1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Derewên Herodot, yan yê Kambîs û Kurê Herpago
Derewên Herodot, yan yê Kambîs û Kurê Herpago,derewên,herodot,yan,yê,kambîs,û,kurê,herpago

Derewên Herodot, yan yê Kambîs û Kurê Herpago

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Devê kîjan dîrokzanê Kurd, yan jî Kurdê xwenda vedibe, wê sêwirandina Herodot ya li ser ti belgeh û bingehî rûneniştiye, wek rastî be, vedibêje.. Ew sêwirandina Herodot ev e: Dibêje; “Serwerê Med Aştiyago (Astiyages) kurê Herpago kuştiye û bi wî daye xwarin!” Ji bo ku em bikanin vê derewê bi terî û bêbav derxînin û li rûçikê virkeran bidin, em berê li daxuyaniyên hin dîrokzanan binêrin:

Xenophon di berhema xwe ya bi navê “Kîropedya” de Aştiyago yê serwerê Med, ango kalikê Kuroş wek mirovekî resen, sempatîk ê ku bi fêrkirin û hezkirinî nêzîkê neviyê xwe dibe, mirovekî çeleng, xwedanê karekter, yekî “Kalêrûgeş” ji xweşikî, estetîkî û xwediyê karekterbûnê hez dike, raberî me kiriye. Ango Xenophon bi resenî û mezinahiya Aştiyago, Kuroşê Mezin dide nasîn. Hîç behsa bavê wî nake. Lewra bavê Kuroş, Kambîs virker, sextekar û dekbazek bû.

“Ktesias von Kindos” jî behsa çîrokeke wek vê lihevanîna Herodot nake. Nirxandina wî ya li ser Aştiyago pirr erênî ye. Heta radigihîne ku keça, yan jî xwişka Aştiyago, Amîtîs bi Zerdeşt Spîtama re zewiciye (Dibe ku keça Aştiyago be, lewre Xwişka wî bi Nabuketnazar re zewiciye).

Plutarxê Grêkî yê 450 sal dû Herodot re dijî û Herodot wek keysperest û fantazîperestekî bi nav dike jî, behsa çîrokeke wiha nake. Di hin cihên nirxandina xwe de jî radigihîne ku pirraniya nivisên wî li ser daxwaziyan hatine nivîsandinê.

Detlef Fehling (dîrokzanekî Elman e) di berhema xwe ya bi navê “Xebata li ser Çavkaniyên vegotinên Herodot /Die Quellenangaben bei Herodot / Studien Zur Erzählungkunst Herodot Berlin 1971” de dinivîse ku gelek tiştên Herodot nivisîne, ji rastiyê dûr in. Ango çîroka wî ya li ser Aştiyago yan derewa wî ye, yan jî ya Persan e. Hem jî dereweke bêwicdan û dijminahî dagirtiye.

Rêzdar Ezîzê Cewo, di lêkolîna xwe ya li ser Pêxember Zerdeşt de bi zelalî îspat dike ku “Kavî Viştaspa” yê di Avestaye de behsa wî tê kirin û ji belavbûna baweriya Zerdeştî re bûye alîkar, bavê Aştiyago, Keyaxares e. Ango yê Aştiyago perwerde kiriye. Zerdeşt bixwe ye.

Li aliyê din tê zanîn ku Herpago pisê pismamê Aştiyago ye. Ji wê malbatê tenê ew herdu mane (Dibe destana Memê Alan destana Aştiyago be), Lewma jî di destana Memê Alan de behsa du birayan tê kirin ku be zarok in. Aştiyago beriya herkesî bi Herpago bawer e, lewma jî ew kiriye sererkanê xwe. Heger çîrokeke bi zarokatî kuştina Kuroş heba, beriya herkesî wê Xanophon di berhema xwe ya bi navê Kyropedya de dinivisî û behse kuştina kurê Herpago jî dikir. Ango ev tê wê wateyê ku tişteke wisa tine, derew e. Em çend pirsan bikin: Pirs 1: Ma mirov bi kesekî bawer nebe, dike sererkanê xwe? Pirs 2: Ma mirov kurê yekî kuştibe û bi wî dabe xwarin, baweriya xwe bi wî tîne ku tevahiya hêzên eskerî bide bin fermana wî? Ango ev mijar bê mentiqî ye, çîrok e, û dereweke bi terî ye, dijminahiya tevahiya dîroka Kurdan e.

Wê çaxê kê kurê Herpago kuşt?

Her kes dizane ku di nava şahînşahiya Persan de eneneyek hebû, bi taybetî jî di nava malbata Taypê (Teipe) de ji bo paqijmayînê di nava xwe de dizewicîn, ango bi xwişk û metikên xwe re dizewicîn. Heger keçeke wan biçûya der, bi yekî re bizewiciya, wan yan ew, yan jî zarokên wan didan kuştinê ku nebin mîratexwirê serweriya mala Taypê. Heta tê zanîn ku piştî ku Zerdeştiyan ev forma zewaca wan wek tişteke awerte ji bo wan dipejirîne, hê nû baweriya Zerdeştî wek dînê dewletê werdigirin. Ev jî di dema Dariyûs de pêk tê û Dariyûs wêneyê xwe jî di nava Faravaharê de dide bicihkirin.

Li gor hin daneyan jina Herpago xwişka Kambîsê bavê Kuroşê Mezin e, lewma jî Herpago dixwaze Aştiyago keça xwe Mandenayê bide Kambîs. Ango heger kurekî Herpago hebûbe û hatibe kuştin jî, Kambîsê bavê Kuroş li gor eneneya malbatê ew daye kuştin. Piştre Keça Herpago bi Kuroş re dizewice. Bingehê xiyaneta Herpago di vir de veşartiye.

Hêvî dikim ev nivîs bibe belgeyeke bi bawer, ji îro û pê ve ti kes wê sêwirandin, yan jî derewa Herodot neke devê xwe. Li her derê ragihîne, bibêje: “Ku kurê Herpago hebe jî, Kambîs ew daye kuştin!” Dibe ku wî virkerê bavê Kuroş Kambîs jî ev îftira avêtibe ser Aştiyago ku bikane Herpago bikişine aliyê xwe û împaratoriya Med hilweşîne. Hima li derew û sextekariyên serkarên Îranê yên îro binêrin, hûnê bi hêsanî bibînin ku ev ji Kambîsê dekbaz wek mîrate mane. Binêrin her roj mirovên bê tewan bê guneh dikujin. Ez bi vê nivîsê hem serkarên Îranê, hem kesên bi qesta heqareta li dîroka Kurdan ev derewa Herodot gihandiye vê roja me, bi tundî şermezar dikim.

 

YENI OZGUR POLITIKA