1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. MA, ŞAK’ARYANT’S DESTÛRMEND E, KU R’AGIHÎNE? ...*
MA, ŞAK’ARYANT’S DESTÛRMEND E,  KU R’AGIHÎNE? ...*,ma,şak,aryant,s,destûrmend,e,ku,r,agihîne

MA, ŞAK’ARYANT’S DESTÛRMEND E, KU R’AGIHÎNE? ...*

A+ A-

 

 

Ezîz ê Cewo

Ajansa r’agîhandinê ya REGNUM a R’ûsîayê nivîsa Sêrgêy Şak’aryant’s weşandibû, ya ku daxwîyanîyên TASS**-ê yên dema Sovêtê tînin bîra mirov – yên wek: “TASS destûrmend e, ku r’agihîne!”– https://regnum.ru/ news/2410640.html

Dema mirov vê nivîsê dixwîne, bêyî r’ayê wî li bal wî pirs p’eyda dibe: “Balk’êş e, xudanê vê nivîsê, destûrmendîya xwe heye,  ku ji navê “hevpeymanîya nû ya dijî têrorê ya Rûsîyayê-Çînista-Îranê, ya ku teze sêwirîye” daxwîyanîyê bide, an ev gotinên wî bi xwe ne: “Dema lîstikan ji bo k’urdan jî bê r’awesatan berbi dawîyê va dibeze: li hêlekê yên ku xwedîtîyê li wan dikin, hene, li hêla dinê – Îran, R’ûsîya, Çînistan in”? – Balk’êş e, lê çi bi Tirkîyayê kirin?  An Şak’aryanê camêr pêdivîya xwe bi fêrbûna normên exlaqî û hilbijartina gotinan heye, û ji bo wê jî, dê xerab nînbûya, eger ewî di warê fêrbûna pêwendîdanîna mirovî ya r’ojnamegerîyê da p’erwerdeya seretayî bidîta?! An ew bi ç’avkorî sparîşa hunek camêran pêk tine, yên ku hewl didin tirsê li k’urdan bifir’înin, wan tehdîd bikin.

Ev – ji hêla şêwazî va!

Lê ji bo wê, ji bo ku ew ji vir û pêva jî nek’eve r’ewşeke weha ya pêk’enîtîyê, ez neç’ar dimînim, hinek tiştên here sade ji bo wî şirove bikim, yên ku divê her mirovek, ê ku bixwaze li ser wê mijarê biaxive, divê bizanibe, êdî ez di derbarê nivîsanidinê da nabêjim.

Min gelek caran (ne carekê, ne duduyan!) gotye, û, eger pêwîstî pê hebe, ez amade me, dîsa dubare bikim, ku k’urd li ser xaka xwe ne, û wana berê jî ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî têk’oşyane, îro jî têdik’oşin û dê ji vir û pêva jî têbik’oşin, û benda vexwendina hinekan nînin, an jî, ji wê jî zêdetir, dê senarîoyên çareserîya pirsgirêkên xwe, yên ku hinek dixazin li wan ferz dikin, nep’ejirînin. K’urd ne leşkerên k’irêkirî yên hinekan in, ne jî dagerker in, ewana li ser xaka xwe ya dagerkirî ji bo r’izgarîya wê têk’oşînê dimeşînin, û amade ne, ji bo maf û azadîya gelê xwe jîyana xwe jî gorî bikin…  

Di vê r’ewşê da, helbet, k’urd di têk’oşîna xwe da pêdivîya xwe bi piştgirîya navnet’ewî hene… Lêbelê, eger heya sedemên dinê nînbûna jî, t’enê ji bo wê siyaseta çewsandinê û t’unekirinê, ya ku r’êjîma beesî li dijî k’urdan meşandye, bes bûn, ku dewletên gewre her tişt bikirana, ji bo k’urdan ji stemk’ar û mijovdarên herêmê bip’arêzin, û ne ku ji bo p’arastina r’êjîma beesî hemû hêz û derfetên xwe bi her awahî bikirana t’evgerê…

Eger Şak’aryant’sê camêr haşpê nine, k’a r’êjîma beesîyan çi ye, wê demê, divê ew bi wê mijarê tiştekî nenivîse. Lê, eger agahîyên wî di derbarê hemû kir û kiryarên wê r’êjîmê da hene, û dîsa jî tiştên weha dinivîse, wê demê, ew bi destê xwe navê xwe di r’êza navên xizmetk’arên beesî yên Seddam û Esed û r’êjîmên wan ê xwînr’êj da dinivîse…

