EV DER SÛR E,ev,der,sûr,e

EV DER SÛR E

A+ A-

Ev der Sûr e
Xwedî bîr û birînên pir kûr e
Hûn darên li ser wê êşê şînbûyî
Gelo çend guleyên har
li laşê we daçikandî man?
Bi her qêrîneka ji gewriyên
bi hêrsa dem û serdemên hov dagirtî derdayî
Çend pel weşiyan ji şaxên we?
We çend hêstirên dayîk û zarokan vexwar
û çend pelên we şîn bûn ji nû ve?
Aha ew in hêvî ji lewre!

Têbinî: Wêne ji rûpela Şivan Vural Tantekîn hatiye girtin. Mala wî ava.


Gotinên miftehî :