1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Îbrahîm Osman
  4. JINA 45 SALAN LI SER TEXTÊ MÎRATIYÊ: MEYAN XATÛN
JINA 45 SALAN LI SER TEXTÊ MÎRATIYÊ: MEYAN XATÛN,jina,45,salan,li,ser,textê,mîratiyê,meyan,xatûn

JINA 45 SALAN LI SER TEXTÊ MÎRATIYÊ: MEYAN XATÛN

A+ A-

Beriya ku ez dest bi mijara Meyan Xatûn û pêvajoya Mîratiya wê bikim, dixwazim destpêkê bi kurtayî li ser mîrîtiya di ola êzdî de hatiye pê rawastim, bi çend gotinan vê yekê rave bikim. Weke tê zanîn; Mîrayetî çîna herî jor a bi erk û erkan e di nav civaka me ya kurdên ji ola êzdî de. Merciya biryarê ya herî jor Mîrayetî ye. Giştiya destkeftiyên, ziyaret, perestgeh, hec, Tawis, xêr û xêratan pahra mîr e. Ev yek bê nîqaş jê re xezîne û milk e. Lê ev milk, kê bi çi awayî dayê, ev mijar bi serê xwe hêjayî lêkolînê ye. Ez bawerim ku di nava refên civaka me de, tu ronakbîr û siyasetmedaran ji ber hesasiyet û nazıktiya mijarê serê xwe pirr zêde li ser vê mijara mîratiyê, derketina wê û sedemên wê yên bingehîn neêşandiye. An jî, hêza lêkolînê bi xwe re ne dîtine ku lêkolîneke binirx derxîne holê. Lewre ev mijar di nava birêxistinkirina ola êzdî de ya herî girînge û weke gelek mijarên din yên olî, serê gloka rîs di vê mijara “Mîrîtiyê” de veşartiye. Fam kirin û çareser kirina vê mijarê wê gelek mijarên din yên heya roja îro ku nola tabû hatine dîtin, sernixmandî û hatine bincil kirin jî wê bi xwe re derxîne ser rûyê avê û aşkeretiyê. Lê ev yek ne mijara vê nivîsê ye. Bi qasî ku belge û lêkolînên dîrokî yên li ber destan rave dikin; beriya serdema Şêx Adî di nava civaka Êzdî de, ji bilî Pîran tebaqe, çîn yan jî kesayetekî mîrîtiyê tunebû ye. Ji hêla Şêx Adî ve, bi danîna hed û sedê re, nola şêxîtiyê û gelek guhartinên din, mîrîtî jî bi hatina Şêx Adî re hatiye nava civaka Êzdî û rehê wê diherin ji derve. Ez dikarim bêjim, ji cerga ku dezgeha mîrîtiyê di nava ciavaka Êzdî de hatiye ava kirin û heta bi roja me, nakokî, dek û dolab ji nav vê saziya herî bilind qet kêm nebûne.

Mîrîtiya xwedan tac û text lê bê dewlet, her tim lawaz maye, xwe spartiye hêzên ji derve ve û rêvebirên vê dezgehê di destê hêzên biyanî de bûne pêkenok û leystok. Vê yekê jî gelek firsendên dîrokî bi civaka Êzdî daye wenda kirin! Îroj jî bi taybet li Şengal û Şêxan civaka Êzdî heman aqubetê dijîn û di Iraqa nû de yên ji hemû mafan bêpar man, dîsa ew in!?

Em niha werin ser mihjara xwe ya bingehîn. Weke tê zanîn, di van 200 salên dawiyê de dirûvê pêwendiyên civaka kurdên Êzdî, ji ber sedemên olî, mezhebî, civakî, çandî û dîrokî ( ji bilî pêvajoya têkoşîna vejînê ya di bin pêşengiya PKK ê de tê meşandin) pir sergirtî maye. Nola giştiya civaka kurdên êzdî, bi taybet jin tim bi çend gavan li paş mêr meşiyaye, derfetên xwe îfade kirin û rêvebiriyê jê re ne hatiye dayin. Jin her dem nola siya mêr hatiye dîtin û jinê bi xwe jî ev yek mîna çarenûsa xwe dîtiye û pejirandîye. Ji ber vê sedemê jî, kesayeta Meyan Xatûn hêjayî lêkolînêye, ku mirov bi berfirehî li ser raweste û ji bo roja ma ya îroj hin encamên bi nirx jê wergir e. Lewre di van dust slan de jinên kurd yên ji ola êzdî ji bilî dayika Dewrêşê Evdî ya bi navê Eyşa Welya, pir kên jinên ji ola êzdî di hêla rêvebiriyê de derketine pêş û di derbarê pêşengiya civakê de bûne xwedan rist û derketine ser dika jiyanê. Careke din li vir destnîşan dikim ku pêwîste pêvajoya têkoşîna ku PKK jê re rêberî dike ji derveyî van dust sala cûda û li halê xwe were rave kirin. Ji ber ku têkoşîna vejînê, di heman demê de şoreşa jinê ya qetandina zincîrên koletiyê bi xweye.

