1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. DI DERBARÊ PIRSA JIZÛVA GIHÎŞTÎ DA, Û BI BONEYA…
DI DERBARÊ PIRSA JIZÛVA GIHÎŞTÎ DA,  Û BI BONEYA…,di,derbarê,pirsa,jizûva,gihîştî,da,û,bi,boneya

DI DERBARÊ PIRSA JIZÛVA GIHÎŞTÎ DA, Û BI BONEYA…

Eger mirov ji têkstekê (nivîsar) p’arçeyekî veqetîne, bi t’aybet jî, dema di derbaarê wat’e an naver’oka têk’stê bi xwe da t’u agahîyek nayê dayîn, wê demê mirovê bikaribe, wek ku bixwaze, wisa jî tê bigihîje û ewê şirove bike

A+ A-

 

 

Di malp’er’a KURDISTAN.TODAY da gotara Wezîrê K’aşaxî ya “Gotineke nû di warê lêgerînên ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê da” bi zimanî r’şsî hatibû weşandin. Ev gotar wisa jî bi k’urdî jî hatye weşandin – http://www.amidakurd.net/ ku/tekst/GOTINEKE _NÛ_DI_WARÊ_ LÊGERÎNÊN_OLA_KEVNAR_A_GELÊ_KURD_ ÊZDÎTÎYÊ_DA )

Û, bi xwezayî, xwendevanan jî baldarîya xwe li hember wê dîyar kirin, û hinekan pirs û şirove xwe nivîsîn, her yekî/ê di derbarê mijarê da dîtinên xwe anîn zimên, hinekan pirsên ku bala wan k’işandibûn nirxandin… Û, ji ber ku ew gotara di derbarê p’irtûka min a «Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere?» da bû, ez jî beşdarî wan gengeşîyan bûm, min hinek pirsên xwendevanan bersivandin, hinek pirs şirove kirin... Û bi wî awayî gengeşî û govtûgo, çiqas çû, berfireh bûn.

Helbet, gengeşî baş in û, wek ku dibêjin, çiqas mirov, ewqas nêr’în, lê min dixwast, wek beşdarekî vê civakê, li vira di derbarê hinek “şiroveyan” da dîtinên xwe bianîyana zimên.

Ez ji bo xwendevanan, wek agahî, bibêjim, ku ev p’irtûka navborî ji hêla min va di sêrî da bi r’ûsî hatibû nivîsîn û her paşê min ew wergerandye k’urdî... Û kekê Wezîr K’aşaxî jî, yê ku bi p’ir’anîya destnivîsarên r’ûsî yên p’irtûkê r’a nas e, ev gotar nivîsye. Û ev gotar bi giştî r’astîya pirsê dide nasîn... Lêbelê, ew ne ku p’irtûk bi xwe ye, lê her danasîna wê ye. Û armanca wê jî ew e, ku di derbarê vê weşanê da xwendevanan agahdar bike. Û ev dikare hinekan xweş bê, an na, bi vê agahêyê hinek dikarin dilşad bibin, matma an dilkovan bibin – ew mafê wan e... Lê, eger yek bixwaze mijarê binirxîne, wê demê ewê/î dikaribû (û divê!) di sêrî da, hîç nebe, bi wê p’irtûkê r’a nas bibûya, êdî ez di derbarê xwendina wê da nabêjim, û her paşê dikaribû li ser wê nêr’înên xwe bianya zimên, gengeşî pêk bianyana, an jî tiştekî nû ji ber xwe derxista...

Helbet, piştî xwendina gotaarê, bi xwezayî, dê pirsên xwendevanan hebûna, û ewan dikaribûn wan pirsên xwe bidin, û mirov dikaribû bi hev r’a ew binirxandana.

Lê li vira ew yek pêk nehat…

Û helwesta li hember pirsê û pêşk’êşkirina wê bi xwe ji hêla xwendevanê yekem, kekê Letîf Brukî va bi binîva têgîn û berê gengeşîyê guhêr’and. Û şopên helwesteke vî r’engî wisa jî di şiroveyê pey wê da xwe didin xuyan.