Û, ji bo ku zelal bibe, k’a gelo gotin di derbarê çi da ye, ez bibêjim, ku sedema  sereke ya şaş têgihîştina pirsgirêka k’urdî bi giştî û, bi t’aybet jî, r’ewşa îroyîn a Sûrîyayê, di wê da ye, ku hemû jî, ji r’ojnamegerên sade girtî heya dîplomatan, wisa li pirsgirêka k’urdî dinihêr’in, wek ku nûnerên dewletên gewre yên cîhanê, ên ku têkilîya xwe bi vî şer’î r’a hene, li hev dinihêr’in.  Ewana carna “ji bîr jî dikin” (an heya dawîyê tê nagihîjin), ku k’urd li ser xaka xwe ne û ew berî hatina hêzên derva jî li wir bûne. Ku k’urdan berî êrîşên DAÎŞê jî di vî welatî da ji bo mafên xwe têk’oşyane. Ku ji nîvmîllîon k’urdan zêdetir, ên ku hê berî bi sunî çêkirina sazîya wê dewletê (K’omara Sûrîyayê) li wir jîyane, heya  mafên xwe yên here sade nînibûne, yên ku di welatên şaristanî da heya didin p’enaberan jî, êdî ez di derbarê mafên hemwelatîyê da nabêjim. Ku dema desthilatdarîya Hafiz Esed da k’urd bi destê zorê, bi k’otekî ji cî û warên wan guhastine herêmên Sûrîyayê yên dinê, yên best û beyar û qir’ û kêrî jîyana mirov nehatine, û erebên ji wan herêman anîne di  herêmên k’urdan ên bi xêr û bêr da bi cî kirine... Bi vê yekê, ewana li ser bedena r’ojavayê K’urdistanê “kvana erebî” saz kirine, ji bo ne ku t’enê k’urdan bibişêvin (bihelînin-asîmîle  bikin), lê wisa jî xaka wan ji wan bistînin... Ku di vê “k’omarê” da têgeha “girtîyên siyasî” nîne. K’î girtine, ew bê ser û berat’e winda kirine – mirov nîne, pirsgirêk jî nînin! Û ya here  sereke, “ji bîr dikin”, ku di Sûrîyayê da desthilat di destê r’êjîma beesî da ye, ya ku hîç cudahîyek di navbera wê û r’êjîma Îraqê ya dema Seddam Huseyn da nîne... Ku ew kurtenav (BEES) wek “Partîya vejîyandina sotsîlîstî ya ereban” tê r’avekirin, û di r’astîya xwe da şêwazekî erebî yê nat’sîonal-sot’sîalîzmê ye.  

Û Beşer Esedê serekê vê r’êjîmê, xwe di pişt serokdewletê R’ûsîyayê Pûtînê camêr da vedişêre, û heya dema cerdên Xelîfeta Îslamî (DAÎŞ) êdî li ber dîwarên Şamê bûn jî, nedixwast di derbarê mafên k’urdan da tiştekî jî bibihê, yên ku, kêm an zêde, hemû gelên cîhanê êdî ji mêj va wergirtine.

Û di r’ewşeke weha da t’erefê R’ûsîyayê pêşnîyar kiribû, ku k’urd beşekî xaka xwe (kantona Efrînê) r’adestî r’êjîmê bikin, ew jî wê demê, dema hîç kesek nikare bizanibe, k’a ew r’êjîm dê dema pêş da çawa t’evbiger’e û çi bike... Û, ya dinê jî, lê, eger dem pêr’a gihîşt, û hêzên R’ûsîyayê xwe ji vira vek’işandin (Afxanistan tê bîra we?), wê demê r’ewşa k’urdan dê çawa bibe? 

Divê ji carekê va û ji bo hemû deman bê têgihîştin: k’urd beşdarî lîstikên siyasî yên dewletên gewre nabin, ewana lîstika xwe dilîzin, ya wan, şer’ê wan cuda ye, û pêwîst nake,  wan neç’ar bikin, ku ew xwe li t’erefekî bigirin. Berovajî vê, R’ojava dikare bibe qadekê, li k’u dewletên gewre dikaribûn di nava hevk’arîyê da bin, pirsgirêka k’urdî dikare R’ûsîyayê û DYA nêzîkî hev bike, ewqasî, divê ji bo ç’areserîya wê pirsgirêkê r’êyên r’ast hilbijêrin. Efrîn dikaribû bibûya xeleka nêzîkîhevkirinê, lê, sed heyf û mixabin, dema R’ûsîyayê leşkerên xwe ji wir vek’işandin, destûr da Ankarayê, ku ew asîmanê Sûrîyayê ji bo êrîşên ser Efrînê bik’ar bîne, bi wê yekê Efrîn li hember êrîşên donora sereke ya DAÎŞê – r’êjîma faşîst a T’irkîyayê bi t’ehlûkeya t’unekirinê r’a r’ûber’û ma.

