1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. Dîrok û çîroka Gundê Huseynika
Dîrok û çîroka Gundê Huseynika,dîrok,û,çîroka,gundê,huseynika

Dîrok û çîroka Gundê Huseynika

Serê pêşî ji bêtifaqiyê gund xira dibe, di dawî de jî bi tifaqê gund şên dibe

A+ A-

Huseynik, gundekî dîrokî û kevn e. Dikeve başûrê rojavayê Licê. Ji Licê 15 km, ji Amedê 78 km dûr e. Di nav gundên Licê de yek ji gundê herî kevn û dîrokî ye.

Bi navê Çelebî mezreyek wê heye.

 

Gundê Huseynikê, serê pêşî li Serê Bîrê bûye. Li Serê Bîrê û Kaniya Şahqulî xirabe û mezelên kevin hene. Ji bilî wan li herêmên wek Kevirê Kewan, Heslanî, Kevirê Reş û Newala Goman jî xirabeyên Koçeran hene.

 

Gundiyên berê, bi xwedîkirina pez û dewaran, bi çerçîtî û bazirganiyê, bi çandina genim û rêncberiya rezan debara xwe dikirin. Rezên Huseynikê gelek in û bi nav û deng in.

 

Gund bi giştî herêmeke çiyayî û stratejîk e. Her çiqasî tu şopên ber bi çav ji mirovên serdema neolîtîk tune bin jî, gelek şûnwarên wê serdemê li herêmê wek nawîs, şikeft û sarinc hene.

 

Li gorî dîroka Kurdên Merwaniyan, di navbera salên 985 û 1086'an ( Piştî Zayînê ) de, dema Entax sencaxa Farqînê bûye, gundê Huseynikê jî şên bûye û girêdayî Entaxê bûye. Di sala 1871'ê de, gund bi Licê ve tê girêdan.

 

Piştî Împaratoriya Romê herêmê bi dest dixe, bi dek û dolaban bêtifaqiyê dikin nav gelê herêmê.

 

Li gor gotinên mezinên Huseynikê, wê demê gund du tax bûye. Taxek li Serê Bîrê, taxek li Şahqulî bûye. 

 

Dîsa tê gotin ku ev herdu tax ne ji heman mezhebî bûne. Tifaqa wan tifaqeke dostanî û bêhempa bûye. Wisa bi hev bawer û li hev ewle bûne ku tu caran deriyên xwe ji ber hev û du negirtine. 

 

Hema hema piştî sala 1086'an ku Rom li herêmê hukim dikin, bi lîstikên qirêj dixwazin gundên bi kêr in perçe bikin û bêtifaqiyê bikine nava wan. Di wê demê de Împaratoriya Romê di bin desthilatdariya Qeyser de bûye.

 

Qeyserê Romê li ser van qirêjiyan plansaziyekê dike ku bêtifaqiya di nav xelkê heremê de belav bibe. Yek ji wan planên wî yên qirêj jî li ser Huseynîkê hatiye kirin. 

 

Rojekê yekîneyeke leşkerî dişîne gundê Serê Bîrê ku ji gundiyan hêkê mirîşkan bistînin. Çiqas hêk di gund de hene distînin û diçin. Piştî ji gund derdikevin plana xwe ya qirêj dikin dewrê û ji Neqeba Sor vedigerin têne gund. Hêkên ku kirîne hemûyan dîsa li gundiyan vedigerînin. Armanca wan ew e ku tifaqa gundiyan xira bikin. Ji bo ku hêk hemû dişibin hev jin û bûkên gundiyan bi hevdu dikevin û her yek dibêje ev hêka min e. Piştî vê planê, gundî bi hev dikevin û tifaqa wan xira dibe.

 

Tê gotin bi vê planê gund tê xirakirin û wêran dibe. Ji vê felaketê, tenê jineke ducanî xilas dibe. Ev jin bi eslê xwe ji gundê Tilê bûye û bûka gund bûye.