Helbet, bi giştî helwesteke weha nikre mirov bigihîne têgihîştina pirsê û ne avaker e!

Eger mirov ji têkstekê (nivîsar) p’arçeyekî veqetîne, bi t’aybet jî, dema di derbaarê wat’e an naver’oka têk’stê bi xwe da t’u agahîyek nayê dayîn, wê demê mirovê bikaribe,  wek ku bixwaze, wisa jî tê bigihîje û ewê şirove bike. Hema tiştekî wisa jî derk’et hole, dema kekê Letîf Brûkî çend p’eyvên ji kontêk’stê qutkirî wek paragraf tîne û gotina xwe bi daxwîyanîyên katêgorik û hişk didomîne (belê, belê, hema – daxwîyanî!)... A, fermo, ew çend peyv: “... hemû agahîyên ji ber xwe  derxistî (hinartî) û dîtinên lêpovajîkirî yên di derbarê pêşîyên kurdên êzdî da... – Û piştî vê ev biradera bi awayekî bi fen dipirse: “Lê heya sedsala 12an di derbarê wan “êzdîyên” xiyalî da di kîjan çavkanîyan da hema agahîyek jî heye?”... – Û ev jî, ji pirsê zêdetir, daxwîyanî ne! Ew daxwîyanîyên wî jî ne ku zanistî ne, lêbes, sûbyêktîv in. Û helwesteke weha li hember pirsê jî, nikare r’ê li pêşîya gengeşîyeke avaker veke û bala xwendevanan dikişêne ser cîyekî dinê.

Li vir, dema min ev daxwîyanîyan xwendin, bûyereke panzdeh sal berê hate bîra min. Di nîveka cotmehaa sala 2012an da di Amedê da k’omcvîna di derbarê r’ewşa êzdîyan di cîhanê da pêk hat. Beşdarên k’omcivînê – k’urdên misulman, dilovanîya xwe li hember êzdîyan dîyar kiribûn û ji bo wê, ku pêşîyên wan demên buhurî li hember êzdîyan zulm û zordarî pêkanîne, ji wan lêborîn xwestibûn. Ewê konfêransê di nav r’aya gîştî da bi berfirehî dengvedabû û di derbarê k’arên wê da di çapemenîya gelek welatên cîhanê da hate r’agîhandin, û şiroveyên cihêr’eng çê bûn. Û evê yekê serekwezîrê T’irkîyayê yê wê demê Erdoxan har kiribû, û ewî bi çavsorî daxwîyandibû: Ola êzdî û  zerdeştî bingeha wan yek e, û ger wisan e, tu pêwendîya wê bi Xwedê ra nîne!( http://www.ezdixane. ru/content/ view/2095/2/ ).

Helbet, di evê daxwîyanîya Erdoxan da helwesta neyînî ya li hemberî êzdîyan û ola wan li ber çavan e, lê, bi vê ra, di wê da wisa jî rastîyek heye, ew jî kevnarîya wê olê ye… Û Erdoxan, wek îslamîstekî xwendî, berovajî hevbirayên xwe yên li Sovêta berê, nikaribû, ewê nebîne! 

Em vegerin ser mijara xwe!

… Çi bûye?! Ew çi ye, ku kekê Letîf Brûkî şaş û matma dike? Ew, ku min li şûna têrmîna bîyanî ya bi sûnî çêkirî – “yêzîd/êzîd”, p’eyva“êzdî” nivîsye? Wan mirovana, yên ku navekî wisa ji ber xwe derxistine (û ewên ku îro jî ewê p’eyvê bi k’ar tînin!), ji nûnerên vê civaka net’ew-bawerî pirsêne, k’a, gelo ew bi xwe bi çi navî xwe nas dikin? Ma ne, ewana xwe ne ku wek êzîdî, lê wek êzdî nas dikin? Û “êzîdî” û “êzdî” du têgehên ji hev cuda ne, û di p’irtûka navborî da di derbarê wê da bi hûrbînî heye...  

