1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Ji îro û pê de..
Ji îro û pê de..,ji,îro,û,pê,de

Ji îro û pê de..

A+ A-

Eger bi fen û fûran be, an bi gerandina dek û dolaban be jî, (ji xwe ev tev di meryetê de bûn. Qet guman nîne) civaka Türk di referandûma 16.04.2017 de, ji 51% terciha xwe kir. Wan bi erêkirina pergala nû re, ji xelîfetiya Erdoğan ê Kasımpaşalî re gotin erê. Yanî rişmeya civakî bi temamî da dest xwenenasekî, ku lingê wî li hewane. Ev tercîha wan e. Ji niha û pê de tiştên ku biqewimin kêm zêde, diyar in.

 

Lê ji boy min, a girîng ji îro û pê de, dê stratejiya aliyê kurd ên azadîxwaz divê çibe.

 

Yani, kurd dê riyeke nû, bi rê û rêbazên nû, bi stratejiyeke xweser ji xwe hilbijêrin, an jî wê li bendê bin bê ka Erdoğan çi dike, pişt re helwesta xwe diyar bikin? Heke li benda îcratên Erdoğan bimînin, şaş e. Ev ne tenê şaşe, di hemandemê de wê demê jî bi me bide wendakirin.

 

Bi dîtina min tiştên ku Erdoğan bikin diyar e. Pêvajoyeke nerm a çareseriyê û çareseriya kêşeya kurd bi riye diyalogê di rojevê de xuya nake. Ji ber ku di pêvajoya referandûmê de bi slogana " Tek millet, tek Bayrak, tek vatan û tek devlet" derkete rê. Îcar heke zihniyet ev be, tu yê hê li benda çi bî?

 

Ez ê li vir behsa doza zulm zextên li ser gelê kurd, tune hesibandina îradeya wî a siyasî û înkara mafên gelê kurd ên xwezayî nekim, ev li ber çav in. Hevserok û parlementer di zîndanan de dîl têne girtin, şaredari bi Kayyuman hatine dagirkirin, vîn û tercîha gelê kurd hatiye binpêkirin. Tu şîrove jê re navên. Qet guman nîne ku dê polîtîkaya înkar û tunekirinê esas were girtin. Lewma bêy ku wext were wendakirin, stratejiyeke nû, zelal û bêy virdewirde, pêwîste.

 

A dawiyê ku ez bibêjim: Tu menfet û xêra me di projeya "Türkiyelileşmê" de nîne. Bav û kalên me tu xêr bi Türkan re bi hevrebûnê re nedîtin ku em bibînin.

 

Îbrahîm Osman

[email protected]


Gotinên miftehî :