1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Dengê zengilê şer tê
Dengê zengilê şer tê,dengê,zengilê,şer,tê

Dengê zengilê şer tê

A+ A-

 

Di derbarê çarenûsa gelê kurd de, bî qasi nankorî û bê edaletiya evdên Xwedê, adaleta Xwedê jî hukmê xwe ji zû ve wenda kiriye, edaleta wî jî êdî li Kurdistanê bê hukme.

 

Li hemberî daxwaziya gelê kurd a ji bo serxwebûnê, giştiya destûr û qanûnên mafên mirovan ên gerdûnî têne binpêkirin. Çav kor dibin, ziman lal dibin, bext baz dide ji meydanê.

 

Binêrin;

Tac û text û dewlet çawa ji her kes, milet û komikan re bûne edet û marîfet, ji miletê kurd re bûne qebhet.

 

Îro li dinyayê eşîr û qebîle jî bûne xwedî dewlet, lê 40-50 milyon kurdên ku welatê wan ji hêla çar guran ve bi çar perçeyan hatiye parçekirin, tu heqê wan nîne ku bi îradeya xwe biryara dehatûya xwe bidin!

 

Ên ku xwe pirr zêde nêzîkî Xwedê û pêxenberan dibînin, û ên ku bi şev û ro behsa demokrasiyê, mafê mirovan ê gerdûnî dikin, hûmanîstiya xwe wekî benîşt dicûn. Qaşo rêzê ji vîn, biryar û çarenivîsa gelan a hur û azad digrin. Lê binêrin bê çi gava mijar dibe Kurd û Kurdistan, a wê gavê rewş bi temamî diguhere.  Hingê milyaketên li erdê, cilên zebaniyan li xwe dikin. Li hemberî xwestekên gelê kurd dibin ceberût û Neronên dema me.

 

Dengê wawîk, gornepaş û kûçikên qidûsî bi ewete ewt û rewrew weha têkil hev dibe.

 

"Bila Kurd referandûmê çênekin. Îradaya xwe beyan nekin. Gereke kurd nebin dewlet."

 

Tev bi hev re dibêjin. "Eger kurd bibin xwedî dewlet, erdhejê çêbibe, qiyamet rabe, wê kevir li ser kevir nemîne. Wê tewazina herêmê xerab bibe, bi vê re dê tewazina dinyayê jî têk biçe û xerab bibe."

 

Ji kurdan re dibêjin, "ji bo azadiya xwe şer nekin, doza maf û demokrasî yê nekin. Bi qedera xwe razî bin, pirr neaxifin. Referandûmê çênekin. Uhw."

 

Lê bi rastî, ji xwe bi parçekirin û dagirkirina Kurdistanê re, tewazina herêmê û dinyayê bi yekcarî xerab bûbû. Ma ji vê û bi şûnde wê hîn çi bibe?

Di sedsala bîst û yekê de, 50 milyon kurd hê bê dewletin, bê statûne, welatê wan parçekirî û wêran e. Tu mafê wan ê serbest bijîn nîne, nahêlin hestiyê miryên wan jî di bin axê de di nava aramiyê de bimînin. Ma rewşeke ji vê kambaxtir heye gel9?

 

Madem bindestî û bê dewletiya kurdan ji bo wan hizûr e, hûnê êdî wê hizûrê nebînin, Tirk, Ereb û Farisno. Dem hatiye ku Kurd wê we ji welatê xwe biqewitîne. Ew dem, hema îro ye.

 

Eger bi serxwebûn, azadî û dewletbûna kurdan re dê qiyamet rabe, erdhejê çêbibe û tewazina dinyayê wê xerab bibe, de hema bila aniha xerab bibe, wêran bibe. Bila  îro be, ne sebê.

 

Bila qeda li wê herêm û dinayayê bikeve ku dê bi dewletbûna kurdan re tewazina xwe xerab bike.

 

Ji ber sedema çêkirina referandûma Başûrê Kurdistanê li 25 ê vê mehê, hemû xêrnexwaz rabûne ser tapanê, kêrên xwe disûn, zendê xwe vedimalin û gefan vedixwin. Bi kurtayî, dengê zengilê şer tê.

 

Ji wê bonê jî, gereke gelê Kurd bi giştî ji bo şerekî mezin

amade be. Riya amadebûnê ne bi zirt û forta ye. Tifaq ê. Eger hevkarîya hêzên kurd li herçar perçeyan, bî kongreya netewî were tacîdarkirin bersifa herî rast e.

Bese, şert û şirûta nedin pêş hev. Bi pyva "Feqat" û " Balam" dest pê nekin. Ew qas dujmin hene, hûn jî nebin dujminê hevdû.

 

Îbrahîm Osman

[email protected]

 


Gotinên miftehî :