 

Jinik, ji neçarî diçe gundê Tilê mala bavê xwe. Piştî çendekî lawekî wê çêdibe û navê Hesen lê datîne. Hesen mezin dibe û dibe xortekî çeleng û bi kêr. Rojekê bi zarokên gundiyan re pevdiçe û li zarokekî dixe. Piştî vê bûyerê, gundî bi ser mala wan ve digirin, tehdahî û heqaretê li wan dikin. Dibêjinê kes nizane mezelê bavê te li ku ye tu hatiyî li gundê me mêrxasî û heqaretê li zarokên me dikî. Hesen ji dayîka xwe re vê rewşê dibêje:

 

- Dayîka min, ka ji min re bêje bê bavê min kî ye? Çi bi serê wî de hatiye? Mezelê wî li ku ye? Ez kî me? Tu kî yî? Gundê me li kû ye?

 

Dayîka Hesen jî ji serî heta binî jê re meselê dibêje û ji Tilê radibin, têne gundê Huseynikê ji nû ve şên dikin.

 

Ji ber gundê berê ji Tilê xuya nake, bavkalê Hesen dibêje: "Ji bo em di mereqê de nemînin xaniyê xwe li diyar çêkin, gava çira we vêketî xuya bike em ê bizanibin ku hun sax in."

 

Di derbarê vê dîrokê de çavkaniyeke zelal tune. Tê gotin ku di dema xelayê de bûye.

 

Piştî ku Hesen û dayîka xwe gund ji nû ve şên dikin, Hesen dizewice û bi navê Husên lawekî wî çêdibe.

 

Tê gotin heft lawê Husên hebûne û her heft jî zewicandî bûne. Gava nangiranî çêdibe, eşîr û mîrên herêmê xişir (zêr û zîv) di ber genim û garis de didin. Her ku karwanên mîr û began derbas dibin hemû bûkên Husên çi di malê de heye difroşin didin bi xişir û di kuwaran de vedişêrin.

 

Tê gotin rojekî Mîrê Hezroyê bi 40 siwaran ve tê li mala Husên dibe mêvan. Husên jî dizane xwarin û pêxwarineke îkramê mêvanê xwe bike tune. Ji xem û qehran serê xwe dike ber xwe û difikire. Jina wî dibêje: "Husên! Çima te serê xwe kiriye ber xwe û difikirî? Serê xwe bilind bike. Qey tu mêrê vê rewşê yî? Bi hezaran mêvanên te bihatana serê te bilind bû. Wekî her carê bila serê te bilind be." 

 

Nexwe jina wî hesabê rojên xirab kiriye û zexîre veşartiye. Jina Husên radibe ji mêvanan re xwarin û vexwarinê çêdike û wan bi rê dikin. Piştî mêvan diçin Husên heft bûkên xwe top dike û serê wan dike nav zêr û zîvan û dibêje: "De bixwin! Zêr û zîv nabin şîv û nayên xwarin."

 

Di wê demê de nangiranî û birçîbûnî li herêmê zêdetir belav dibe. Bandora xelayê li ser malbata Hesen û Husên jî çêdibe û ji birçîna hemû dimirin, tu kes ji wan namîne.

 

Piştî Hesen û Husên, dema dizî û şelihandinê destpê dike. Di wê demê de mîr û begên ku bihêz bûne li gundî û gomiyên herêmê tehdahî û heqaretê kirine û mal û milkên wan talan kirine. Tê gotin rojekê begên aliyê Hênê bi siwarî tên derdora Qişa Qeran û Kevirê Kewan ku diziya Mala Resûlê Beza bikin. Resûl, xortekî çeleng û egîd bûye, diçe li pêşiya wan kemîn datîne û siwarekî ji wan dikuje. Piştî vê serpêhatiyê cih û war li wan xira dibe û ji Kevirê Kewan bardikin tên li rasta gundê Huseynika xanî çêdikin.

