1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Festîvala Çanda Kurd û dezgeheke taybet
Festîvala Çanda Kurd û dezgeheke taybet,festîvala,çanda,kurd,û,dezgeheke,taybet

Festîvala Çanda Kurd û dezgeheke taybet

A+ A-

Dîroka birêkxistina li Elmanya û Ewrûpayê ji sala 79´an pê ve destpêkir. Tê bîra min sala heştê û yekan di destpêka meşekê de em tenê 60 kes bûn, bi dirûşme û banga me re, hetanî em gihîştin nîvê rê wek hêjmar em ji sêsed kesî zêdetir bûn. Bi tekoşîna welêt ve girêdayî, em her sal çend qatan zêde bûn. Di destpêka salên nodî de ji ber berzbûna tekoşîna li welêt, êdî li Ewrûpayê girseyên gel di salonan de bi cîh nedibûn. Li aliyê din divîbû cihanê jî ev rastiya xwebirêkxistina gelê Kurd, çanda Kurd dîtiba û netewa Kurd wek netewe naskiriba! Ji bo vê jî pêdivî bi pêngavên mezin, bi birêkxistiniyeke wek birêkxistiniya dewletan hebû. Li ser vî bingehî sala 1992´yan stadyûma Bochumê hat kirêkirin û festîvala yekem, bi kelecana yekem, bi azmûnê yekem, bi qêrîn û banga yekem bi giyan û hêviyeke berzbûyî hat lidarxistin.

Ew roj ji bo Kurdan rojeke dîrokî bû. Dagirkerên Tirk xwestibûn pêşî lê bigirin, hemû lobî û hêza xwe ya dîplomatik xistibûn nava tevgerê, pere rijandibûn, lê bi ser neket. Pişt re bi rêyên cûda yên li ser bingehê derewan dijbangaşiyeke xiniz hatibû kirin, lê dîsa bi ser neket. Her kesî wê cara yekem di festîvaleke Kurd a di sewiya birêkxistineke dewletî de cih bigirta, bi çoşeke xwerû di nava rêbayeke keskesor de diperiya. Her kesî bi kelecan, serbilind, bi xwe bawer, bi anor berê xwe dabû Bochumê. Otobana 43 ji her aliyê ve dagirtî bû.

Ez bi awayeke lêkolînerî di nava gel de geriyam, rastê pîr û kalên rondikên şahiyê dirijandin, hatibûm. Kalekî gotibû: “Êdî bimrim jî, ne xem e! Min rojeke wiha jî dît!” Her kes dilşad di nava lêvên wan de stran, di çavên wan de hêvî diteyîsî. Qîjevîja şahiya zarokên ku cara yekem tiştekî wiha bi heybet didît, tirsa dayîkên dibû ku zarokên xwe di nava vê qelebalixa mehşerî de wenda bikin! Kelecan! Kelecan! Û coş!

Sala piştî wê ev çalakiya çandî li stadyuma Frankfurtê bû, gelek peyam hatibûn amadekirin, peyama serokkomarê Elmanya, serokwezîrê Elmanya, peyamên partiyan, lê destekî di kêliya dawiyê de pêşî lê girtibû! Ev destê kê bû, çima tirsiyabûn, yê NATO, yê lobiya Tirkan, yê kê bû? Û çend meh piştî wê qedexeya PKK´ê! Êrişên li ser komal û malan! Mirov hatin girtin! Êdî derfetên li Elmanyayê çêkirina festîvalê nemabû. Vê carê jî li Holanda pêk hatibû. Û ti kesî nekanî pêşî lê bigire! Wê nekanibin.

Hin çalakiyên vê festîvala çanda Kurd ya navneteweyî xwe guhezand kevneşopiyê. Wek mînak meşa dirêj a ciwanan kevneşopiyeke gelek bi nirx e. Wê îsal ji Dortmundê biçe Kolnê. Li deverên tê re derbas dibin, bi hezaran belavok tên belavkirin, gengeşî û semîner tên organîzekirin. Ne tenê meş  xwe perwerdekirin e jî. Dîsa govendên gel yên bi aliyê bi sedan ciwanan ve tê pêşkêşkirin jî wek kevneşopiyeke vê festîvalê ye. Gelek caran folklora gelên cûda jî reng dide vê  çalakiya bi girseyî. Bêguman, mûzîk û peyam, peyamên dostan.

Li dor cihê çalakiyê jî bê dezgehên agahdarkirinê, weşan û xwarinê bi dehan dezgehên kelepor û hunera destên gelê me, xwerû jî hunera destên jinên Kurd û yên cilûbergên neteweyî pêşkêş dikin jî lê amade ne. Ew reng û ahenga wan dezgehan bi serê xwe hesteke cuda li giyana mirovan bar dike. Mirov xwe di bazareke çanda Kurd de hîs dike.

Îsal dezgeheke gelekî taybetî heye. Ne tenê ew konê zozana, ew konê çand û kelepora gelê me, ew konê wek remza bav û kalan wê rengîn li ber çavan radixîne, li wir be! Wê dîroka me jî li dor wê konê çandê were pêşkêşkirin. Hunermend Amele îsal maketên berhemên dîroka me yên li pê mayî jî amade kirine. Sûra Amedê, Minara Çarling, Pira Malabadî, peykerên çiyayê Nemrûd, Medreseyên dîrokî, avahiyên Lalişa Nûranî û hîn gelek berhem û abîdeyên dîrokî yên li Kurdistanê li pê ne, amadekirî ne û li benda me ne. Kesên dixwazin dîroka welatê xwe, dewlemendiya berhemên dirokî yên li ser xaka welatê me binasin, divê sedîsed vê dezgehê ziyaret bikin. Agahiyan wergirin! Bi kemasî li ber wan maketên dîrokî û pîroz wek bîranîn wêneyên xwe bikişînin.

Li gorî agahiyan li gel van pêşangehên çandî û dîrokî peyamên gelek girîng jî hene. Divê mirov li wan peyaman bi baleke kûr guhdarî bike û li gorî wan li ser siberoja gel û welatê xwe bifikire. Bi hêviya em bi girseyeke ji salên berê mestir li wir wek dîlanekê, wek serhildanekê bigîhijin hev û hêza xwe nîşanê bala cihanê bidin. Riya tevhevan vekirî be!



194 
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA