1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Careke din mijara Yarsanî û Elewî
Careke din mijara Yarsanî û Elewî,careke,din,mijara,yarsanî,û,elewî

Careke din mijara Yarsanî û Elewî

Berê her Yarsaniyê Dêrsim, Gimgim, Erzîncanê digot: YA XIZIR! YA TÎJA HEQÎ! YA DIZGIN BABAYÎ! Û ûûûûûû... Lê Niha?..

A+ A-

Di cihanê de ti gelî bi qasê tirkan rastî belojî nekirine û di mêjiyan de nedane rûniştin

Bi taybetî jî mijara Yarsanî /Ehlî Heq di bin navê Elewî (Alevî) de fetisandine.

 

Niha mirov ji kesên ji xwe re elewî dibêje re bibêje: “Tu ne Elîcî, yan jî Cafercî yî. Tu yarsanî /Ehlî Heq î! bi dijminî li te dinêre.

 

1 – Di nava îslamê de bi mijare xelîfetiya Elî û Muaviye re di bin navê “şîa û sûnî” de du şiroveyên îslamê derketin pêş

 

a) Ji alîgirê Elî re şia hat gotin pişt re bi Caferî Sadiq re caferî jî hat gotin.

 

b) Alîgirên Muavîye re jî sûnî. Herdu xet jî misliman in. HEW!.

 

 

2 – Wê demê li Kurdistanê Yarsan (Ehlî Heq /Kakaî) hebû, wek formeke têkliheviya baweriya Zerdeştî û Mîthra bû, ti têkiliya wan bi îslamê re tunebû û tune....

Piştî farisan rêberen şîa anîn şîîtî pêşxistin. Beşek pîrên Yarasaniyan ku ji wan re “kurêş” (kûr + rêj eşîra kurêşan yanê pîran) dihat gotin, bi hin eşîran wek lolan û balan re bi komî derbiderbûn, hetanê Erzingan û Dêrsimê çûn.

 

Ji bo xwe ji êrişên mislimanan biparezin xwe li çiya girtibûn.

 

Di nava Yarsaniyên Dêrsim û Gimgimê de hê jî bi kurdî “Rîya Heq / rayirê Heq” tê gotin.

 

(Off! Eger mirov nebêje Elewî (Alewî) piraniya mirovan peyva YARSANI fêm nake)

 

 

3 – Piştî malbata şêyx Cuneyt ji Hewlêrê berê xwe da aliyê Azerbeycanê û di navbera leşkerên şêyx Cuneyt û tirkmenên çêlikên Ehmed Yesevî de şer derket. Bi fermana şêyx Cuneyt hemû leşkerên wî qeytanên SOR li dor serê xwe girêdan ku di şer de werin naskirin.

 

a) Ji wê rojê pê ve hemû dewletên bi navê tirkan, yan jî tirk wan wek dewletên tirk nîşan didin, ji Yarsanî/ Ehlî Heq re QIZILBAŞ gotin.

 

Di nava Kurdan de eşîreke Elewî yê bi navê KUMSORÎ heye, ta ji wê demê tên, piraniya leşkerên şêyx Cuneyt ji vê eşîrê bû.

 

b) Bektaşîtiya wek baweriyeke Yênîçeriyan tê zanîn, ji bo armanca îslamîzekirina Qizilbaşan hatibû demezirandin.

 

 

4 – Piştî Komara Tirkiyê (Turkiye Cumhurriyetî) ya sosret, ya ku wek kurmê têkbirina rastiyan hate demezirandin, ji bo bi tevahî îslamîzekirin û tirkkirina Yarsaniyan ango Qizilbaşan;

FABRÎQA DEREW /VIR û BOVLATÊN tirkan peyva “ALEVî” çêkir, bi sedan pirtûk dan nivisandin, Û Yarsanîtî / Ehlî Heq dan ji bîrkirin.

 

Berê her Yarsaniyê Dêrsim, Gimgim, Erzîncanê digot: YA XIZIR! YA TÎJA HEQÎ! YA DIZGIN BABAYÎ! Û ûûûûûû...

 

Lê niha şerma reş a mezin..

 

Bi piranî bûnin; Elîcî, Cafercî, Yesevîcî, Atatirkçî û ci ci cî......

 

2017-08-05