi leqeba Dîn jî tê naskirin.

 

Çilmo: Ev bernavk ji bo kesekî pozê wî av kiriye hatiye gotin.

 

Bozo: Ev bernavk ji kesekî kejik tê gotin.

 

Dondil: Ji bo kesekî dirêj û zehif tê gotin.

 

Qûnşelte: Ev bernavk ji bo kesekî jihevketî tê gotin.

 

Sênan: Ev bernavk ji bo kesekî ku sê heb nanê tenûrê xwariye dihatin gotin.

 

Dîn: Ji bo kesekî bizinê daye bi meşka dew hatiye gotin

 

Gofîl/Goşeran: Ev bernavk ji bo kesekî guhmezin tê gotin, dikarim bêjim bi hêsanî leganekî bilxul dikeve guhê wî.

 

Bêno: Ji bo kesekî devê wî bêhn dide tê gotin.

 

Qewso: Ev bernavk ji bo kesekî qopo dihatin gotin.

 

Beqo: Ji bo kesekî kin û gudik tê gotin.

 

Guçguç: Ev nûçik ji bo kesekî di zarokatiya xwe de serkeftiyê lîstoka darikan bûn dihat gotin, hê jî wisa tê naskirin.

 

Serlerzok: Ev nûçik ji bo çend kesên ku serê wan weke tûrra nava ava dilerize tê gotin.

 

Oto: Ev bernavk ji bo kesekî pêçiyê wî jêkirî ne tê gotin.

 

Eko: Ji bo kesekî tim tifa xwe dike tê gotin.

 

Tajî: Ji bo kesekî dirêj û tûle tê gotin.

 

Çaqo: Ev bernavk ji bo kesekî çaqê wî dirêj û xwar in tê gotin.

 

Sertempûş: Ev bernavk ji bo kesekî serê wî dirêj e tê gotin.

 

Hûtê Campo: Ev bernavk ji bo kesekî di kelekela havînê de sobê daxistiye hatiye gotin.

 

Zîço: Ji bo kesekî dirêj û devê wî şewitandî dihatin gotin.

 

Pavran: Ev bernavk ji bo kesekî şalê wî tim dikeve nav lingê wî tê gotin.

 

Çarşem: Ev bernavk ji bo kesekî bi cizwan dikeve tê gotin.

 

Gûmo: Ev nûçik ji bo kesekî safik tê gotin.

 

Elemat: Ji bo kesekî ziravê xwaromaro tê gotin

 

Devarvan: Ev bernavk di dema aşê avê de ji bo aşvanekî hatiye gotin û hê jî tê gotin.

 

Karik: Ev bernavk ji bo şivanekî karikan tê gotin.

 

Çiwal: Ji bo kesekî dev vekirî tê gotin, bîst û çar sihetan devê wî vekirî ye.

 

Devav: Ji bo kesekî devgirêz hatiye gotin.

 

Xaro: Ji bo kesekî porgijval tê gotin.

 

Leş: Ev bernavk ji bo kesekî dirêj û jihevketî tê gotin.

 

Ûco: Ev bernavk ji bo kesekî keçelok tê gotin.

 

Girrîş: Ev nûçik ji bo kesekî por tîjik tê gotin.

 

Devşorbe: Ji bo kesekî ji şorbê heskiriye hatiye gotin.

 

Qûntijî: Ji bo kesekî kinik tê gotin, ji bilî vê nûçikê wekî Beredayî jî tê naskirin.

 

Beraz Beg: Ev nûçik ji bo kesekî tirsonek dihatin gotin.

 

Qaqotik: Ev bernavk ji bo kesekî ser rût tê gotin.

 

Qereçî: Ev bernavk li gundê me ji bo çend kesên reşik tê gotin. Ji bo jin û mêran tev tê bikaranîn.

 

Gocal: Ji bo kesekî gêrok û fesad tê gotin.

 

Devdirêjê: Ev nûçik ji bo jinekî fesad hatiye gotin.

 

Pilo/Pilûr: Ev nûçik ji bo apê min tê gotin.

 

Gulavdîn: Ji bo kesekî çaqên wî xwar û faqo ne tê gotin.

 

Şelto: Ev nûçik ji bo kesekî jihevketî tê gotin.

 

Fished: Ji bo kesekî duqat û qalind tê gotin.

 

Pozxwar: Ji bo kesekî poza wî xwar e tê gotin.

 

Vizo: Ev nûçik ji bo kesekî hêrsok dihatin gotin.

 

Rovî: Ji bo kesekî zexeliyan kiriye tê gotin.

 

Rebeno: Ji bo kesekî sêwî hatiye gotin.

 

Qambûstikê: Ji bo jinekî kin hatiye gotin.

 

Lêvzembûr: Ji bo kesekî lêvmezin tê gotin.

 

Rûfirfirî: Ji bo kesekî rûdirêj dihatin gotin.

 

Kurriçî: Ji bo kesekî dişibe kapê bizinan tê gotin.

 

Şîno: Ji bo kesekî çavşîn hatiye gotin.

 

 

Hewceyê bibîrxistinê ye ku di vê gotarê de armanc ne piçûkxistina kesan bû.

Armanc lêxwedîderketina her şêweyên çand û kevneşopiyên bav û kalan e.

 

Bêguman ji bav û kalan heta rojame ya îro, bernavk û navûnûçik hema hema li her kesî hatine danîn.

 

Bi boneya vê gotarê hemû kesên ku min behsa wan kir bi rêzdarî û hurmetkarî bibîrtînim.

 

Hinek bernavk û nûçikên din ev in.. 

 

Hîdrolîk

Kumo

Malo

Mêşo

Şixe

Cûko

Vino

Pizo

Pîreboçk

Çizo

Bawî

Kamaş

Çilber

Guyo

Gûpirr

Kapûs

Mişko

Eyo

Galo

Ecne

Qîqo

Şînko

Qûnxwar

Dûvo

Kulî

Tazî

Datim