Meyan Xatûn, Qîza Evdî Beg e. Evdî Beg, birayê Mîr Hisên Beg yê biçûk e. Di serdema ku Mîr Hisên Beg ji hêla Osmanyanve hatibû bêerk kirin, wê demê Evdî Beg li ser giştiya civaka êzdiyan mîratî dikir. Lewma jî Meyan Xatûna ku di sala 1874 de li Başûrê kurdistanê hatiye dinê, weke qîza mîr tê bi nav kirin. Navê dayika wê, Xomî xatûna qîza Casimê Çol Bêgê ye.

Meyan Xatûn, di 18 saliya xwe de bi Elî Beg ê birayê mîr re dizewice. Ji xwe zewaca wê, riya dergehê mîratiyê li pêşiya wê vedike. Lewre Meyan Xatûn di qîzaniya xwe de ji bilî bedewiya xwe ne xwedan taybetmendî û rist e ku rêvebiriya gel û olekê bike. Lê çerx û pergala dîrokê li gel bûyerên civakî û cîhanî yên rojane û serdemî, rê li pêşiya wê vekir û jê re li hev anî ku ew tevî kofiya xwe, 45 salan bi giştî li ser textê mîratiyê rûne! Mirov dikare bibêje ku di jiyana Meyan Xatûn a 45 salên Mîratiyê de, gava yekemîn a berbe revebirî û mîratiyê hatiye avêtin, bi zewaca wê ya bi Elî Bêg re dest pê kir. Her çendî ev yek ji destpêkê de bi zanebûn nehatibe plan kirin jî, zewaca Meyan Xatûn ya ku bi Elî Beg re çêbû, di nava pêvajoyê de gohartinên girîng di kesayeta wê de afirand, da ku di salên pişt re bikaribe tevgêr û tevdîra mîratiyê bi rêve bibe.

Bi taybet di sla 1892 de dema ku Elî Beg ji bo bakurê Kurdistan hate nefî (Sirgun) kirin û sê salên nefiyê li Sêwasê derbaz kir, xatûna wî ya ciwan Meyan Xatûn jî li kêleka wî bû, êş û janên wî vê re parvedikir. Di wê heyamê de, pêwendiyên Elî Beg yên li gel efserê (subay) Osmanyan ê bi navê Sadiq Damlucî, bû sedema ku Elî Beg bi alîkaiya efserê Osmanî careke din vegere ser axa bav û kalên xwe, textê mîratiyê bigre destê xwe û li ser kursiya zêrîn a mîratiyê rûne û hemû qezenc û destkeftiyên perestgeh, xêr û xêratê ziyaretên êzdiya bixwe. Di salên nefiyê de her çendî ku bayê xerîbiyê kezeb û hinavê Meyan xatûn şewitandibe jî, lê wê di hêla erka rêvebiriyê de ezmûneke baş bi dest xist û li gel ji nûve qezenc kirina mîratiyê ew baş tima kir. Lewre li gel şer û êrişên hundir û ji derve yên bira, pismam û dijminan yên gelek dijwar, wê dîsa jî textê mîratiyê ji destê xwe berneda û ciyê xwe parast.

Nakokiyên malbatî, şer û têkoşîna li gel gelek dek û dolabên navxweyî ku li ser tac û textê mîratiyê dihat meşandin dibû sedema kuştina gelek mirovan û bandoreke gelekî xirab li tevayiya civaka êzdî dikir. Em ji rastiya dîrokê fêr dibin ku, şer û nakokiyên navxweyî bûye egera ku gelek firsendên hundur û ji derve çêbûne yên dîrokî ji dest werin berdan.j

Di destpêka sala 1913 de, şevekê ku mezinê eşîra Dostikya, Safir Axa, li Baedrê mêvaniya Elî Beg dikir, wê şevê Elî Beg, di nava ciyên xwe de bi kuştineke bi şik û guman hate kuştin. Piştî ku di destpêka sala 1913 de Elî beg bi kuştineke bişik û guman jiyana xwe ji dest da, heta ku lawê wî Seîd Beg mezin bû, li ciyê wî li ser textê mîrîtiyê rûnişt, Meyan Xatûnê li dewsa mêrê xwe mîratî kir û tola Elî Beg rakir. Di wan salan de, şerê hêzên bermayên dewleta Osmanî, yê hikûmeta Iraqê ya navendî û Birîtanya bi hev re li ser herêmê dihat meşandin. Di salên şerê cîhanê yê yekem de, civaka êzdî bi giştî di vê çembera cercera hêzên navê wan hatin zimên de dihat gûvaştin.

