1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Kevirê destpêkê û qîrina dawiyê
Kevirê destpêkê û qîrina dawiyê,kevirê,destpêkê,û,qîrina,dawiyê

Kevirê destpêkê û qîrina dawiyê

A+ A-

 Ez ê îro ji we re hinekî behsa serpêhatiya xwe, çîroka hebûna xwe û çarenûsa reşqedera xwe, a ku tije kul û kovan derbas bûye, bikim. Da ku hûn jî bibin şadeyên jiyana min a bê pergal û kevir lê ketî. Bizanin, bê min çawa xwe nas kir, pişt re Xwedê nas kir, bi çi awayî kevirên destpêkê danîn ser hev, xaniyê xwe ê ewil lêkir.

 

Piştî gelek qurn hatin û derbas bûn, qewmên hov û dirinde, ên çav birçî wekî refên kuliyan ji welatên dûr hatin mala min wêran kirin û xaniyê min bi ser serê min de xerab kirin.

 

Heke dema we hebe, hûn bixwazin bi min re bimeşin û em herin serê çîroka jiyana min, de fermo em herin:

Bi qasî tê hiş û bîra min ez ê ji we re bibêjim. Ne kiyêm, ne zêde.

Rojên dawiya "Tofanê" bûn. Erd noqî binê avê bûbû, ezman wekî neynikeke şikestî li hewa aliqî mabû. Qada jiyanê ji mirovan xir û xalî bû.

Nûh hê nebûbû Nebî. Keştiya wî nû li navsera Çiyayê Cûdî cî dîtibû û ew hîna ji keştiya xwe daneketibû erdê. Piyekî wî di keştiyê de yek li hewa bû.

Yanî divê hûn hizir bikin, ku beriya qal û belayê bû. Hê ne qal hebû ne jî bela. Bizrê bêbextî û hesûdiyê, hê li ser axa pak nehatibû reşandin. Wê demê ax pak bû, bi kirêtiyên mirovan nelewitî bû. Li ser rûyê erdê ne sînor hatibûn danîn, ne jî ala hatibûn daçikandin. Ne Keşe, ne Pitirk hebûn ne ji Mela. Tenê mirov hebûn, kom bi kom bi rengê lawir û ajalan dijiyan.

 

Hîna Adem nebûbû evîndarê Hewa û her dû ji buhiştê nehatibûn qewitandin. Ji xwe çîroka ku dibêje Hewa ji hestûyê parsûya Adem e, bi destê mêran hê nehatibû nivisandin.

Şerê navbera her dû birayan, ê Habîl û Kabîl, ku yek ji wan şivan bû, yek jî cotyar bû, hîna rû nedabû. Hun bizanibin ku bi navê dîrokê hê tu tîp li hev nehatibûn siwar kirin. Dayika Heredotê ku mîna bavê dîrokê tê naskirin, hîna qîz bû. Mûsayê şagirt ku ji ber zilma Fireûn bazadayî, hê hilnekişiyabû ser çiyayê Sina bi Xwedayê xwe re neaxifî bû. Îsayê kurê Merangoz hê li hemberî Romayê serî hilneda bû û li Çiyayê Golgatayê bi çarmîxê nehatibû Xaçkirin. Mihemed hê nebûbû selwan û pêxenberiya xwe beyan nekiribû. Şaman û Bûdîstan hê ser û qûna xwe ji hev nedigerandin û nizanîbûn dua bikin. A beriya vana tevan, ez li navbera her dû çeman, ku jê re "Kevana Zêrîn" jî tê gotin, li perava rûbarê Ferêt cotyarî bûm, min cot û cobar dikir, di heman demê de şivan bûm ez. Min li ser axa xwe rikna şaristaniya destpêkê a mirovayê lê dikir.

 

Di civîna destpêkê de Milyaket û Xwedayan di navbera xwe de aştî çêkirin, dest dane hev, li hev hatin. Pişt re, pêlên ava ku dar, devî û dinya di ber xwe ve biribû, daket, êdî reşayiyê xûya kir.

Berbanga bihara jiyanê bû. Legleg û hecehcîk hîn nehatibûn lîs û havîngehên xwe ên demsalî. Teyrê Anka ku ji sedema ava rabûye jor, li ser dara Herhebê venîştibû, ji serman re diricifî. Refên kevokên spî, ku çiqilên darzeytûnan di nava nikilên wan de bûn, ji hêla deşte ve di ser erdê min ê çandî re berbî çiyê difiriyan. Min jî pişta xwe dabû hîmekî mezin, guliyên şaristeniyekê nû dihûnan û di ber re, straneke evîndarî dinuhirand. Xezal û pezkûvî bê tirs li dora min diçêriyan.

 

Roja ku ji navsera çiyayên bejin bilind, ew çiyayên ku serê wan digihîşte ezmên û tu caran serî li ber tu kesî netewandî hildihat, dê bi tîrêjên xwe hemû dinya ronî û germ bikira.

 

Gava ku av dawerivî, reşayi peyda bû, erd û asîman kete nava aramiyê, hingê min ax, av, agir û ba nas kir. Min destê xwe ji çavên xwe re kire sîber û di nava tîrêjên nûranî re, roj nas kir. Min hizir kir ku tiştek kiyêm heye. A hingê min Xwedayê ku ez dayî, yanî Ezda nas kir. Min sûretê roja nûranî a pîroz, kire tok û li bedena xwe kir. Pişt re, min libasên spîboz li bejna xwe kirin, destên xwe dane ser hev, min got: "Ya afrînêro, tu Ezda yî Ez Êzdî me. Tu tacî, ez evdê te me."

Ew roj ev roj e, her sibehê û êvarê, ez berê xwe didim rojê, bi hestên pak, ramanên çak ji bo rihetî û aramiya mirovayê bê navber dua dikim.

 

Gotina destpêkê ku ji nav lêvên min şimitî, min ji dinyayê re xêr û bereket xwest. Min tu carî çavê xwe berneda tac û text. Min tac û text, milkê Xwedayê ez dayî dizanî.

 

Lê kî hatin û çûn, hespên xwe li ser erdê minî çandî bezandin, kîna xwe bi ser min de rijandin, şûrê xwe li bedena min ceriband. Wan çavbirçiyan, anîn gemara xwe di min dan. Wan xwe li erdê min kirin xwedî, ez hîştim bê war û bê cî.

Ên dijminê Xwedê, geh bi alên kesk, geh bi alên reş, dest bi şûr hatin. Navê Xwedê ji xwe re dikin mertal û hewil didin ola min ji holê rakin, min tevî dîroka ji hilê rakin û wenda bikin.

 

Ez cotyarê navbera her dû çeman, xwediyê çand, ziman, dîrok û welat, niha ji her tiştî mame bêpar. Ez sêwiyê qewmê bê welat im. Di sedsala 21 ê de mame stûxwar û berdîwar.

 

Niha li ser sînorê mirinê, qîra dawiya jiyana xwe didim. Lê ji min pê ve kes dengê min nabihîze. Li ser axa xwe ne penaberim, derbeder im.

 

09.05.2017

Îbrahîm Osman

[email protected]