1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Min fêmkir Serok Barzanî
Min fêmkir Serok Barzanî,min,fêmkir,serok,barzanî

Min fêmkir Serok Barzanî

A+ A-

 

 

Bi telaq min baş fêmkir.

 

Yanî we wekî serok, wezareta pêşmergeyan, koma generalên sererd û binerd, erkên xweyî netewî bi cî anîn. Lê  îxaneta Pavel Telebanî bû sebeb ku we nikarîbû Kerkûkê biparêzin?! Heyf.

 

De baş e.

 

 Lê Şengal, Xaneqîn û deverên din? Çi ji wan deveran hat ey serok?

 

Ew dever çima bê şer ketin dest? 

 

Em dizanin li wan deveran tevan pêşmerge hebûn, general hebûn û çek jî hebûn.

Lê şer nebû.

Ji  ber çi ev dever nehatin parastin?

 

Eceb hin bazarên bi dizî li wir jî hebûn?

 

An ruhê Pavel heta wan deveran jî çû?

 

Ka qaşo cenabê te sozek dabû!

 

Ez jî wekî hemî kurdên bi rûmet matmayî me.

 

Tu dibêjî,“Lîstikek piralî hebû, me nexwest şerê navxweyî çêbibe, lema me ev dever berdan!“

 

Tu bi van gotinên xwe bi xwe dikenî kaka.

Yanî tu him referandûma serxwebûnê pêktînî û di axaftina xwe de xwe wekî beşekî Iraqê bi nav dikî?  “Şerê navxweyî“ Ev tê maneya çi?

 

Lîstika piralî!

Ma te nizanîbû ev pêngava ji bo serxwebûnê bê berdêl nabe? Te pişta xwe bi kê û çi germ dikir gava te ev biryara da û heta dawiyê li pişt sekiniyî? Ma hinekan soz dabûne te û li soza xwe qulibîn?  An te hesabên şaş kirin?

Divê tu liyaqî navê xwe tevbigerî û hesabê rast bidî gelê xwe.

 

Pirseke biçûk

 

Gelo raste ku beriya ketina Kerkûkê bi heftiyekê, berpirsê partiya we (PDK) ê Şengalê, ê bi navûdeng, qatilê şeş laşan, Kasim Şeşo bi berpirsên Haşdi Şabî re hevditin pêk anî û tavilê ji Şengalê reviya?

 

Gelo raste ku YNK ê bi Îranê re PDK ê jî bi Turkiyê re ev xiyaneta îmze kirine?

 

Ez mereq dikim, eceb bersiv li ba we hene ji bo van pirsan?

 

Yan hûn vî miletî hê wekî kerî û bê hizir dihesibînin, ku hûn çi bikin û çi bibêjin wê ji we re biserife?

 

Qebûl bike.

Hûn ketin û pîs ketin. We bi ketina xwe re xisareke mezin da tevayiya Kurdên xwedan rûmet û keramet.

 

Helbet di hin rabûnan de şikestin çêdibe. Lê ji bo ji nû ve hûn rabin ser xwe û heyfa vê ketinê hilînin, pêdivî bi analizeke rast heye. Eger hûn gunehê xwe têxin stûyê xeyrî xwe, hûn ne liyaqî rabûnêne.

 

Ji bo hûn rabin ser xwe, divê berîya her tiştekî hûn sûc û kêmasiyên xwe bibînin.

Yanî kurt û kurmancî, qebûl bikin ku hûn nikarin bi qûna mirîşkê hêka betê bikin.

 

Divê hûn aliyên xwe, ên qels, lawaz û bêkêr bibînin, da ku hûn cardin rabin ser xwe.

Hûn gunehê xwe têxin stûyê kê de jî, ev têra pakkirina ixaneta li hêvî û rûmeta gelê kurd hatiye kirin nake.

 

Qe nebe ji îro û bi şûnde zanibe.

 

1- Bêyî tifaq û yekîtiya netewî ew kare nabe.

2- Bêyî Artêşa Netewî nabe.

3- Eger artêş e, ji xwe pêdiviyê artêşan bi kîjan çek, perwerde û sîlehan heye diyar e.

4- Eger ne artêşe, wê demê terzê şerê gerila pêwîst e. Divê hêza pêşmergeyan  li wê gorê ji nû ve were  birêxistinkirin.

5- Karê neteweyekê tenê bi te û malbata te nabe.

6- Tu vana gişkan jî bikî beyî Kongreya Netewî nabe.

7- A dawî û girîng. Heta dostê te AKP û dewleta Tirka be, wê hal û ehwal jî ev be!.

 

Ibrahim Osman

[email protected]


Gotinên miftehî :