1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Dîsa Beşîkçî û kurtenêrînek
Dîsa Beşîkçî û kurtenêrînek,dîsa,beşîkçî,û,kurtenêrînek

Dîsa Beşîkçî û kurtenêrînek

A+ A-

 

Îsmaîl Beşîkçî, piştî 36 rojan li ser berxwedana dîrokî ya Efrînê, kerem kir ji Basnews´ê re axivî. 
Baş e, mirov xwe û nêrîn û nêzîkahiyên xwe aşkere dikin. Ji bo kesên bixwazin têbigihêjin, zêde zêde jî aşkere ye ku Beşîkçî ji vê berxwedanê pir jî dilxweş nîne, lê ji neçarî pesnê gel(!) dide.
Dilxweş nîne, lewra ked, felsefe, rê, rêbaz, amadekarî û baweriya xurt a li dû vê berxwedana dîrokî bi van gotinên xwe înkar dike: ”Di nav raya giştî ya tirk û kurd de baweriyeke bi vî rengî heye ku piştî bûyerên 6-8´ê kewçêra sala 2014´an PKK/KCK’ê bêtir grîngî daye Rojava. Lê hewldana kurdan a ji bo avakirina baweriyeke neteweyî, baweriyeke bi welat û zimanê wan, grîngtir e.”

Tu gel bêyî pêşengî û rêberiyekê, bêyî birêxistiniyekê, bêyî ked û xebateke demdirêj, bêyî amadekariyekê, nakeve, nikare bikeve nav hewldaneke ku Beşîkçî dibêje. Hele ku ev gel gelê kurd be ku heya bi şanikên xwe ve ji hev hatibû parçekirin, belavkirin, jihevdexistin. Beşîkçî vê rastiyê jî ji gelek kesan baştir dizane, lê diyar e li hesabê wî nayê.

Li gor Beşîkçî, PYD bûye sedema êrîşa dewleta tirk a bi ser Efrînê ve. Ev wiha jî dikare bê xwendin; dewleta tirk di vê êrîşa xwe de mafdar e. Ev bi vî rengî nehatibe gotin jî, pir bi hêsanî dibe sedema afirandina têgîneke wiha. 
Manîpulekirin û afirandina têgînên bêbingeh kar û hostetiya dewleta tirk e. Beşîkçî jî tiştekî cuda nake.
”Rûsyayê dixwest têkiliya PYDê û Esad bihev re deyne” 
Ka jixwe li gor te û daxuyanî û nirxandinên te yên berê, ev têkilî ji berê ve hebûn qaşo? Û te vê têkiliyê weke îxanetek bi gelê kurd re dinirxand?
”Rûsyayê dixwest ji bo kurdan herêmeke xweser ava bike û rejîmê û PYDê bîne ser heman xetî. Her wiha dixwest têkiliya kurdan bi DYAyê re bibire û li beramberî vê jî, li dijî êrîşeke dewleta tirk dê li ba PYDê cî bigirtana, lê PYDê ev hemî red kirin û bi vî rengî jî lempa kesk vêxist ji êrîşên dewleta tirk re.”

Mirovek xwedî wijdan û xêrxwazek van derewan nake û rastiyan ewçendî aşkere serobino nake. Hemû cîhan dizane û PYDê û QSDê jî daxuyandin ku Rûsyayê ji wan daxwaza bitemamî radestkirina Efrînê ji hêzên rejîmê re kiriye û PYD û QSDê ev yek nepejirandine. Îcar ez ê bêjim bila ruyê te reş be.

”Ez di wê baweriyê de me dê ev şer dirêj bajo. Dê Efrîn bê parastin. Kurdên li Efrînê, dê cî û warên xwe, axa xwe biparêzin.”

Kîne ev kurdên Efrînê? Li ku devera cîhanê, di kîjan demên dîrokê de hatiye dîtin ku gel ji berxwe ve bêyî pêşengî rabuye ser piyan û axa xwe parastiye û li hember hêzeka dêwîn û hovane berxwedaneke wiha dîrokî daye? Hilanîna navên YPG û YPJ´ê çima li Beşîkçî ewçendî giran tê? 

”Efrîn dê nebe mîna Kerkûkê” Ev pejirandineke ji neçarî ye. Berxwedana bêhempa ya dîrokî vê bi Beşîkçî dide gotin. Lê dîsa jî çivan dide xwe; ”Kerkûk bûbû qada dewletên cuda û saziyên navneteweyî. Her wiha kurd ji nav xwe ve belav bûn, komek ku alîkariya dijminên xwe kir derket holê.”
Baş e li Efrînê dewletên cuda û hesabên wan nînin? Tirkiye, Sûriye, Rûsya, Îran, Almanya, DYA, Fransa, Katar, Azarbaycan yên ku aşkere têne zanîn. Lê ev nelê ne, ne wisa? Û li Kerkûkê bi tenê xiyaneta komek bû? Baş e, lê ji %55ê axa Başûrê Kurdistanê radestî Îraqê hate kirin; li 20 ciyan baregehên dewleta tirk hene, van hemiyan jî ew koma xayîn(!) kir?

Beşîkçî pir aşkere û vekirî dijminahiya Tevgera Azadiyê dike. Gelek caran bi gelek nivîs, daxuyanî û hevpeyvînên xwe, vê rastiya xwe bixwe îsbat kiriye. Îcar kesekî ku bi vê tundiyê dijminahiya Tevgera Azadiyê bike lê di vê nivîsa xwe de jî rexneyên şermok li dewleta hoveber û faşîst a tirk bike, nabe ku li hember berxwedana dîrokî ya bêhempa xwedî hest û nêrînên baş be.

Mahabad Felat
2018-02-24