1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Demokrasiya tirkan û rewşa kurdan
Demokrasiya tirkan û rewşa kurdan,demokrasiya,tirkan,û,rewşa,kurdan

Demokrasiya tirkan û rewşa kurdan

A+ A-

Di mercên demokratîk de têkoşîna mafan û parastin û pêşvebirina destkeftiyan di destpêkê de ji bo aliyê ji bo van têdikoşe û ji bo hemû aliyên din, bi taybet jî, ji bo qada siyasî û civakî yek ji tişta herî  grîng e. Lewra êş wendakirin û tevlîheviyên wê pir kêmtir in. Ya din jî ku yek ji ya herî gring e, rê li ber baştir têgihiştina hev û du bi taybet ji aliyê civakê û civakî ve vedibe. Ev jî dikeve xizmeta çareseriyeka ji bo herdu aliyan. Ji bo herdu aliyan dibêjim, lewra di rewşa aloz û şer de, ne tenê aliyek zerarê dibine û wenda dike. Tevgera Azadiyê ji ber vê rastiya ku hîn pir zêdetir dikare li ser be gotin û kûr û berfirehkirin, xwest li ser vê rastiyê hin tiştan şîn bike. Ji bo vê gelek li ber xwe da ku niha jî deriyeke vekirî di vî warî de bibîne bi raya min dê xwe paşve nede. Ev, bi rastiya jor ve yekser girêdayî ye.

 

Gelek caran ji aliyê gelek kesan ve hatiye gotin ku şer, ji ber rêlibergirtin, an têkbirin, an tûnekirina hemû derfetên din, ji neçarî, weke rêya dawî tê ceribandin an jî pekanin.

Hemû raperîn û serhildanên kurd jî, ji ber vê sedemê rû dane. Eger -negihiştibin encameka weke armanc hatibe peşxistin jî, ev raperîn bûne sedema têkneçûn û pêşxistina giyana neteweyî. Bi qasî dewlemendiya kurd a dîrokî, ev têkoşîn jî bûne sedema parastina giyan û jiyana kurd. Ango dewlemendiya kurd a dîrokî jiyana azad û serhildêriyê û serhildêri jî, giyana neteweyi bi pêş xistiye. Ev rastî jî dide xûyakirin ku divê em çi di xwe de biparêzin û xwe li çi bipêçin. An na dawî rizandin û tunebûna giyanî ye, encama wê jî tunebûna fizîkî ango jiholêrabûna hebûna kurd e.

 

Dewleta tirk di sala 1946’an de derbasî pirpartitiyê bû. Di vê pevajoya 70 salî de, dema li rêje û daneyên hilbijartinên li Tirkiyeyê dinêrî, rêjeya çepgiran li gel sosyalist û koministên wan jî û di serdema wan a her baş de jî (1960-1970) derneketiye seriya ji %40’î. Di pêvajoya 70 salî de, bi ketin, rabûn û gûherandinên konjoktura Tirkiyeyê û ya cihanê jî, hejmara çepgiran di nav hev de li dora %35’e. Ji vê hejmarê ji %10’ê dengên kurdan derîne, dimîne ji %25. Ji vî ji %25`î jî herî zêde mirov dikare bêje ji %5 erêni nêzi pirsa kurd dibe û kêm ji wan jî, di nav hewdaneka dostane de ne. Aha me ji bo vê ji %5`î, xwe pelaxt heya niha. Dengê me yê (biratiya gelan) û (aşti) yê asîmanan çirand. Bê guman divê mirov di nav hewdanên erênî de be. Lê erênîbûn ne dûrketina ji rastiyên berçav e, em vê nabînin, an naxwazin bibînin.  Weke gelek tiştan em ji şorkirinê pir hez dikin. Li gel ku em gelek caran pê dizanin, dawi vereşandin e.

Di van hilbijartinên dawî de jî, AKP`ê xwe bi temami li dengên rastgiran girt. Ziman hewdan û hemû kiryarên xwe ji li gor vê hona, reng dayê û pêk anî. Hemû têkiliyên xwe, çi li hundir û çi li derve jî, li gor vê armancê dani û bi pêş xist. Li gel vê rastiyê jî, girtina ji %51’ê dengan ne serkeftinek e. Ew bixwe li hêviya bi kêmasî ji %60’ê dengan bûn. Loma ku dengê wan bixwe jî, bi gef û gur û gemar bû. Nêzi hilbijartinan ku pê îman anin wê nikaribin ji %60’ê dengan bigirin, dengê xwe jî li gor wê piçek nizimtir û zimanê xwe piçek nermtir kirin.

 

Ji %51’ê dengan destpêka têkçûna desthilatdariya AKP`ê ye û ew jî vê dizanin. Loma jî, dê bêhtir giranî bidine çewisandin, tepisandin, tirsandin û manîpulekirina civakê. Dîsa dê rê li ber birexistiniya civakê û pêşxistina nêrinên mûxalif û yen azad bigirin. Dizî jixwe sedema hebûna wan e.

 

Li ser bingeha vê analîzê dikare bê gotin ku rast e ku ji bo kurdan zêde tiştek neguheriye. Lê serkeftina dengên “na”, dikaribû bêhtir bibe sedema moral û motivasyona civaka kurd û belku dikaribû bibe şansek din ji bo ceribandina çareseriya pirsa kurd bi rêyên demokratik. Pişti xerabkirina bajarên Bakurê Kurdistanê û şewitandina bi sedan civanên kurd, belku bibûna hêviyek ji bo piçek kewandina wê birinê jî. Lê diyar e cardin ji berxwedanê pêştir tu rêyeka din li ber gele kurd nemaye û gele kurd jixwe bi dengên xwe re rengê xwe jî, daxwaza xwe û hilbijartina xwe jî pir zelal aşkere kiriye. Ev serbilindiya gelê kurd e. Di vir de dimîne civaka tirk. Lewra yê ku gotine erê diyar e wê çi bikin û dixwazin çi bikin. Lê yên gotine na, ne weki kurdan xwedi rêxistineke xûrt in û ji xweradestkirin û pejirandina desthilatdariyê re behtir vekirî ne. Li gel vê yekê jî, dîrokê nenivîsiye ku dîktatoriyek gihîştibe armanca xwe û têk neçûbe. Dîktatoriyên berê, ji bêr konjoktura cîhane û lawaziya çanda demokrasiyê behtir temendirej bûn. Lê îroj ne konjoktura cîhanê dikare dîktatorek bi taybet jî li Rojhilata Navin demek dirêj ragire, ne çanda demokrasiya pêşketî ya cihanê vê radigire û ne jî berxwedana mezin a gelê kurd û giyana wan a azad destûra vê yekê dide. Dê hemin tek biçin û ev ne pir dûr e jî. Tenê dil dixwest ku kêmtir êş bêne kişandin.

Mahabad Felat

2017-04-17