1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Li ser „Aşûrê“ çend gotin
Li ser „Aşûrê“ çend gotin,li,ser,aşûrê,çend,gotin

Li ser „Aşûrê“ çend gotin

A+ A-


1 – Îslam vê bi Nuh ve girê didin. Mijara Nuh ji destana Gilgamêş hatiye girtin. Di destanê de kesekî bi keştiyê ji tofanê filitiye, gihîştiye bêmiriniyê, heye. Navê wî „Uta Na Pîştîm“ e. Dema rizgar dibe, bi tiştê mayî şorbeyekê çêdike. Ji wê şorbeyê re Aşûre dibêjin. Gilgamêş bi alîkariya bêmirinê li ser deryayê „Urşanabî“ diçe Uta Na Pîştim dibîne. (wê demê ereb tunebûn)
Le bi dîtina min ev ne Nuh e (Cihuyan kiriye Nuh û ereban jî ji cihuyan wergirtiye) Xizir bixwe ye.
Di baweriya Zerdeştî de jî ev heye, navê wî „Ameşa Spenta (giyana bêmirin /Xizir) ye.
2 – Li gor hin daneyan jî li Babîlonê ji bo Xweda Mardûk xwarineke bi navê „Asor /Aşûr“ hatiye çêkirin. (wê demê ereb tunebûn)
3 – Assuran ji bi navê xwedayê xwe „Aşşûr“ xwarinekê çêkirine û jê re „Aşûre“ gotine.  
Yanî tu têkiliya vê xwarinê û vê gotinê bi zimanê erebî û ereban re tune. Lê tirkan înternet jî herimandine vê gotinê wek gotineke erebî difiroşin. Ji bo yarsaniyên niha ji xwe re Alevî dibêjin bixapînin! (wê demê di piyasayê de ereb tunebûn. Misir ne ereb kiptî ne.)
Têkiliya Aşûre yê bi meha Muherem û Kerbelayê re jî tune tune û tune. Ev jî dek û dolabên serkerên îslamîst û şîî ya ne.

Payva „Alevî“
Li ser peyva „Alevî“ min carê nivisî bû. Ev peyv ji bo tirkîzekirin û îslamîzekirina yarsaniyên Bakur (qizilbaşan) bi aliyê dewleta tirk ve hatiye afirandin Made in T.C. ye.
Lema ez ji xwe re Yarsanî dibêjim, Yan jî Zerdeştî.


Gotinên miftehî :