1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Ji zimandirêj û qelemşorên şêrgele re
Ji zimandirêj û qelemşorên şêrgele re,ji,zimandirêj,û,qelemşorên,şêrgele,re

Ji zimandirêj û qelemşorên şêrgele re

Tu, ji bo serxwebûn û azadiya welatê xwe rojekê ji rojan terkûmal bûyî?

A+ A-

Te di rih, hest û helwesta xwe de tu caran got; "An Kurdistan an neman?"

 

Te hemû rihetî, zewq û sefayên takekesî li xwe heram kir û tu bûyî sofiyê doza welat û miletê xwe?

 

Ji bo serxwebûn û azadiyê, tu bi mêrxasî an jinxasî derketî ser çiyayên rûmet û hebûnê?

 

Jiyana li çiyan di binê çi zorî û zahmetiyan de derbas dibe, te qet ji nêzîk de dîtiye gelo?

 

Te li dijî leşkerên dagirkeran, ew ên ku her kêlî bi postalên xwe tecawizî rûmeta miletê te dikin, şer kiriye?

 

Tu rojekê hatî girtin û te çar dar lêdan, ji destê şkencekaran xwariye?

 

Tu qet bi birîndarî dîl hatiyî girtin û leşkerên dijmin xwê û cînciq xistine birîna te û bi postalan dewisandine?

 

Tu evîndarbûyî û te dest ji evîna xwe berdaye û bûyî têkoşer?

 

Tu zava an jî bûka nû bûyî, te hezkiriyê/a xwe li cî hîşt û çeka namûsê hilgirt?

 

Tu zewici bûyî, te jin û zarok li şûna xwe hîştin û ji bo serxwebûn û azadiyê bûyî gerîla an pêşmerge?

 

Te dibistana herî bilind di sala dawiyê de terikand û bûyî şoreşger?

 

Tu di ber doza welêt de tu caran birîndar bûyî?

 

Te ji bêderfetiyê birînên xwe bi ava hersim kewandin?

 

Tu bî rojan tî û birçî mayî?

 

Tu bi pêlava qetyayî bi zinar û latan de qet hilkişyayî?

 

Spî ketin laşê te?

 

Ji birçiyan tu carî nan kete xewna te?

 

Te tu caran pêlî bombeyekê kir û lingê te bi kêrên siwîsrî hate jêkirin?

 

Tu tucaran neçar mayî ku bi şev û rojan di nava berfê de, sir û seqemêde bimeşî û dest û ling li te lareşî bûn?

 

Havalên te, ên ku te pirr ji wan hez dikir, qet li ber çavên te hatin kuştin û derfeta te nebû ku tu çavên wan bi destên xwe bigrî û cendekê wan binax bikî?

 

Te di jiyana xwe de çi fedekarî ji bo serxwebûn û azadiyê kirîye?

 

Te destê xwe ji ava sar û germ derxistiye, masa şerabê wergerandiye û bûyî leşkerê niştimanî?

 

Eger te yek ji vana nedîtibe û nejiyabe, tu gotina min ji bo te nîne.

 

Tû zimandirêjê bê emel î û hew!

 

Îbrahîm Osman

[email protected]