1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. DÎALOGA NET’EWÎ YA SÛRÎYAYÊ – K’Î DIJ E, K’Î - T’EREF? [*]
DÎALOGA NET’EWÎ YA SÛRÎYAYÊ –  K’Î DIJ E, K’Î - T’EREF? [*],dîaloga,net,ewî,ya,sûrîyayê,k,î,dij,e,k,î,t,eref

DÎALOGA NET’EWÎ YA SÛRÎYAYÊ – K’Î DIJ E, K’Î - T’EREF? [*]

(Çend pirs ji bo serokk’omarê Fêdêratsîona R’ûsîyayê bir’êz Vladîmîr Pûtîn, bi bonaey daxwîyaynîyên wî yên vê dawîyê, yên di derbarê ç’areserkirina pirsgirêkên Sûrîyayê da)

A+ A-

Vladîmîr Pûtîn: “Her t’enê gelê Sûrîyayê dikare pêşer’oja welatê xwe dyar bike!”  

 

– Ma, gelekî wisa yê yekgirtî heye?

– Di bin desthilatdarîya r’êjîma beesî da û bi hebûna desttêwerdanên dewletên gewre yên nav k’arên wê k’omarê yên hindurîn, gelo ew gel, ê bi sûnî sêwirandî û ne yekgirtî, dê bikaribe bibe yek û pirsgirêkên xwe ç’areser bike?  

– An, bi dîtina We, eger bi şandina leşkerên t’irk ên dagerker – bi bermayên DAÎŞê r’a t’evayî, mirovê bikaribe bi destê zorê wan li hev bicivîne û bike yek – wek gelekî?   

 

Vladîmîr Pûtîn: “Kongrêya Soçîyê derfetan dide, ku mirov têr’orîzmê di Sûrîyayê da bi binî va r’abike!” 

 

– Bi çi awayî, eger bi erêkirina we ya bêdeng (?!), hêzên leşkerî yên sponsora sereke ya têr’ora navnetewî (DAÎŞê) – T’irkîyayê dak’utane wir û gelê sivîl ê Efrînê qet’il dikin, wan, ên ku bi lehengî li dijî têr’ora navnet’ewî têk’oşyane?! Û ew jî wê demê, dema ew xak di nava herêma di bin berpirsyarîya R’ûsîyayê da bû!

Wê dema, an Hûn k’urdan p’arçeyekî gelê Sûrîyayê nahejmêrin, an jî wana ji mafên wan ên xwezayî bêp’ar dihêlin, ku ew bi xwe li ser xaka xwe ya dîrokî pirsgirêkên xwe bi aştîyane ç’areser bikin!?

 

Vladîmîr Pûtîn: “Kongrêssa dîaloga net’ewî ya Sûrîyayê ya Soçîyê derfetan dide, ku sûrîyayî daxweza xwe ya ji bo bi dawîanîna şêr’ û ji bin va r’akirina têr’orê pêk bînin”.

– Dema ku Hûn vê kongrêssê bêyî k’urdan pêk tînin, we t’irê, ewê bikaaribe bibe forûma Sûrîyayê ya net’ewî-giştî?  

 

Vladîmîr Pûtîn: “Kongrêssa dîaloga net’ewî di Soçîyê da dê gelê Şûrîyayê bike yek!”

– Ma bi wî awayî gelan dikin yek – di bin gulebarana r’okêtan û bomberdûmana balafir’ên şêr’ ên artêşa T’irkîya faşîst da?!

 

Vladîmîr Pûtîn: “Dem pêr’a gihîştye, ku r’ûpelê t’rajîk ê dîroka Sûrîyêyê welger’înin!”

 

–Bi prênsîpa: “Strî bi strîyekî dinê ji destê mirov derdixin!”, hûn dixwazin, bi belavkirina têr’ora dewletê ya T’irkîyayê r’ûpelê trajîk di dîroka Sûrîyayê da wergerînin?

– Helbet bi bomberdûmanên hewayî yên T’irkîya faşîst mirovê bikaribe r’ûpelê trajîk ê dîroka Sûrîyayê welgerîne û wê trajîktir bike!  

 

Bi r’êzgirtin,

Ezîz ê Cewo Mamoyan

Zimanzan û şroveger,

Endamê Yekîtîya R’onamegerên R’ûsîyayê û PENa navnet’ewî

 

30. 01. 2018

_______________

[*]Ev name bi zimanê r’ûsî 30-ê r’êbendanê di malp’era Kurdistan today da hatye weşandin, a ku di Moskovayê da weşanên xwe pêk tine –http://kurdistan.today/sirijskij-nacionalnyj-dialog-kto-za-kto-protiv/