1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Li Bakur cî ji miriyên me re jî nema
Li Bakur cî ji miriyên me re jî nema,li,bakur,cî,ji,miriyên,me,re,jî,nema

Li Bakur cî ji miriyên me re jî nema

Miriyên me pîroztirîn nirxên civaka me ne. Ew dîroka me ne, sedema girêdana me ya bi axê re ne, ew rehên me yê di axê de ne

A+ A-

Miriyên me pîroztirîn nirxên civaka me ne. Ew dîroka me ne, sedema girêdana me ya bi axê re ne, ew rehên me yê di axê de ne. Êrîşa li ser miryan, binpêkirina hemû nirxên mirovatiyê ye.

 

Li tu parzemînan, di tu ol û siyaseten de, êrîşa li ser goristanan û destwerdana miryan, rewa nayê dîtin, nayê qebûlkirin. Ciyê hovîtiyeke weha di tu pirtûk û ferhengan de nîne. Kî vê dike ew ji komelgeha mirovatiyê dûr e. Bi baweriya min tu Xedê vê zulmê erê nake, napejirîne. Hilweşandina goristanan karê DAİŞ ê û şopajoyên wan e.

 

Êvara ku referandûma dizekan bi dawî bû, (16.04.2017) kurdên mûsilman ên di eniya xiyanetê de cî digrin, li gundê Êzdiyan Zewra, ku girêdayî bajarokê Wêranşarê ye, serkeftina referandûmê bi hilweşandina gorên Êzdiyan pîroz kirin.

 

Ji xwe li Bakurê Kurdistanê, hema hema tevayiya gundên Êzdiyan ji hêla van hêzên cerdevan, xayin û xwefiroş ve hatine dagirkirin. Ji ber zulma van cehşan, Êzîdî nikarin vegerin gundên xwe, ser ax û ava xwe, Qanûn, dadgeh, artêş û dewlet ew in. Êzîdî bêçare û bêxwedî ne!

 

Van hêzên mijara gotinê, piştî salên 1980 yi, bi piştgiriya dewleta Tirk, zextên dijwar li Êzdiyan kirin. Êzîdî neçar man ku cî û warên xwe biterikînin, koçber û derbeder bibin.

 

Lê divê bê zanîn ku, bi rixma hemû zorî û zextan, Êzîdiyan li ber xwe dan, têkiliyên xwe ji koka xwe, axa bav û kalan a pîroz qut nekirin. Ew li xerîbiyê, li welatên biyanî jî her kêlî bi hesret û hêviya ku rojekê ji rojan vegerê ser cî û warên xwe, li ser piyan man û jiyan.

 

Cî û warên ku ji bav û kalan ji wan re wekî emanet mabûn û ji ber zulmê êdî nikarîbûn di saxiya xwe de lê bijîn, terikandibûn, heta niha bi kêmanî miriyên xwe lê vedişartin. Lê hovên dirinde niha êrîşï goristanan jî dikin û dixwazin vê jî ji destên wan bigrin.

 

Ev êrişa li ser gorên bav û kalên me, êrîşeke ji rêzê nîne. Ji serî heya dawiyê bi plane û armanca êrîşkeran ew e, ku me bê kok bihêlin. Ev hêzên tarî û mejî genî, her tiştên ku bêhna baweriya Èzdîyatiyê, nasnameya olî, çanda resen û hebûna wan jê were ji bona xwe wekî metirsî dibînin. Lema bi kîn û nefret êrîş dikin.

 

Qet şik û guman nîne ku ev erîşker, ciretê ji dewletê werdigrin. Dinya û alem tev dizane ku serokkomarê Tirk Erdoğan, bi dehê caran heqaret li Êzdiyan kir. Êzîdî wekî ateîst, bê ol bi nav kir û zemîna êrîşan amade kir. Dagirkirina gundên Êzîdiyan, niha jî hilweşandina gorên miryan, metirsiya li ser çarenûs û siberoja Êzîdiyan dide diyarkirin.

Divê rêxistinên Êzdiyan çavên xwe ji vê rewşê re negrin û li nirxên xwe xwedî derkevin. Qutbûna ji axa bav û kalan wendabûn e, hilandin û tunebûn e.

 

Îbrahîm Osman

[email protected]