1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. DÎROKA ŞER’AN Û DERSÊN DÎROKÊ
DÎROKA ŞER’AN Û DERSÊN DÎROKÊ,dîroka,şer,an,û,dersên,dîrokê

DÎROKA ŞER’AN Û DERSÊN DÎROKÊ

A+ A-

 

 

Duh û îro – 8/9ê gulanê di cîhanê da r’oja serk’evtina li dijî faşîzmê pîroz kirin!

Lê, gelo bi serk’evtina li hember faşîzma Hîtlêr a wê demê, faşîzm di cîhanê da qedya?

Û eger mirov vê pirsê bide k’ê jî, her yekê jî bibêje –NA!  

Gulana sala 1945an faşîzm bikax kirin, lê ewê li cîyekî dine r’a da der… Û îro faşîzm dîsa bûye mode. Heya dewletên gewre jî di lîstikên xwe yên siyasî da hewceyê wê dibin, bi wê r’a dik’evin nava hevk’arîyê. Û di vî warî da, ya ku here bi fêlbazî baş dilîsze, T’irkîya faşîst e, ya ku ji hêlekê va NATO ji xwe r’a kirye sîwan, ji hêla dinê va bi R’ûsîyayê r’a tewlebazîyan dide xwe, û bi wan têk’ilîyên xwe tirsan li NATOyê difir’îne, û weke hev ji herdu t’erefan jî sûdê werdigire… 

Bala xwe bidinê, di cîhanê da r’ewşeke mîna ya salên 1936 – 2939an derk’etye hole. Wê demê Hîtlêr jî bi hemûyan r’a bi siyasî dilîst, ji hemûyan sûd werdigir, û yer her dewletekê jî dixwast wî bi hêz bike, ji bo ku berî ser dewleteke dine bide, lê di dawîyê da Hîtlêr derbên xwe gîhandin hemûyan jî, û her paşê cîhan neçar bû, ku li dijî wî bibe yek… 

Gelo Erdoxan jî ç’arenûsa Hîtlêr dubare dike, an a Seddem Huseyn?

Lê, heya ku roja wî jî pêr’a bigihîje, ya wek destpêa gulana 1945an – ji bo Hîtlêr, û di Ankarayê da peymana têkçûna T’irkîya faşîst bê îmzakirin – wek 8/9ê glana 1945an ji bo Almanîyayê, gelo dê çiqas xwîna mirovên bê sûc û guneh biher’ike?

Ma, gelo mirovahî ji dîrokê dersan dernaxe?

Hê rûpelê şerekî negirtye, mirovahî destbi r’ûp’elekî nuh dike

… R’ast hatye gotin: “Şer’ê nû wê demê destpêdibe, dema yê kevn tê jibîrkirin!”

Wisan e – dîroka mirovahîyê dîroka şer’an e!  

 

Ezîz ê Cewo

09. 05. 2018