Merîx û Gelawêj,merîx,û,gelawêj

Merîx û Gelawêj

Hîv û Zawe (Mercury) ji aliyê erdnigariyê ve mirî ne. Berevajî wan, Dinya, Merîx (Mars) û Gelawêj (Venus) çalak û balkêştir in

A+ A-

Em Dinyayê kêm zêde nas dikin, ji ber wê yekê wê bala me zêdetir li ser Merîx û Gelawêjê be ku ew nêziktirîn gerstêrk in ji bo Dinyayê. Ji ber wê sedemê ye ku di lêgerînên gerstêrkan de hewla herî mezin li ser van herdu gerstêrkan hatiye dan. Em ê li ser lêgerînên derdora çil-pêncî salên dawî bisekinin. Balkêşiya Merîxê ya herî ber bi çav ew e ku li gorî hin delîlan di paşeroja wê de ji bo giyanewerbûnê hawirdoreke guncan hebûye. Em keşf dikin ku îro dahî Merîx di pêşerojê de ji bo mirovahiyê dikare bibe jîngeh. Li alê din, robotên me yên lêgervan diyar dikin ku ne li Merîxê û ne jî li Gelawêjê mercên ku li Dinyayê hene derbasdar in. 

Gelo çi qewimî ku ev hersê gerstêrkên cîran bi şêweyekî dramatîk ji hev veqetiyan? Merîx û Gelawêj gerstêrkên herî birqok in. Dûrahiya nîvekîya Merîxê ji Rojê, 227 milyon kîlometire ye. Rêgeha Gelawêjê pir nêzikê daîreyê ye û dûrahiya wê ji Rojê 108 milyon kîlometre ye. Wekî Zaweyê, Gelawêj jî carinan mîna "stêrkek êvarî", carinan jî mîna "stêrkek sibeyî" xuya dike. Gelawêj ji hemû gerstêrkên din zêdetir nêzikê dinyayê dibe ku ew dûrahî qederê 40 milyon kîlometreyan e. Herwiha Merîx jî heta 56 milyon kîlometreyan nêzikê dinyayê dibe. 

Gelawêj pir birqok xuya dike, heta ku, mirov dikare bi teleskopek biçûk merheleyên wê ku dişibin hîvê bibîne. Galîleyo hemû çeşîdên merheleyên Gelawêjê da nîşanî me û vê yekê, wekî belgeya ku ew li dora Rojê dizivire, ne li dora Dinyayê, da nîşan. 

Rûyê Gelawêjê ji ber ku bi ewrên stûr dorpêçkirî ye, ji %70 ronahiya ku li Gelawêjê dide li wan ewrên stûr vedide, ev jî dibe sedema astengiyan ku ji ber wê sedemê ye ji bo lêgerînên rûyê Gelawêjê hewldaneke xebatkuj hewce ye. Her wiha hemû astengî ji bo kamerayên ku di rêgeha li dor Gelawêjê de ne jî derbasdar in. 

 

Berevajî Gelawêjê, Merîx zêdetir hêvî dide me ku em bi riya teleskopan çavdêriya wê dikin. Ev gerstêrk pir aşkera ye ku sor e (ji ber ku di nav xweliyê wê de hesin-oksîd heye). Dibe ku têkiliya Merîx û şer ku ji alê kulturên zûve hatiye kirin ji sedema rengê wê be ku sor rengê xwînê ye (di destanan de ev têkilî berbiçav e). Di dawiya sedsala 19'an de hinek astronom wisa bawer dikirin ku wan delîlên şaristaniyê li Merîxê dîtine. Di sala 1877'an de astronomekî Îtalî ku navê wî Cîgovanî Siçîparelî ye (1835-1910) ragihand ku ew dikare qanalên çilmisokî yên yekser û dirêj ku li rûyê Merîxê ne bibîne. 


 

 


Gotinên miftehî :