1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Dîktatorên bi nexweşiya Caligula ketine
Dîktatorên bi nexweşiya Caligula ketine,dîktatorên,bi,nexweşiya,caligula,ketine

Dîktatorên bi nexweşiya Caligula ketine

A+ A-

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Caligula keyserekî Romayê bû, ji ber nexweşiya xwe ya psîkopatiyê, ji her kesî guman dikir, ji siya xwe jî guman hil dida. Jiwê, pirraniya senetorên bi nêrîneke wî jê guman hil dida, lê binêriya, wî ew di bin navê xiyanetê de dida kuştin. Hespê xwe wek balyozê Romayê tayîn kir. Keçên senetoran bi hespê xwe re dizewicandin. Bala xwe bidin dîktatorê Tirkiyeyê, yek hevalekî xwe yê berê li dora xwe nehişt, ji hemûyan guman dike. Bi rêya çeteyên xwe yên di forma mafyayê de birêkxistiye, dengên wan dide birrîn.

Neron xwarziyê Calîgula bû, diya wî hatibû derbider kirin. Li aliyekî ji ber vê rewşa diya xwe, li aliyekî jî ji ber giyana xwe ya nexweş wî ji her tiştî guman dikir. Wî ji bo ku bikane bajarê Romayê ji nû ve li gor sewirandina hişmendiya xwe ava bike, ji binî ve da şewitandin. Jin wek alavekî zewqa xwe didît, ti nirxek nedida wan. Psîkopatê Tirkiyeyê jî ji bo bajaran bi TOKI´ya xwe ji nû ve, li gor cihana xwe ya psîkopatî ava bike, di nava hewldane de ye. Wî ji bo vê bajarên Sûr, Cizîr, Nisêbînê ruxandin, dîsa li Stenbol û gelek bajaran bi vê armancê gelek daristan wêran kirin.

Hîtler, xwest li gor mînaka Babîlon, Qehîre û Romayê, Berlînê têke paytexteke bê mînak ya dema xwe. Lema di bin navê "Neue Germania" de nîvê bajarê Berlînê ruxand û xwest li gor cihana xwe bajarê Berlînê û avahiya meclîsê ji nû ve bide lêkirin. Her wisa Çawuşesko jî qesra herî mezin ya cihanê ava kir. Dîktatorê psîkopat RTE jî wekî wan daristanên Koca Tepe yê wêrankirî, li wir qesreke 1150 odeyî da avakirin. Navê wê jî wekî qesra serokatiya Emêrîkayê, Qesra Spî danî.

Caligula, Neron, Hitler her wisa hemû dîktatoran rikber û muxalifên xwe, bê egereke dadî bi boneyên piçûk, avêtin zîndanê, yan jî ew kuştin. RTE hê ji wan xirabtir e. Hinan ji ber reng, û nijadî, hinan ji ber nêrînên wan, hinan ji ji ber polîtîka rast ya derew û sextekariya RTE li ber çavan radixînin, digire. Bi wî jî namîne dest datîne ser heyiyên wan.

Hîtler ji bo bikane tevahiya Elmanan bi xwe ve girêde, bi armanca kolonî bidestxistinê dest bi şer kir, xwest berê tevahiya Ewrûpayê dagire. RTE jî piştî serkariya xwe hetanî radeyekê da rûniştin, her ket nava şer, berê xwest bi rêya DAIŞ´ê bigihîje hin armancên xwe yên kirêt. Daku bikane bibe xelîfê reîse demê. Piştî Daîş têk çû, vê carê jî rasterast dixwaze bi şerê li dijî Kurdan hestê nijadperestiyê gurr bike û li ser kar bimîne. Wer xuya ye ku piştî ziyaretên Fransa û Elmayayê, ji wan sozên piştgiriyê girtine, lema rasterast fermana êrişkirina ser Efrînê da.

Cudahiya Hîtler û RTE ev e: Hîtler bi piştgiriya sermaya Elman ya ku bi Fransî, Ingilîz, Emêrîka û Sovyetê re di rekabetê de bû, li ser piyan dima. Vê jî sermaye û berjewendiyên wan welatên navbirî tehdît dikir. Ji wê jî tevhev bi hev re li hember faşîzma Hîtler rawestiyan. RTE wekî gasikekî sermaya derve ye, ji bo hin guhertinan tê bikaranîn. Lema ew dewletên navbirî dîrekt êrişê wî nakin. Dem bi dem ji bo berjewandiyên xwe, hinekî guhên wî dikişînin, hew. Rusya jî ji bo hin hîmên Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe biguherîne, ew balafira xwe ya hatî xistin wek alavekê bi kar anî û hefsarê RTE girt destê xwe. RTE ne wekî Caligula, Neron û Hîtler serokê hêzeke cihanî ye.  RTE û AKP´ya wî di her warî de ketine nava tawanên dij mirovî yên herî giran, her dem dikanin bi belge werin girtin û bi cezayên herî giran werin darezandin. Li gel van egeran Tevgera Azadiyê bi çalakî û serketinên xwe ew aniye ber şêmûga têkçûnê. Ew her roj di xewna xwe de darezandina xwe dibînin. Ji bo ku bikanibin bi kêmasî jiyana xwe û dîktatoriya xwe hineke din dirêj bikin, tenê rêya şer dibînin. Lema hewl dide ku li aliyekî bi şer bertekên li dij xwe kêm bikin. Li aliyê din cihanê bi şer re bide mijûlkirin da ku tewanên wî hetanî radeyekê were jibîrkirin.

Bi gotineke kurt û Kurmancî, psîkopat RTE edî di pêvajoya xwekuştinê de ye. Her çendî gelek hewl da li Sûdanê cihekî ji xwe re bibîne, lê ew jî ne ewle ye. Yanê, wek vê gotina gel, "Tu biçîzî, neçizî. Tu qenceliz î!" Êdî dawiya RTE nêzîk bûye. Lema dibe ku bi awayekî xwe kuştinî êrişê Efrînê bike. Efrîn parastin, RTE têkbirin, divê sonda hemû Kurdan be!



463 
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA