1. Tekst

  2. Zanistî

  3. Yekta Arîn
  4. Geşta Gerdûnî(1)
Geşta Gerdûnî(1),geşta,gerdûnî,1

Geşta Gerdûnî(1)

Em ê niha li gerdûnê derkevin gerê û ev ger wê bi hejmaran ji me re bê ravekirin

A+ A-

 

Em ê niha li gerdûnê derkevin gerê û ev ger wê bi hejmaran ji me re bê ravekirin.

 

Di vê geştê de em dikarin xwe wekî astronotek bibînin. Keştiya me li benda me ye, ka em lê siwar bin û bila geşta me ya gerdûnî dest pê bike.

 

Em niha li ser rûyê dinyayê ne, ew goganî ye û tîreya wê 13,000 kilometre ye.

 

Gerstêrka me ji gerstêrkên ku di nav pergala tavê de ne pir cuda ye. Di nav vê pergalê de bi

Tenê li gerstêrka me av heye ku ew ji sêyan duduyê rûyê dinyayê dinixumîne. Me dest bi gera xwe ya gerdûnî kir. Em ewil serekî li hîvê bidin ku ew nêziktirîn cisma fezayî ye ji bo me.

 

Dûrahiya hîvê ji dinyayê qederê sih qatê tîreya dinyayê ye an jî teqrîbî 384,000 kilometre ye. Hîv li dora dinyayê dizivire û vê tûra xwe di mehekê de temam dike. Tîreya hîve 3,476 kilometre ye. Ronahî an jî pêlên radyoyê di 1.3 saniyeyan de ji dinyayê digihîjin hîvê anku bi leza ronahiyê em dikarin 1.3 saniyeyan de ji dinyayê bigihîjin hîvê. Heger em  vîdeoya Apolloyê ku çend sal berê çûbû hîvê temaşe bikin, em ê di ragihana navbera astronotê li hîvê û zanyarê nîstgeha fezayê ya li dinyayê bibînin ku heta peyam diçin û tên di navberara gihaha wan de sê saniye wext derbas dibe. Ev nayê wê wateyê ku astronot giran difikirin ji bo wê dereng bersiv didin, sedema vê hêdîbûnê ji ber dûrahiya di navbera dinyayê û hîvê de ye ku pêlên radyoyê encax dikarin sê saniyeyan de di navbera vê dûrahiyê de biçin û bên (amûrên ragihandinê ji bo ragihanê li ser bingeha bikaranîna pêlên radyoyê hatibûn avakirin).

 

Di beşa bê de wê geşta me ya łi dor tavê dest pê bike. Li bendê bin!


Gotinên miftehî :