Ey PDK,ey,pdk

Ey PDK

Te deriyê Rojava li ser PYD ê û hemû tevgêrên ku nêzîkî bîrdoziya Öcalan in girtiye, ê Bakur jî ji leşkerên Tirk re vekirî hîştîye

A+ A-

 

Te deriyê Rojava li ser PYD ê û hemû tevgêrên ku nêzîkî bîrdoziya Öcalan in girtiye, ê Bakur jî  ji leşkerên Tirk re vekirî hîştîye.

 

Diviya te ji bo pêkanîna tifaqa hêzên Kurdistanî ên her çar perçeyan kar bikira. Lê te dest ji tevî berda û te bi dûvê Erdogan girt. Ji bo tifaqa navxweyî pêk neyê çi ji destê te tê tu wê dikî.

 

Te xebat û çûnehata her hêzên ku ne wekî te ne li herêma xwe qedexe kiriye, lê meydan ji MIT´a tirk û bargehên artêşa tirk re hiştiye.

 

Te heta nuha çend kurd û dostên kurdan teslîmî dewleta Tirk kirin?

 

Te kilît li deryê parlementoyê xistiye û biryarên dîrokî werdigirî. Hevpeymanên pêncî salên pêş bi dewletan re li ser navê gel îmze dikî.

 

Te partiya xwe xistiye dewsa hikûmetê û biryaran li ser navê gelê kurd distînî. Ma ji ap û kur û birazî pê ve, kesên baqil li welat qeliyane heta ku tenê hûn serokatiyê dikin?

 

Beriya referandûmê diviya te hêza pêşmergeyan bikira yek, bi çek û dîsîplîna artêşê ew ji bo şerekî ku biqewime amade bikira. Te ev nekiriye.

 

Ji sala 1992 an ve tu hikûmet î, te hê lîsteya hilbijêrên xwe dernexstiye. Ma ev ne kambaxî ye. Ew qas sal in tu bi çi re mijûl bûyî?

 

Ne tifaqa çar perçeyan, lê te hê tifaqa hêzên başûr çênekiriye.

 

Tu zanibe ku keştî bi gotinan nameşe.

 

Madem tu hewil didî ber bi serxwebûnê ve gavekê bavêjî û ji bo vê referandûmê çêdikî, wê çaxê amadekariyên xwe baş bike. Zanibe ku dewletên dagirker dê şerê te bikin. Divê ji referandûmê bêhtir tu ji bo şer jî amada bî.

 

Lê wer diyar dibe ku te erbane xistiye pêş ga û hewil didî bajoyî. Te serê xwe xistiye nava xîzê, hay û baya te ji qûna te nîne.

 

Divê neyê jibîrkirin ku, ji bo tifaq û hevgirtina navxweyî şertê pêşîn demokrasî ye.

 

Demokrasî jî jiyane, ave, nane, heste, helweste, hebûne. Yanî bey wê nabe. Çi çepgir çi oldar, çi karker çi karmend, ji heçî kesê bi rûmete re pêwîst e.

Ziman û rengê wê nîne.

 

Îbrahîm Osman

[email protected]


Gotinên miftehî :