1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. BÎNIN ALÎYÊ XWE, AN NEYNIN ALÎYÊ XWE – R’ASTÎYA PIRSÊ NE DI VÊ DA YE! [*]
BÎNIN ALÎYÊ XWE, AN NEYNIN ALÎYÊ XWE –    R’ASTÎYA PIRSÊ NE DI VÊ DA YE! [*],bînin,alîyê,xwe,an,neynin,alîyê,xwe,r,astîya,pirsê,ne,di,vê,da,ye

BÎNIN ALÎYÊ XWE, AN NEYNIN ALÎYÊ XWE – R’ASTÎYA PIRSÊ NE DI VÊ DA YE! [*]

A+ A-

Piştî êrîşa art’êşa dagerker a dewleta tirk (donora sereke ya DAÎŞê!) a li dijî Efrîna  k’urdan, hem di axavtinên r’ayedarên fermî yên R’ûsîyayê da, hem jî di çapemenîyê û bernameyê têlêvîzonî da hewl tê dayîn, wan sedeman, ên ku gîhandin van bûyerên trajîk, bi şêwazekî wisa derxin pêş, yên ku ji r’astîyê dûr in…  

Û hema van r’ojên dawîyê di malp’era Kurdistan today da di bin sernivîsa “Divê k’urdan bînin alîyê xwe!” hevp’eyvîna bi r’ojnamegerê r’ûs Kîrîl R’omanovskî r’a hatibû weşandin, û di vê hevp’eyvînê da jî li hember wan bûyerên dramatîk û li hember pirsgirêka k’urdî bi giştî heman helwestê r’û dabû ( http://kurdistan.today/kirill-romanovskij-neobxodimo-privlech-kurdov-na-svoyu-storonu/ ), lewra jî min xwast, bi vê boneyê hinek têbînîyên xwe bînim zimên.

___________________

 

… Sedema sereke, ku pirsgirêka k’urdî bi giştî û, bi t’aybet jî, di nava çarç’oveya r’ewşa îroyîn a Sûrîyayê da, r’ast nayê têgihîştin, di wê da ye, ku hemû jî (ji r’ojnamegerên sade girtî, heya şirovgerên siyasî, dîplomatan, sênatoran, parlamênteran, wezîran…) bi heman pîvanan li  k’urdan dinihêr’in, bi k’îjanan nûnerên dewletên gewre yên cîhanê, yên ku p’êwendîya xwe bi van p’evçûnan r’a hene, li hev  dinihêr’in. Ewan “carna ji bîr jî dikin” (an nikarin t’am tê nagihîjinn), ku k’urd li ser xaka xwe ne û, ew hîn berî hatina hêzên bîyanî jî li wir bûne. Ku k’urd di wî welatî da berî êrîşên DAÎŞê jî ji bo mafên xwe têk’oşyane. Ku di wî welatî da zêdetirî nîv mîllîon k’urd, ên ku hîn berî bi sunî sazkirina wê dewletê (Komara Sûrîyayê) li wir jîyane, ji mafên here êlêmêntar bêp’ar hatine hiştin – ew jî heya mafên wisa, yên ku di welatên şaristanî da didin p’enaberên bîyanî, êdî ez di derbarê mafên welatîyê da nabêjim! Ku dema Esedê mezin da bi destê zorê, bi k’otekî k’urd ji warên wan derxistine, şandine deverên xike xalî û li şûna wan ereb anîne, li ser xaka wan bi cî kirine, bi wî awahî li ser xaka R’ojavayê K’urdistanê “kevana erebî” saz kirine, ji bo ku ne ku t’enê k’urdan, lê wisa jî axa wan asîmîle bikin… Ku di wê “k’omarê” da têgeha “girtîyên siyasî” t’ucar nînbûye, k’î girtine, ew bê ser û berat’e hatine windakirin – bi prêsîoa: Dema mirov li hole nine, pirsgirêk jî ninin! … Û, ya sereke, “ji bîr jî dikin”, ku di Sûrîyê da partîya BEES desthilatdar e, ya ku hîç bi misqalekê jî ji BEESa Îraqê cuda nîne…  

Ku ev kurtenava (BEES) wek Partîya vejîyandina sotsîalîstî a ereban tê ver’esandin… Ev tiştekî ji we r’a nabêje, gelo? – Ma ne, ew şêwazê erebî yê “nat’sîonal-sotsîalîzmê ” ye?!   

Û serokê vê r’êjîmê (Beşar Esed) xwe li pişt serokdewletê R’ûsîyayê Pûtîn va vedişêre, û heya dema cerdên DAÎŞê êdî gihîştibûn ber dîwarên Şamê jî, di derbarê mafan k’urdan da nedixwast bibhê jî – ew jî, ew maf, ên ku hemû gelên cîhana me (kên-zêde) êdî ji zûva dest anîne!  

Û di r’ewşeke weha da t’erefê R’ûsîyayê pêşnîyarî k’urdan dike, ku ew beşekî xaka xwe ya dîrokî (kantona Efrînê) r’adestî vê r’êjîmê bikin, ya ku kesek nikare garantîyê bide, k’a ewê sibê çi bike… Û ya dine jî, lê, çaxê dem pêra gihîşt, û hêzên R’ûsîyayê ji wir her’in (Afxanistan tê bîra we?), wê demê r’ewşa k’urdan dê çawa be?  

Divê carekê û ji bo heta-hetê têbgihîjin, k’urd beşdarî wan lîstikên dewletên gewre  nabin, ya wan lîstika wan cuda ye, û şer’ê wan jî cuda ye, û hîç pêwîst nake wan neç’ar bikin, ku ew t’erefê yekî, an ê dinê bigirin, berovajî vê, R’ojava dikare bibe sehneyekê, li k’u herdu dewletên gewre dikarin bi hev r’a di nava haevk’arîyê da bin, pirsgirêka k’urdî dikare R’ûsîyayê û DYA nêzîkî hev bike, ne ku wana ji hev bdehfêne, ewqasî, pêwîst e, helwesteke r’ast û durust li hember ç’areserîya wê pirsgirêkê dîyar bikin. Efrîn dikaribû bibûya  xeleka nêzîkî hev kirinê, lê, sed heyf, dema R’ûsîyayê hêzên xwe ji wir vek’işandin, destûr da Ankarayê, ku ew aqara hewayê ji bo êrîşa hewayî ya li ser Efrînê bi k’ar bîne, ewê bi wê yekê ew bajarê k’urdan li ber metirsîya t’unekirina ji hêla donora sereke a DAÎŞê – r’êjîma faşîst a Tirkîyayê va hişt.

Bi van kirên xwe R’ûsîyayê ne ku t’enê şaşîyeke ç’arenûsî li hember k’urdên R’ojava pêk anî, lê wisa jî ji gelek hêlan ve asûnên xwe (pozîtsîon) di wê herêmê da lewaz kirin…  

Û, ji bilî vê, dive neyê jibîrkirin, ku pirsgirêka k’urdî ne ku t’enê xwedî t’erfên siyasî û gêostratêjîkî e, lê wisa jî terefê wê yê hûmanîtr heye! Ma ne, wek ku tê zanîn, hê kesekî merivhezî û mirovbûn betal nekirye…  

 

Ezîz ê Cewo Mamoyan

25. 01. 2018

_________________

 

[*]Ev r’êplîka bi zimanê r’ûsî 26-ê r’êbendanê di malp’era Kurdistan today da hatye weşandin, a ku di Moskovayê da weşanên xwe pêk tine –http://kurdistan.today/privlech-ne-privlech-ni-v-etom-sut-voprosa/