1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Mît, Newroz û Neteweperwerî -2-
Mît, Newroz û Neteweperwerî -2-,mît,newroz,û,neteweperwerî,2

Mît, Newroz û Neteweperwerî -2-

A+ A-

Çîrok ango hîkayeya li ser Newrozê û Kawa, ne tenê bi devkî tê gotin, bi Şehnameya Firdewsî re derbasî nivîsê bûye û qet nebe ji hezar salî zêdetir e ku bi awayekî nivîskî jî li ber destan heye. Bi saya xebata Firdewsî (ku di navbera salên 977 û 1010’an de hatiye nivîsandin), ew vegêrana (vegotina) li ser çêbûna nîjadan kurdan, derbasî çavkaniyên nivîskî yên li ser kurdan jî bûye. Loma Seccat Aydinlu di xebata xwe ya bi navê “Şahname vo Edebe Ammianeye Kordi” de, ku ew bi awayê “Firdevsi’nin Şahname’sinde Kürtler (Di Şehnameya Firdewsî de Kurd) li tirkî hatiye vegerandin, girîngiyeke zêde bi vê berhemê dide û dibêje ku “Ji bo kurdan sedemeke cihê heye ku ew nîşan dide bê ka koka nîjada kurdan ji ku hatiye.”

 

Şerefxanê Bedlîsî jî, wekî ku Firdewsî vediguhêze, di nav rûpelên Şerefnameya xwe de cih dide çîroka peydabûna neslê kurdan, ku wî ew di sala 1597’an de bi farisî nivîsandibû û li ser dîroka kurdan e.

 

Li gorî her duyan, kok û nîjada kurdan ji wan kesan pêk hatiye ku ji zilma Dehaq filitîne. Tiştê tê veguhastin ew e ku li ser her du milên hikimdarê zalim Dehaq du birîn/mar derketine, piştî lêpirsîn û lêkolînên dûr û dirêj, hekîman (tabîban) gotiye ku derman tenê mêjiyê mirovan e. Ji lew re, rojê du serên ciwanan ango xortan jê kirine û mêjiyên wan di birînan dane yan jî bi maran dane xwarin. Piştre du kesên xwedî rehm ên bi navên Ermayîl û Kermayîl wek aşpêj ketine serayê, wan rojê canê xortekî xelas kiriye û li şûna mêjiyê xortekî yê mihê tevî tevî derman kirine. Bi vî awayî, kesên ku li çiyan, li cihê asê gihîştine hev, ji wan qewmê kurd çêbûye.

 

Versiyoneke din a ku di şehnameyê de derbas dibe, meseleya Dehaq, Kawa (Gawe) û Ferîdûn e. Zalim Dehaq, Ferîdûn wek dijmin ji xwe re dibîne û dîsan şerjêkirina xortan heye ku mêjiyên wan bi ejdiyayên/marên xwe dide xwarin û ji hejdeh (18) zarokên Kawa dor hatiye ser lawê wî yê dawîn. Kawayê Hesinkar li dijî vê yekê radibe, pêşmala xwe ya hesinkariyê li serê rimê dixe, gel dide dû xwe û serdana Ferîdûn dike. Ferîdûn wê pêşmala ji çerm bi neqşên zêrîn dixemilîne, qumaşên rûm ên bi rengên sor, zer û mor pê de dike û navê alaya Gawe lê dike. Bi kurtî ku em bibêjin, piştre Dehaq tê kuştin û Ferîdûn dertê ser text.

 

Li aliyê din, hîmdar û bavê neteweperweriya kurd, şair ramanwer û fîlozof Ehmedê Xanî jî di şahkara xwe ya Mem û Zînê de, beşek ji bo cejna Newrozê veqetandiye û lehengên berhema xwe, ku Stî û Zîn bi kincên mêran û Tacdîn û Mem jî bi kincên jinan bûne, di wê roja bi nav û nîşan de, ango roja Newrozê li sehneya Cizîra Botan a navenda Mîrekiya Botan anîne pêşberî hev û ew nîşanî hev dane. 

 

Di roja Newrozê de anîna pêşberî hev a leheng û gernasên berhemê, ne tiştekî tesadifî ye, ji ber ku em dizanin Ehmedê Xanî xeberoşka Memê Alan kiriye hîm û bingeha berhema xwe ya nemir û di destana Memê Alan de her sê perî yên bi navên Tavbanû, Hîvbanû û Stêrbanû, Zînê layiqî Memê dibînin û Zînê ji ser textê wê yê li Cizîra Botan hildidin tînin ser cihê Memê. Lê di Mem û Zînê de, Ehmedê Xanî di Cejna Newrozê de, ya ku xwedî paşxaneyeke dîrokî û nîşana rizgarbûna gel a ji zilmê ye, qehremanên xwe bi hev dide naskirin û wan dildar û bengiyê hev dike. Ev jî tercîheke wî ya bi zanebûn e. Newroz hem roja hevnasîna dildaran hem jî roja cejneke milî ye.

 

Ev mijara mîtan, ku ew xwedî hêmaneke damezirîna nasnameya neteweyî ne û dîroka neteweyan jî ava dikin, di demên modern de bala zanyaran kişandiye ser xwe û ew wek yek ji hêmanên pêkhêner ên neteweyîtiyê hatine dîtin. Loma Anthony D. Smith di nav hêmanên nasnameya neteweyî de cihekî girîng bi mîtan dide. Li gorî wî pênc pîvanên netewebûnê hene: 1) welat 2) mîtên hevpar û hafizeya dîrokî 3) çanda hevpar 4) maf û wezîfeyên hevpar ên ji bo hemû ferdên civakê û 5) aboriya hevpar.