Bi vî awahî R’ûsîyayê ne ku t’enê şaşîya qederî li hember k’urdên R’ojava pêk anî, lê wisa jî asûn û t’avîyên xwe di vê herêmê da lewaz kirin...

Û wisa jî divê neyê jibîrkirin, ku pirsgirêka k’urdî ne ewqasî û ne t’enê xwedî t’aybetîyên siyasî û gêostratêjîkî ye, lê her weha t’erefê wê yê mirovî û hûmanîter heye.

Ma ne, wek ku tê zanîn, hê kesekî hûmanîzm û mirovbûn betal nekirye...

Û, eger mirov li ser vî dîmenê dîrokî û bi van r’astîyan va, li nivîsa Sêrgêy Şak’aryant’s binihêr’e, hemû r’astî li ber wî vedibin. Û ew r’astî jî hema di sernivîsa vê gotarê da dikin hewar-hêwarzeyekê û derdik’evin pêş: “Dema lîstikan ji bo k’urdan jî bê  r’awesatan berbi dawîyê va dibeze: li hêlekê yên ku xwedîtîyê li wan dikin, hene, li hêla dinê – Îran, R’ûsîya, Çînistan in”, û heman bangewazî di sernvîsa sîwanî ya giştî (rubric) da r’û dide: “R’ewşa r’êal a nû ya R’ojhilata Navîn û ç’arenûsa vassalên DYA”. Lewra jî bi xwezayî li bal xwendevan pirs dertê holê: “Gelo mirov di derbarê r’ola xulamokîya k’ê da dikare bibêje – di derbarê ya wan da, yên ku bi lehengî ji bo mafên xwe ditêk’oşin, an di derbarê r’ola wan da, yên ku sparîşa siyasî ya hêzên derva pêk tînin û r’astîyan berovajî dikin?”

... Û di dawîyê da, ez van wêneyan jî pêşnîyarî bala xwendevanên hêja dikim, wek pêvekekê ji bo wî dîmenê giştî, yê ku min li jorê li ber wan r’axistibû... Her k’urdekî li r’û-hewata cîhanê, dema li wan dinihêr’e, di nav wê/wî da hestên dilkovanîyê, hêrs û nefretê hişyar dibin... Bila ew kes jî li van dîmenan binihêr’in, ên ku di dema xwe da piştgirîya wan stemk’ar û xwînxwaran kirine û îro jî dikin, bi t’aybet jî, bila ew binihêr’in, ên ku xwe didir’înin, ku bibin xulamokên wan!

 

Li şûna peynivîsarê

 

R’êjîma beesî ya Îraqê 16ê adara 1988an di Başûrê K’urdistanê da li hember bajarîyên  Helebçê çeka k’îmyewî bi k’ar anî, û ji 5000an zêdetir (anegorî hinek ç’avkanîyan – 7000) merivên bê sûc û guneh bûn gorîyên wê êrîşa hivane û barbar. Dîmenên fotoyî û vîdêoyî yên ji devera trajêdîya mirovahîyê hest û hîsên mirovên t’evahîya cîhanê  hejandin. Di cîhanê da hemûyan di derbarê wê trajêdîya gelê k’urd da diaxivîn… Hema xût wê demê wezîrê k’arên derva yê Yekîtîya Sovêtê Êdûard Şêvarnadzê li Amêrîkayê bûye, û dema r’ojnameger li ser bûyera Helebçê jê pirsîbûn, ewî gotibû, ku divê mirov hîn bikaribe ewê îzbat bike…

Kevneşopî didomin? ...

05. 05. 2018

__________________

*Ev gotar bi zimanê r’ûsî di malpera kurdistan.today da li Moskovayê hatye weşandin. Çavkanî: http://kurdistan.today/shakaryanc-upolnomochen-zayavit/

** TASS kurtenavê ajansa ragîyandinê ya fermî ya dema Sovêtê ye – bi r’ûsî, û îro jî ew hebûna xwe wek ajanseke serbixwe didomîne. Helbet, ТАСС/TASS wek kurtenav nayê wergerandin, û bi xwe ji tîpên destêkê yên nave wê ajansa ragîhandinê hatye sazkirin – Телеграфное Агентство Советского Союза, ango, Ajansa Têlêgrafî ya Yekîtîya Sovêtê. Hemû daxwîyanîyên dewleta Sovêtê yên fermî bi r’êya wê dihatin r’agîhandin, û wê demê ew r’agîhandin bi van gotinan destpêdibû: “TASS destûrmend e r’agihîne!”