1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. LÎSTIKÊN BIÇ’ÛK ÊN DEWLETÊN GEWRE
LÎSTIKÊN BIÇ’ÛK ÊN DEWLETÊN GEWRE,lîstikên,biç,ûk,ên,dewletên,gewre

LÎSTIKÊN BIÇ’ÛK ÊN DEWLETÊN GEWRE

A+ A-

Gelo kesekê bikaribe evê nak’okîya di heşmendîya mirovahîyê da şirove bike?

Gelo kesekê bikaribe têbigihîje, k’a di Waşîngtonê da bi van gotinan çi dixazin bibêjin?

Binihêr’in, ji Dewletên Yekgirtî yên Amêrîkayê (DYA) r’adigihînin, ku ew bi T’irkîyayê r’a danûstandinên xwe yên li ser çalakîaya “Çiqilê zeyt’ûnê” li ser her astan didomînin û ferz dikin, ku ew çalakî ji hêla demê û masştaban (berfirehîyê) va bi sînor be û bala xwe ya sereke bidin ser têk’oşîna dijî DAÎŞê.– Ango, DYA êrîşên leşkerî yên li dijî wan, ên ku hemû giranîya têk’oşîna li dijî DAÎŞê li ser milên xwe birine (YPG/YPJ), erê dike, lê bi şêwazekî, ku “ji hêla demê û masştaban va bi sînor be”!?

Çawa dibe, cîhan werger’yaye, hemû hêjayî û nirxên mirovî bêqîmet bûne: mirovbûn, exlaq, rûmet, wijdan, terbîye-tore? …  

… Hem jî, mirov çawa dikare tê bigihîje, ku R’ûsîya ji bo êrîşên Efrîna k’urdî r’ê li ber T’irkîya faşîst vedike, ew jî wê demê, dema ku di cîhanê da ew ji hemûyan baştir dizane, ku T’irkîya heman DAÎŞ e, ku bi wê êrîşa xwe ya ser Efrînê va, Erdoxan hate hewara birayên xwe yê bawerîyê û xwînê – merivxur û qatîlên DAÎŞê…

Wê demê çima di R’ûsîyayê da, her carê, dema kurtenavê DAÎŞ dinivîsin, divê li rex wê van p’eyvan daynin: (r’êxistn, a ku di Fêdêratsîona R’ûsîyayê da qedexe ye!)?

… Heya di cîhanê da r’êjîma T’irkîyayê, derî qanûnan r’anegîhandine, wek ku di dema xwe da Almanîya faşîstî r’agîhandine, bila hîç kes di derbarê t’êkoşîna li dijî têr’orîzma navnet’ewî da neaxive.   

Hêzek t’enê di vê cîhanê da heye, ya ku bi r’asî li dijî vê k’irêtîya mirovahîyê ditêk’oşe (êdî çil sal e!) – ew jî T’evgera R’izgarîxwaz a K’urdistanê ye, û dewletên cîhanê yên gewre jî ji bo berjewendîyên xwe yên r’ojane xiyanetê ji wê r’a dikin…  

Gelo ne deme, ku mirovahî li ser heşê xwe da bê?!   

 

Ezîz ê Cewo

05. 02. 2018