Evîn,evîn

Evîn

A+ A-


Hezkirin û evîn hestên pîroz in ku li ser bingeha kedeke bê hesab û yekalî têne jiyîn.

Hezkirin û evîn, jixwedayîna yekalî û bê hesab e.

Evîndar derwêş e, tenê dizane bide û bi wê dayina xwe şa dibe.

Pîvana hezkirin û evîndariya mirov, jixwedayîna bê hesab a mirov e.

Gelê kurd, rûmeta xwe ya herî mezin, parçeya laşê xwe ya herî pîroz, delaliyên xwe, zarokên xwe dane vê têkoşînê; dilê xwe jî, mîna moriya nezerê bi ser dilê wan ve vekirine û şandine.

Bi lehengî, dil, mêjî, fîdakarî, ked, xwîn û xwêdana xwe, ew bûne delaliyên netewa kurd û canê xwe dane vê rêyê.

Bi her dayinekê re şa bûn, bi her şabûnekê re mezin bûn.

Hinekên ku nizanin jixwedayîn çiye û ji lewre jî tu carî nekarîne bibine evîndar û hezkiriyên rasteqîn ên vî gelî û vî welatî, li ser navên rewşenbîrî û siyasetmedariyê, li bazarên genî dezge vekirine, hewl didin aqil bifiroşin, pê re jî bihayên xwe bilind bikin.

Hinekên ku li ser siyaseta kurd, lê li ser xwîna kurd delwmend bûne jî, hîn xwîna van cagorî û evîndarên mezin di nav laşên wan de sar nebûye, bi kujerên van cangoriyan re ji bo bazarên nû yen gemar rûdinên, da ji nû ve agir bi kezeba vî gelî bixin.

Lê ev hemî jî hewldanên vala û xwexapandin e, ne tu tiştek din.

Lewra ev doz ne doza bazirganan lê ya evîndaran e...
Lewra ew navê Xuda ne... 
Lewra ew evîn bixwe ne...

Rewşenbîr jî ew in, welatparêz jî ew, siyasetmedar, leheng û hêvî jî her ew in û gel vê rastiyê dizane, lewra gel dilê xwe yê mîna moriya nezerê bi dilê wan lehengan ve vekiriye û wan baş nas dike...

Mahabad Felat

Gotinên miftehî :