 

Piştre bûyer û serpêhitiyên bi vî rengî zêde dibin. Resûlê Beza, bi malbatên derdorê re tê gel hev û bi hev re danûstandina tifaqê dikin. Piştî danûstandinan biryar digrin ku li hemberî dizî û talanê bibine yek. 

 

Li gor gotinên bav û kalan gundê Huseynikê yê niha serê pêşî ji heft malbatan pêk tê. 

 

Gundê Huseynikê ji aliyê hêzên desthilatdar ve sê caran hatiye şewitandin. Cara pêşî, di dema desthilatdariya Qeyserê Romê de. Cara duyem di dema serhildana 1925'an a Şêx Saîd û hevalên wî de û herî dawî di 14'ê gulana sala 1994'an de ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye şewitandin û valakirin.

 

ZIYARET

 

Li gund, sê ziyaret hene. Ji van ziyaretan a herî mezin ziyareta gund e. Jêre dibêjin Ziyareta Diyar. Ziyaret, li tepê gund e. Bawerî pê heye ku duayên jêre bêne kirin qebûl dibin. Gundî bi navê vê ziyaretê sond dixwin.

 

Ziyareteka din jî di nav mezelên Xeymecan de ku wek ziyaretgaha Eyşo Fato tê gotin heye. Ziyaret, dikeve rojhilatê gund û bi qasî kîlometreyekê ji gund dûr e. Di demsalên cûda de mirov ji bo hêviyê wan bêne cih diçin ben an paçek ji kirasê xwe bi dara ziyaretê ve dikin.

 

Yek ji van ziyaretan jî, ziyareta Heslanî ye. Ziyaret dikeve rojavayê gund û bi qasî kîlometreyek û nîv ji gund dûr e. Bawerî pê heye ku ji gelek nexweşiyan re dibe derman.

 

CIHÊN DÎROKÎ

 

Li herêma gundê Huseynîkê kelehekî kevnar û dîrokî heye. Keleh, dikeve rojavayê gund û zêdetirî du kîlometreyan ji gund dûr e.

Keleh li ser rêya karwanê xeta Erzerom û Amedê, di navbera bajarê Deqyanûs û Şikeftên Birqleynê de ye. 

 

Li nêzî xirabe û mezelên Şahqulî nawiseke dîrokî heye. Ji erdê 3-4 metre bilind e. Li ser zinareke kilsî hatiye kolandin û wek cihê spartinê hatiye bikaranîn. Di derbarê dîroka wê de agahiyên zêde zelal nînin. Lê tê gotin ku bermahiyekê ji serdema neolîtîk e. 

 

Li Bakur û Rojhilatê Bakurê gund, li sêgoşeya gundê Huseynikê, Goma Xicîkan û Pehnavê zêdetirî 10 nawis û şikeftên ji serdema neolîtîk û ji dema nû hene.

 

NAVÊ GUND

 

Gund navê xwe ji navê Husên digire. Rastiya navê gund Husênik e. Bi wateya xwe Husênê Piçûk e. Husên wek kesekî hêja û qedirbilind hatiye naskirin. Di piçûkiya xwe de kesekî pir jîr bûye û jê re gotine Husênik.

 

REWŞA DAWÎ

Piştî şewata 1994'an gund 9 sal vala ma û pîştî van salên zor û zehmet bi vegera çend kesan gund ji nû ve şên bû. Niha li gund zêdetirî 30, 40 mal hene. Hejmara kesên li gund dijîn 60, 70 kes in. Berî şewata 1994'an bi navê Goma Çelebî, Goma Ahmedê Tahar û Goma Mihemedê Narê sê mezreyê gund hebûn. Niha ev her sê mezre jî xirabe û vala ne.

Piştî sala 2010'an hinek şêniyê gund li nav rezê xwe û hinek kesan jî ji gund dûr xanî çêkirin. Wekî bi navê Berê Nawisê, Mala Sebahettîn û Malê Rezan nav li van malan hatiye kirin

 

Mordem Zel

21 Avrêl 2018