Ji bo ku xwendevanên hêja di vê da bi bawer bin, ez li jêrê p’arç’eyekî ji gotareke xwe ya di derbarê wê cudahîyê da tînim*...

An vî biraderî ew şaş û matama dike, ku li wir di derbarê kevnarîîya vê olê da tê gotin? Û lewra jî ew bi lez û bez pirseke hr’êtorîk diavêje holê: “Lê heya sedsala 12an di derbarê wan “êzdîyên” xiyalî da di kîjan çavkanîyan da hema agahîyek jî heye?”– Ango, dixwaze bibêje, ku ew bi xwe bawer e, ku agahîyên wisa nînin!

Helbet, eger agahîyên wisa hene, baş e. Lê, eger ji ber r’ewşên dîrokî, agahîyên wisa nemabin, ji ber ku ew lêpovajî an t’une kirine (ma, gelo bûyerên wisa di dîroka mirovahîyê da kêm hebûne?), wê demê mirov çi bike, ji sazîyên r’êvebirîya t’axan, an ji sazîyên xizmeta komûnal bawerînameyekê bîne?..     

Hema erka lêger’înên zanistî jî di wê da ye, ku wan agahîyan bi zanistî bibîne, yên ku di pêvajoya dîrokî da an hatine windakirin, an jibîrkirin, an jî lêpovajîkirin. Û di vê p’irtûka navborî da jî hema, bi r’êya lêger’înên zanistî û analîzên cihêr’eng, r’êzek r’ûpelên dîroka gelê me yên ne dîyar derk’etine r’onahîyê.    

Û lewra jî, p’irtûk di bin sernivîsa giştî ya “Berbi surên cîhana kevnar va” derk’etye.

Helbet, ez bi xwe t’erefdarê bi berfirehî nirxandina her gotarekê, r’aporeke zanistî an p’irtûkekê me. Lê pirs di wê da ye – bi çi awayî?

Ma dibe, ku mirov ji xwe r’a hema wisa hilde hevokeke nîvhero ji kontêk’stê qut bike û li dora wê hinek t’exmîn û ferazîyan ava bike û her tiştî r’ed bike?!  

Ev ne cidî ye!

Ya ku mirv matma dike jî, ew e, ku di derbarê van pirsan da berê di r’êzek gotarên min da hatibûye gotin, lê, jinişkêva, pirs bi wî şêweyî tê r’avekirin, qey bibêjî, berî wê di wê derbarê da hîç tiştek jî nehatye gotin…

Wisa jî helwesta evan şirovaeyan mirov matma dike, lewra ku ewana bêhtir hinek daxwîyanî ne,  û t’u tiştekî t’omerî di navbera wan gengeşîyên zanistî da nîne.  

Balk’êş e, kekî Letîf çi dixwaze bibêje, dema dinivîse:  “Lê heya sedsala 12an di derbarê wan “êzdîyên” xiyalî da di kîjan çavkanîyan da hema agahîyek jî heye?”– Çima wisa bi katêgorîkî, çima “xiyalî”? Yên êzdî hebûne û îro jî hene, û bi xwe jî xwe wek êzdî nas dikin. Lê ew, ku hinek bi şaşî wana êzîdî/yêzîd nav dikin, divê hema evê yekê hemû  matma bikirana, û di nav wan da, wisa jî, ev biradera... Ev têrmîna bîyanî – “êzîdî/yzîd” divê ji bo her k’urdekî (êzdî – ne êzdî!) bêhurmetî bûya. Lê, ji ber ku nûnerên sazîyên fermî, li ser asta fermî êzdîyan wisa nav dikin, ewana jî ew wek tiştekî asayî p’ejirandine, li şûna wê,  ku matamabûn û ner’azîbûna xwe diyar bikirina. Êzîdîdîtî/yêzîdîzm tarîqateke sofîyan e di îslamê da, lê êzdîtî – ola kevnar a gelê k’urd e û rojperestî ye (di vê derbarê da û di derbarê gelek pirsê dinê da, wisa jî di gotara min a …Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji holê rabe?!.. da (http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ çima_divê_ yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_holê_r_abe )...  

Balkêş e, jixwebawerbûneke weha ji k’u tê, mirov dixwaze tê têbigihîje?!..

Eger mirovek haya xwe bi tiştekî nînbe, nizanibe, an bêagahî be, ew pirsgirêka wî ye, û ew hîç jî nayê wê wat’eyê, ku her tişt wisa ye, wek ku ew têdigihîje!

Ev pirsa ne mijara gotarekê-duduyan e, êdî li k’u ma – ya şiroveyekê be!? Divê mirov vê mijarê beş bi beş, cuda, û bi giştî – di nava t’omerîyekê da, binirxîne...

Ew, ku di lêger’înên hinekan da hatye nivîsîn, ku êzîdîtî (yêzîzîzm) di sedsala 12an da derk’etye, dikare wisa be, û mirov dikare evê pirsê di nava govekeke dinê da binirxîne... Lê ew t’erîqet, bi sazîya xwe va, wek bawerî, heya dawîyê hê dereng şêwaz girtye û t’u   p’êwendîya xwe bi êzdîtîyê r’a nîne. Agahîyên dîrokî di derbarê êzdîtîyê da hê berî vê jî  hebûne, her çiqas lêger’îneran, an wan mirovan yên ku agahî ji ber hinek çavkanîyên kevn wergirtine, ew nava bi şaşî wek êzîdî, yêzîdî an îêzîdî nivîsîne û îro jî dinivîsin...   

 

Û pirseke dinê jî!

Ew, ku hinek nivîsk’ar an lêger’îner dinivîsin, ku demekê di nav k’urdan da bawerîyên olî yên dinê jî, yên wek mîtraîzmê, mazdêîzmê an jî zervanîzmê hebûne, ev  “nêrînên” wan pêdivîya xwe bi analîzeke zanistî ya k’ur heye, û ji ber wê sedemê, her çiqas naha bûye mode, û di hinek lêger’înên zanistî da di wê derbarê da wisa hatye nivîsîn, divê wan bi k’urdan va girênedin. Erê, dikare, hinek komên cuda yên k’urdan xwe li wan bawerîyan girtibin, lê ewana di nav gelê k’urd da belav nebûne. Lê êzdîtî îro heya di nav k’urdên misulman da jî zêndî ye. Heya naha jî di K’urdistanê da gelek binemal hene, ji  wan r’a bavêzdî dibêjin... Pîrozî û p’erestgehên êzdîyan t’enê li  Lalişê û Şengalê nînin, ewana (an jî k’ilafeyên wana) heya naha jî di hemû herêmên K’urdistanê da hatine p’arastin, bi t’aybet jî, di herêmên ç’îyayî da. Û stîla wan a mîmarîyê (architectural style) jî heman stîl e. Gelek k’urdên misulman heya naha jî ew jibîr nekirine, diçin ber wan, dua-drozgên xwe pêk tînin... Û ew, ku gelek binemalên k’urdên misulman wê bîr tînin, ku pêşîyên wan êzdîtî p’erestine, ew min ji ber xwe dernexistye! Û hîç pêwîst nake, ku bi ç’avê îslamê li êzdîyan û êzdîtîyê binihêr’in. Êzdîtî nebûye ola dewletê, lê ew stuna r’ewanî (a r’uhî) ya cîhana k’urdî bûye, ev tiştekî mîna r’ûdana şaristanîya k’urdî bûye û hebûna t’evahîya gelê k’urd e, ne ku ya k’omikeke biç’ûk a êzîdî-sofîyên îslamîbûyî ye, yên ku ji navê êzdîyan û êzdîtîyê diaxivin...

