1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Demokrasî an Damoklesî?
Demokrasî an Damoklesî?,demokrasî,an,damoklesî

Demokrasî an Damoklesî?

A+ A-

 

 

”Bereketa her tiştî di destê Xwedê de ye, ya dew di destê diya min de ye. Çiqasî av lê dike ewqasî zêde dibe.”

 

Guherandina her tiştî di destê Xwedê de ye, ya demokrasiyê di destê desthilatdaran de ye! Çewa dixwazin, wisa direngînin, bi wir ve dikşînin, wisa bi kiras dikin.

 

Lê qet nebe li welatên pêşketî kirasên xweş lê dikin, xweşik dixemilînin û xweşik boyax dikin, dilê mirov dibijê. Dewletên Rojhilata Navîn û nîvdewletên mîna Başûrê Kurdistanê kirasê Xatiya Keyno ya bi heft pîneyan û bi kofiya wê ya xwar lê dikin (Tev bi qurbana Xatiya Keyno bibin) ku destê mirov ji dinyayê jî ji jîyanê jî sar dikin. ”Debir jixwe wêran bû, teyrokê jî lê da” ev rewş bixwe ye.  

 

Wekî Damokles in; hema bila ew li ser kursiyê key bin û ji nîmetên wê bixwin, bes e. Şûrê ku êdî bi tayek ji boçika hespê an bi doxîna Mehemedê me yê dîn girêdayî ferq nake, li ser serê wan û gelê wan e, hay ji bayê felekê nînin. Hebe tunebe kursiya key!

 

Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê:

 

Li ser çi esasî, bi kîjan lîsteyan, kîjan navan dê referendum bê kirin? Ji sala 1992an û vir ve serbixwe(!) ye Başûrê Kurdistanê ku ev dike 25 sal. 25 sal ne demek kin e. Îroj şoreşa Kurdistanê li ser milê xort û dotên kurd e ku temenê wan di navbera 18-25 salî de ye. Çima heya niha lîsteyek nehat amadekirin? Parlamento çima ev sê sal in girtî ye? Serokê parlamentoyê û li gel hemû parlamenterên ji derî yên PDKê çima nikarin bikevine Hewlêrê? PDK di hilbijartinan de ji sedî 32ê dengan wergirt, çewa dikare bêyî vîn û îradeya ji sedî 68ên mayî biryareke wiha grîng bigire? Referandûmek di bin siya bi dehan baregehên leşkerî yên tirk û li her bajarekî Başûr buroyeka MÎTa tirk wê çewa bê kirin? Heya hêzên tirk li Başûr hebin, di referandûmê de "erê" derkeve jî, di rastiya xwe de wê Başûr çendî serbixwe be gelo? Serxwebûn di bin siya çekên dijmin û solên leşkerên dijminan de pêkan e gelo? Serokê herêmê yê fermî ev sê sal in tune. Mesûd Barzanî, li gor qanûnên heyî jî, êdî ne serok e. Lê serdestî qanûnan e, çima? Ez dikarim li vir bi sedan pirsên wiha bikim ku bi temamî bi başî û pêşeroja azad a gelê kurd ve girêdayî ne lê bê bersiv in!

 

Îcar hejmara hilbijêran eletexmînî, pêkanîna referandûma serxwebûna gelekî bindest bi rêyên elebazarî û hele biryara vê yekê bi temamî bi erebbazarî, erebaqilî, lê nav demokrasî û navê pêşkêşvanê vê biryarê Partî Demokratî Kurdistan! Ka îcar vê demokrasiyê û vê demokratiyê li pîvanên demokrasiya gerdûnî bixin û destê xwe jî deynin ser wijdana xwe, ku di berîkan de nerizîbe.

 

Fikra wî çi dibe bila bibe, tu kurdek bi şeref û dilsozê gel û welatê xwe ku doza serxwebûna welatê xwe û azadiya gelê xwe neke tuneye. Ev ji bo min ne mijarek guftûgo an jî nîqaşê ye jî. Lê destpêkê, mijara serxwebûnê baş nayê têgihiştin. Lewra serxwebûna bêyî azadî dîsa bindestî ye. Ne azadî bêyî serxwebûnê û ne jî serxwebûn bêyî azadiyê nabe û ne pêkan e. Ev yek!

 

Ya din; ez wisa şik lê dibim ku di vê mijara referandûmê de em bi lîstikeke mezin re rûbirû ne. Lewra berteka fermî ya dewleta tirk çi dibe bila bibe, ez qet ne bawer im ku ev referandûm bêyî hay, guman û erêkirina wê dibe. Hebûna wê ya li Başûr bi leşker û MÎT û ziman, dibistan, muzîk, rêzefîlm û hemû çanda wan a çelexwarî, îsbata vê rastiyê ne.

 

1-    An hesabê, ji ber dengê erebên li başûr bi cî bûne û hîle û xurdeyan wê dengê na derkeve ji referandûmê kirine û bi vî rengî dê rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin û bêjin demokrasî pêk hat, gel naxwaze.

2-    An jî û îhtimala mezin; ji bo dewleta tirk li Başûr bêtir bi cî bibe û çewa di dema Osmaniyan de eyaleta Kurdistanê hebû, wê derê jî bikine eyaleteka xwe û rê li ber bertekên Îraqê ku dixwazin tirk ji nav axa Îraqê(!) derkevin bigirin; her wiha bi rêya vê dewletokê, rê li ber daxwazên Kurdistaneke serbixwe li parçeyên din jî bigirin, kurdan bi Kurdistana serbixwe(!) (ku bi tenê wekî Başûr be bi zanebûn û polîtîkayeke profesyonelî ev tê bipêşxistin û di hişên mirovan de tê bicîkirin) razî bikin. Bê guman ku dê ew jî ne serbixwe be, lewra dê di bin destê dewleta tirk de be û em ê jî bêjin tevî îmam allah û ekber! Bi vî rengî ew jî û hemû xêrnexwaz û dagirkerên Kurdistanê jî dê xwe ji mijara kurd û Kurdistanê rizgar bikin. Êdî kî bêje ”Kurdistan” Wê bêjin; herin Başûr, aha wa li wir e Kurdistane we û hûn xweş.

 

Mahabad Felat

2017-08-05

 

Wêne ji wikipedia hatiye girtin.

 


Gotinên miftehî :