1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Mît, Newroz û Neteweperwerî -1-
Mît, Newroz û Neteweperwerî -1-,mît,newroz,û,neteweperwerî,1

Mît, Newroz û Neteweperwerî -1-

Mît û efsane, çendî ew dûrî rastiyê bin û berhemên xeyalî yên aqilên mirov bin jî, ji serdemên kevnare heta bi ya nûjen cihekî wan ê bandordar di jiyana mirovan de heye ku her wisan ew xwedî taybetiyeke avakar a nasnameya neteweyî ne jî

A+ A-

 

 

Zana Farqînî

Mît û efsane, çendî ew dûrî rastiyê bin û berhemên xeyalî yên aqilên mirov bin jî, ji serdemên kevnare heta bi ya nûjen cihekî wan ê bandordar di jiyana mirovan de heye ku her wisan ew xwedî taybetiyeke avakar a nasnameya neteweyî ne jî. Loma mîtolojî bûye warekî akademîk û gelek zanyaran der barê vê mijarê de serê xwe êşandine û berhemên zanistî nivîsandine. Bi saya berhemên ku nivîsîne zehf aliyên tarî yên dîroka mirovahiyê bi giştî û ya neteweyan ronî dikin.

 

Wek mîtek Kawa (Kawe, Gawe) û Newroz, ku di Şehnameya Firdewsî de bi dorfirehî ji wan tê behskirin, qet nebe ji destpêka sedsala 20’î de hem di warê nivîskî de hem jî di warê têkoşîna sîyasî û tevgerên ronahîdariyê yên kurdan de, cihekî wan ê berbiçav û kartêker heye. Ji qewlî Anthony D. Smith, mît tiştên aşopî ne ku xeta di navbera wê û dîrokê de bi giştî şolî ye, heta qet tune ye.[1]Lê dîsan, ji bo gelên wekî kurdan, bi gotina Erns Cassirer, mît avakarê dîrokê ne, ne ku dîrok mîtan ava dikin. Di gel vê yekê, di vê serdemê de, ji çêbûna wekî monomîtan, mîtomotor û mîtên siyasî dikare bê behskirin ku hîkariya wan li ser pêkhatina nasnameyê û aîdiyeta giştî ya girseyê heye.

 

Çendî li ser Newrozê û Kawayê Hesinkar tiştên ji hev cuda bin gotin û ew mîna hêmanên çandake hevpar a gelên arî bên dîtin jî – di gel ku agahî û zanyariyên di Şehnameyê de têkiliya wan a bi peydabûna nîjad û eslên kurdan diyar bikin jî- li gorî gelên ku Newrozê pîroz dikin, ew niha di nav kurdan de diyardeyên hîn zindîtir in û hêzeke damezirîner didin têkoşîna kurdan a ji bo rizgarbûna ji bindestiyê.

 

Mît û efsane, ji ber gelek nêzî hev in, tên tevlihevkirin. Ji ber girîngiya mîtan û tesîra wan a li ser tevgerên neteweperwer û çêkirina nasnameyên neteweyî, wek dîsîplînekê di qada akademîk de bûye xwedî cihekî xweser. Ji lew re, di serî de hewce bi pênaseya mît û cudahiya wê ya ji efsaneyê heye. 

 

Wekî her term û têgihê, mît jî bi qonaxa dem û dîrokê re ji aliyê wateyê ve guheriye û ji vî aliyî ve xwedî tewq û tebeqeyan e. Çawan ku Reinhart Koselleck dibêje “li gorî ku dixuye, her têgih gelek tewqên demî li xwe digire”[2]û bi rêwêtiya xwe ya demê re ji aliyê wateyê ve jî ew duçarî gelek wateyan bûye. Peyva mît (myth) ji peyva mythos a latîniya dereng û yewnanî ya mythosê tê ku wateyên wê yên berê çîrok, çîrçîrok û xeberoşk e. Lê bi domana demê re wateyên din lê hatine barkirin ku çendî ew berhemên xeyalî yên mirovan bin jî, ji bilî bawerkirinê ew xwedî pîrozweriyekê ne. Ji lew re, bere bere warê wê yê wateyî û pênaseya wê jî guheriye ku Raymond Williams ji bo mîtê wiha dibêje: “Di dawiya sed û pêncî sal berê, di wexta parçabûna dînê ortodoks de ketiye nav zimên û wek dijberê rasteqîneyê, dîrok û zanistê bi nirxeke neyînî hatiye bikaranîn, tevî wateyên modern ên zor ên “imagination”, “creative” û “fiction”ê bûye û bi awayekî diyar bi wateya piştî xirîstiyaniyê ji bo mînakdayîna “siruştiya mirov” û analîzkirina wê hatiye bikaranîn.”[3]

 

Mît ku ji ber hewla mirovan a şirovekirina siruşt û bûyerên siruştî, çêbûna dinya û gerdûnê, ya li ser afirandinê derketine holê, xwedî gelek aliyan in. Ew bi tenê ne li ser siruşt û bûyerên siruştî ne, berhemên xeyala mêjiyên mirovan in ku dixwazin qabiliyetên dersiruştî jî bidin mirovan û wan bikin kesên derî adet. Efsane jî çîrokên aşopî/xeyalî ne ku ji serdemên berê ve tê gotin û mijara wan jî bûyer û bûnewerên derasyî ne. Lê belê cihêtiya sereke ya di navbera mît û efsaneyê de ew e ku ji bilî pêbawebûnê, pîrozweriya mîtan jî heye.

 

Meseleya Newrozê û Kawayê Hesinkar, îro di nav kurdan û tevgera siyasî ya kurd de, du diyardeyên diyarker in ku bandor li milyonan dike û di dema 21’ê Adarê de jî çavên hemû dinyayê li ser pîrozbahiyên Newrozê ne. Ji van pîrozbahiyan jî, nemaze pîrozbahiya li Amedê ku ji hemûyên din cudatir e. Wisan bûye ku Amed û Newroz bûne yek û xwedî nasnameyeke siyasî ya hevpar. Di dîroka gelan de, bajar jî xwedî rol in ku amaje bi derbirîna gelek helwest û hêmayan (sembolan) didin û ji gelek hêlan ve han didin gel û wan motîve dikin. Amed, ku bajarekî dîrokî yê çandî ye, her wisan ji bo kurdan bi giştî bajarekî sembol ê desthilata kurd e. Amed, ne ku ji berê ve navendeke çandî û bazirganî ye ku bandor li stran û kilamên folklorîk ên kurdî kiriye, bi çalakiyên xwe yên siyasî, bi bûna navendeke polîtîk a nasname û tevgerên siyasî, bi sembolbûna xwe ya berxwedanê ya li zîndana Amedê jî nav û deng daye. Digel parçebûna cografî ya kurdan, Amed ji bo hemû kurdan nîşana fikira dahatûya desthilata kurdan e û xwedan mîtekê ye.



[1]Anthony D. Smith; Milli Kimlik(wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol 1994, r. 44.

[2]Reinhart Koselleck, Kavramlar Tarihi Politik ve Sosyal Dilin Semantiği ve Pragmatiği Üzerine Araştırmlar (Wergêr: Atilla Dirim), İletişim Yayınları (çapa 2.), Stenbol 2013, r. 92.

[3]Raymond Williams, Anahtar Sözcükler (Wergêr Savaş Kılıç), İletişim Yayınları (çapa 5.), 2012, r. 257.


Gotinên miftehî :