Û pêwîst nake, wan gotinan bi nave min va girê bidin, ên ku min negotine. Min ew gotye, çi ku gotye, û ew hemû di p’irtûka min da heye…

Ezê li vira çend p’arç’eyên nivîsên lêger’îner û nivîsk’arên cuda bînim, û hûn bi xwe bir’yarê bidin, xwendevanên hêja, k’a sedsala 12an li k’u dimîne…  

Bi sedemên ku t’ên zanîn, min di wan da têrmînên êzîdî, îêzîdî, yêzîdî bi ya êzdî guhartye, lewra ku gotina wan ne ku di derbarê êzîdîyan, lê êzdîyan da ye.  

 

Xaçatûr Abovyan:

“Zulm û zordarîya giran a ku ji hêla ermenîyan va li  îêzîdîyan hatye kirin, sala 1050 pêk hatye, di serdema nivîskarê ermenî yê navdar Grîgorê Gewre (bi navê Magîstros) da.  Wê demê Haykanê torin ê jêhatî û bawermend ê nûnerê padişêh (walî) di Mêzopotamîyayê da bi artêşeke mezin va êrîşî wî welatî kirye, li ku yên pûtperest diman. Ewî hinek ji wan bi barbarî tunekirin, beşek bi zorê anî ser bîrûbawerîya ermenîyan, lê beşê dinê, berê wan da  cîyekî dûr, ew koçberî rojava – kurahîya Mêzpotamyayê û Sûrîyayê kirin. Di dema me da Reşîd-paşa tiştekî lap berovajî vê pêk anî: ewî ew bêhtir berbi bakur va dan koçberkirin –berbi Rûsîyayê va. Grîgor ê torinê  ermenî, yê ku bi karên xwe bi nav û deng bibû, pir zane û jêhatîû bû, gelek nivîsên dijî êzdîyan li dû xwe hiştine. Êzdîyên ku ji zulm û zordarîyê filitî bûn, ji xwe ra cîyekî bi ewle, ku lê star bibin, li bal patrîkê Sûrîyayê digerin, û di kesê wî da li dijî oldarîya ermenîyan ji xwe ra piştgirî û parastineke hêztirîn dibînin. Heya di dema me da bi gotina Încîcyaan, şêxê sereke yê êzdîyan divê salê carekê here seredana patrîkê Sûrîyayê û bi dîyarîyên xwe dilnimzî û spasdarîya xwe li hember wî diyar bike... ”   

 (Абовян Х. А., Иезиды, газета «Кавказ», №9, Тифлис, 28. 02. 1848 г., стр. 4//Xaçatûr Abovyan, “Yên Îêzîdî”, r’ojnameya “Kavkz”, №9, T’îflîs, 28. 02. 1848, r’û. 4).  

 

***

Mêntêşaşvîlî A. M.:

“... bi bawerîya Hammêrê awstrî, êzdî peyhatîyên mardên  kevnar in...” (Ментешашвили А. М., Курды. Очерки общественно-экономических  отношений, культуры и быта. Москва, 1984, стр. 196//Mêntêşaşvîlî A. M., “Yên k’urd. Lêger’îna p’êwendîyên civakî-darayî, çand û debê”, Moskova, s. 1984, r’û. 196).

 

***

 

S. V. Têr-Manvêlyan:

“ Kurmancên êzdî, cînarên meye xêrxwaz ên îro, yên ku di destpêka vê berhema xwe ya sade da me di derbarê wan da bi bîr anîn, şaxekî medên cînarên meye demekê yên here bi hêz, peyhatîyên Astîyagê ji binemala  Vîştasp in...” ( Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ, Ախակցխա, 1910, էջ 41//Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmancên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, bi zimanê ermenî, r’û. 41).

 

***

S. V. Têr-Manvêlyan:

“Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê  –dewleta demekêye gewre (ango, Medya. – E. C.), kurmancên êzdî  di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye  xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên  xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan, parastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên  ku îro  desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî, yên ku ketine hemêza muhemmedîê.

Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin...”

(Di heman cîyî da, r’û. 5 – 6).

 

***

 

Êndryû Kollînz:

“Di derbarê kevnarîya berekên êzdîyan da di zargotina  wan a kevnar û gotinên pêşîyên wan da jî gelek agahî hene, ji ber ku ji bo hejmartina t’emenê cîhana me ewana serdemên demdirêj bi kar tînin. Ewana bi bawer dibêjin, ku hevtê û du Ademên cuda hebûne, her yek ji wan deh hezar salan jîyaye. Û wê demê di cîhana me da mirov nejîyabûne. Êzdî bawer dikin, ku mirovên dema me peyhatîyên Ademê  dawîyê yê hevtê û dûyem in, û ew jî tê wê wat’eyê, ku t’emenê cîhanê mîllîonek çarsed û çil hezar sal e. Rastînîya weha bi serê xwe di derbarê tiştekî da jî nabêje, lêbelê, ev hejmarên mezin (...) wana ji ar’îkê hilnedane. Lap berovajî wê – ewana dengveger’ên  serdewranên stêrkzanîyê yên p’ir’ kevn in û govenîya zanînên hejimarên gerdûnî ne (ûnîvêrsal), yên ku di çîrokên cihêr’eng ên gelên t’evahîya cîhanê da hene” (Эндрю Коллинз, «Падшие ангелы», Москва, 2008, стр. 207//Wergera rûsî ya pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî –  Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”, Moskova, 2008, rû. 207.).

_________________

* “...Îro di weşanên cuda û çapemanîyê da bi şaşî navê ola gelê k’urd a kevnar – ola êzdî – wek yêzîdîzm, an ola êzîd dinivîsin, lê bawermendên vê olê jî yên êzîdî nav dikin.

Bi vê boneyê dive bê gotin, ku navê vê olê ne ku ola êzîdî ye, lê – ola êzdî ye. Ev civaka net’ewî-olî bi xwe jî wek êzdîtî, an êzdîxane tê zanîn. Ji gelên cînar, ermenî ji êzdîyan r’a dibêjin yêzdî, lê yên dinê –yêzîd.

Divê bê gotin, ku t’u grêfterîyek di navbera navê ola k’urdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê r’avekirin: P’eyva Êzdî ji p’eyver’êza “Yê ez dayî”  tê. Paşê, hê dereng, ev p’eyver’êz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, deng jê werîyane, gihîştine hev û ew bûye p’eyvekê. P’eyver’êza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî <êzdayî<Yêzdayî<yê ez dayî). Hê jî di nav gelek êzdîyan da ji êzdîyan r’a dibêjin ezdayî...  

Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed P’êxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sult’an) cîhana îslamê bûye.

Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sult’an Êzîd) kur’ê Maewî bên Ebî – Şifyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata P’êxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kur’ê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di K’erbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata P’êxember tê û pismamên wan ên dûr – meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sult’an). 

Lê ew pirs, k’a gelo bawerîya Yêzîd (Sultan Êzîd) çawa anîne nava ola êzdî, hê bersîveke bi zanistî ya pêbawer ji bo wê nîne. Dibe ku ev bawerî dema r’êformên Şêx Adî anîbin nava ola êzdî, ji bo ku herç’ê êzdîyên ji t’evkujîyan firitîne, bip’arêzin, an jî…? Dibe ku zaniest îro ne amade ye, ku bersîva vê û pirsên dinê bide, lê mirov dikare bi bawer bibêje, ku hîç p’êwendîyek di navbera ola êzdî û navê sultan (xelîf) Êzîd da nine. Êzdîtî ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê ye. 

Têrmîn û navên bi vê olê r’a p’êwendîdar ên r’ast evin: êzdîtî, ola êzdî, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî”.

(Ji gotara Ezîz ê Cewo ya bi r’ûsî: «Эздианство», газета «Свободный Курдистан», февраль, 2013//“Êzdîtî”, r’ojnameya “K’urdistana azad”, sibat, 2023)

 

Li gel slav û r’êzên xwe.

Ezîz ê Cewo

Hezîran – 2017.

 

Gotar bi zimanê r’ûsî di malp’er’a KURDISTAN.TODAY da hatibû weşandin – http:// kurdistan.today/o-nabolevshem-i-po-povodu/