Li gel şer û êrîşên ji derve, nakokî û rewşa hundir a aloz serêşiyake mezin bû ji bo Meyan Xatûna jinebî. Ji ber ku birayê wê yê bi navê Simaîl Beg, 14 salan ji Meyan xatûn biçûktir bû. Piştî rojbûna Simaîl Beg, bavê wî Evdî Beg çû ber dilovaniya Xwedê. Ji sê salan bi şûn de, dayika wî jî jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî, Simaîlê sêwî bi destê xuşka xwe hate xwedan kirin. Lê ew niha gelek mezin bibû, weke ku di kuştina Elî Beg de şik û guman diçûn ser wî, niha jî doza mîrata mîratiyê, xêr û xêratên perestgeh û Tawisê dikir. Ev yek jî dibû sedema dek û dolab û pevçûnan di nava malabata Mîran de. Jî hêlekê de Hemoyê Şero, ji hêla din de Dawidê Dêwid, ku malmezinên Êzdiyan ên di wê demê de her zêde navdar û li pêş bûn. Wan li Şengalê doza meznatiyê dikirin, li ber Meyan Xatûn serî ne ditewandin. Ji ber wê rewşa bi nakok û zahmet, bi giştî di aliyê rêvebiriyê de, bar li pêşiya Meyan Xatûnê pehn û girantir dikir.

Meyan xatûn, mînakeke herî li pêş û balkêş bû di nava civaka êzdî de. Li gel ku neçûbû dibistanê, bê xwendin û nivisandin bû jî, Meyan Xatûn rojeva cîhanê baş dişopand, di derbarê gohartinên cîhanê de têgihîştî bû. Li ser vê zanebûnê bi dîplomatên Birîtanî û yên wekî din re karê dîplomasî û hevdîtinan jî dimeşand.

Belê, yekemîn car bû ku di nava civaka êzdî de, jinek ew qas navdar dibû, derdiket pêş. Bi qasî ku em ji çavkaniyên dîrokî fêr dibin; di dema Mîratiya Seîd Beg de jî, ji ber ku ew di hêla rêvebiryê de kesayetekî sist û jar bû, ji heqê mîratiyê dernediket, zêde reng û dirvê mîratiyê vênediket, ya ku di pişt perdê de, mîratî dikir û zîn û zengûyên mîratiyê di dest de, dîsa dayika wî Meyan Xatûn bû.

Antropologê ji Chiagago ê bi navê Henry Field, ku di Hezîrana 1934’an de Baedrê ziyaret kir, di derbarê Meyan xatûn de weha dibêjê: "Di demeke ku piştî şîva êvarî me bi Seîd Beg û kebaniya wî Wensa re sohbet dikir, di wê qaskê de dayika Mîr a bi navê Meyan Xatûn kete hundur. Hatina dayika mîr, ji hêlekê de em şaş kirin, ji hêla din de em kêfxweş kirin. Jineke bejin dirêj, li hev hatî û bedew bû. Bi şaleke nola ya rahîbeyan xwe pêça bû, tenê ruyê wê xuya dikir. Kitana ku di ser serê xwe re avêtibû û li dor qirika xwe gerandibû, bi fitlonek heta ser pişta wê dadiket. Me di awirên wê yên tûj û cemidî de fam dikir ku bi şik li me temaşe dike…Di derbarê cîhana ji derve ve gelek pirs ji me kirin û ji bo qasikekî em dan axaftin. Di vê navberê de, Wensa û Mîr ku li kêleka hev rûniştibûn, bi bêdengî û bêhelwestî li tiştên kû di qewimîn, temaşe dikirin.

Seîd Beg ê, lawê Meyan xatûn ku heta temenê wî bû 27 salî, heft caran zewicî û ji van jinên wî sisê jê xuşkê hevbûn. Ev zewac bi giştî li ser destûr û daxwaziya Meyan Xatûn çêdibûn û dimeşiyan. Meyan Xatûn, bûkên xwe li gorî berjewendiyên malbatê dibijartin û bi vê yekê ciyê xwe bihêztir û saxlemtir dikir. Weke ku min li jor jî da diyar kirin, di sedsala 18 û 19 de kêm jînên êzdî di asta Meyan Xatûn de derketine pêş.

Di dema ku 28 Tîrmeha 1944’an , Mîr Seîd Beg li Hotela Kewkeb El Şarq a li bajarê Mûsil, jiyana xwe ji dest da, temenê Meyan Xatûn giyaştibû 70 salî. Li gel ku temenê Meyan xatûn giyaştibû heftê salî jî, gotina wê hîna bi giştî li ser ciavakê pere dikir û bi bandor bû. Lewma jî, li ser daxwaz û pêşniyara Meyan xatûn, lawê Seîd Beg yê jî jina wî ya bi navê Xoxê, Tahsînê ku wê heyamê 13 salî bû, li ser textê mîrîtiyê rûnişt. Heta ku Mîrê biçûk yê 13 salî Tahsîn Beg, mezin bû, li ser textê xwe rûnişt, giştiya karê mîratiyê Meyan Xatûn dimeşand.

Meyan Xatûn, di 31 Kanûna 1957’an de 83 sal temen kir û çû ber dilovaniya Xwedê.

(Ev nivís sala 2003 an li Baedrê hatiye nivisandin)

[email protected]