HÎVA ME!,hîva,me

HÎVA ME!

A+ A-

 

 

Hîopotezên ku li ser hîvê hatine danîn ku ka binyada hîvê çiye, li ser sê pirsan hatine danîn.

 

1-    Teoriya fîzyonê (fissionteory); hîv parçekî ji dinyayê ye, lê belê di dîroka zû ya dinyayê de ji dinyayê qetîyaye.

 

2.Teorîya xwişkîtîyê (the sister teory); hîv bi dinyayê re teşe girtiye (lê ne girêdayî dinyayê).

 

3.Teoriya girtinê (the capture teory); hîv di nav pergala tavê de, lê li cihekî din teşe girtiye û ji aliyê dinyayê ve hatiye girtin.

 

Mixabin ji bo van her sê teoriyan jî pirsgirêkeke bingehîn xuya dike. Belkî hîpoteza ku herî hêsan were redkirin teoriya girtinê ye. Ji bo teoriya girtinê astenga bingehîn e weku kes nizane di dîroka zû ya dinyayê de ka girtina hîvê ji cihekî din çawa pêk hatiye? Termekî nikare bê xerckirina mîqrarek mûhîm enerjî xwe nêzikê termekî din bike; ji ber vê sedemê ye ku di keştiyên asmanî de retro-roket tên bikaranîn (keştî, retro-roket ê dema ku digihîje cihê xwe ji bo ku leza xwe kêm bike, bi kar tîne). Ji bilî vê, heger ev girtin pêk hatibe rêgeha tişta ku hatiye girtin divê pir seyr bûya, lê hîv ne wisa ye ango rêgeha hîvê îro pir nêzikî daîreyê ye. Taliyê, rêjeya pêkhînanîya hîvê jî wekî ya dinyayêye, bi taybetî parjimara îzotopên sereke yên oksîjenê, binyada ku bi dinyayê ve girêdayî ye mafdar derdixe.

 

Hîpoteza fîzyonê ku dibêje hîv ji dinyayê veqetiyaye, di sedsala nozdehan de hatiye pêşniyazkirin.

 

Hesabên serdema modern nîşan didin ku cureya fîzyona jixweber an jî derizîn ne gengaz e. Ji bilî vê, tişta ku fehmkirina wê pir zehmet e, çawa meteryalên dinyakî bi vê rêyê gelek cudahiyên kîmyayî yên veqetîner bi pêş xistiye ku niha cînarê me ango hîvê karakterîze dike.

 

 Hîpoteza xwişkîtiyê ku hinekî bi hîpoteza fîzyonê were modîfekirin wê maqûltir bibe ango bikare were qebûlkirin.


Gotinên miftehî :