 

Eger em baş bala xwe bidin dîroka weşangeriya kurdî, ku destpêka wê dawiya sedsala 19’an e (Rojnameya Kurdistan 22 Nîsan 1898) û yên di destpêka sedeyê 20’î de em dê bibînin ku li ser meseleya Newrozê jî pir hatiye rawestandin, bal bi girîngiya wê ya ji bo dîrok, çand û nasnameya neteweyî ya kurdî hatiye kişandin û taybetiya wê ya ji bo meseleya neteweyî hatiye destnîşankirin.

 

Bi rastî jî, her çi qas mît û efsane hilberînên hêza xeyalî yên aqilê mirovan bin û hewla ravekirina çêbûna gerdûn û dinyayê bin jî, bi saya xebatên zanistî, bi temamî nebe jî hêmayên di wan de, hatine diyar û zelalkirin. Eger em ter baş di çîroka der barê Kawa de bifikirin, em dê bikarin hin tiştan zelal bikin. Wekî diyardeyên ala, rim, law û serî. Ala temsîla bav û bavikan, bi gotineke din a bav û kalan e; rim sembola hêza kolektîf, law nîşana domdariya ajar û ziriyetê, serî jî îşareta ramanê ye. Lê divê mirov li ser peyva hesin jî raweste ku di gelek xeberoşk, destan û mîtan de leheng hesinger/hesinkar in. Dibe ku hesin û hesinger jî sembola hêzê û pêkaribûnê bin.

 

Newroz û Kawa, ji bo kurdan du diyardeyên zindî yên avakar in, du têgihên wisan in ku hîn jî gel bi wan tê coş û xuroşê û di gel hemû astengiyên serdestan, ew dibin sedema çêbûna hesta aîdiyeta neteweyî. Eger ne wisan bûya navê Mazlum Dogan, ku wî li Zîndana Amedê li dijî îşkence û kiryarên rûmetşikên li ber xwe da, nedibû Kawayê Hemdem. Dîsan eger roleke Newrozê ya çêkirina hizir û ramana neteweperweriyê nebûya, di nav têkoşîna siyasî ya gelê kurd de nedibû hêma û nîşaneyeke xurtkirin û zîndikirina daxwaz û nasnameya neteweyî û wisan bi girseyî beşdariya li pîrozbahiyên Newrozê pêk nedihatin. Daxuyaniyên girîng ên diyarkirina qedera gelekî di wê rojê de, di hizûra bi milyonan de nedihatin kirin. 

 

Wekî çawan di dîroka tevgerên neteweyî de vegerîna li xwe û ya li nirxên xwe yên xwemalî diyardeyek be, di tevgera neteweyî ya derengmayî ya kurdan de jî, ew qewam û rûdan dixuyên. Ziman, çand, kesatiyên dîrokî û mîtên hevpar ên gel dibin nîşana xurtbûn û morala têkoşînê. Camekana(vîtrîna) gelan bi wan nirxên manewî dagirtî ne ku ew ji bo pêkanîna civaka dahatûyê, pergala aşopîkirî hêvîder in û hîn jî mît dîroka gelan ava dikin.

 

 

 

 

 

Çavkanî

Aydinlu, Seccat, Firdevsi’nin Şahname’sinde Kürtler (Wergêr: Erkan Çardakçı), Avesta, Stenbol 2012.

Bedlîsî, Şerefxanê, Şerefname (Wergêr: Ziya Avci), Avesta (çapa 3.), Stenbol 2007.

Firdevsi; Şehname I (Wergêr: Necatî Lugal& Kenan Akyüz), Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları, Stenbol 1956.

Koselleck, Reinhart, Kavramlar Tarihi Politik ve Sosyal Dilin Semantiği ve Pragmatiği Üzerine Araştırmlar (Wergêr: Atilla Dirim), İletişim Yayınları (çapa 2.), Stenbol 2013.

Smith, Anthony D., Milli Kimlik (Wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol 1994.

Williams, Raymond, Anahtar Sözcükler (Wergêr: Savaş Kılıç), İletişim Yayınları (çapa 5.), Stenbol 2012.

Xanî, Ehmedê, Mem û Zîn (Wergêrê tîpên latînî û kurdiya xwerû M. Emîn Bozarslan), Weşanên Deng (çapa 2.), Stenbol 2005. 

 

 

 Anthony D. Smith; Milli Kimlik (wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol 1994, r. 44.

 Reinhart Koselleck, Kavramlar Tarihi Politik ve Sosyal Dilin Semantiği ve Pragmatiği Üzerine Araştırmlar (Wergêr: Atilla Dirim), İletişim Yayınları (çapa 2.), Stenbol 2013, r. 92.

 Raymond Williams, Anahtar Sözcükler (Wergêr Savaş Kılıç), İletişim Yayınları (çapa 5.), 2012, r. 257.

 Seccat Aydinlu, Firdevsi’nin Şahname’sinde Kürtler (Wergêr: Erkan Çardakçı), Avesta, Stenbol 2012, r. 14.

 Ji bo agahiyên berfireh bnr Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname (Wergêr: Ziya Avci), Avesta (çapa 3.), Stenbol 2007, r. 99-101.

 Firdevsi, Şehname I (Wergêr: Necatî Lugal& Kenan Akyüz), Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları, Stenbol 1956,  r. 76-77. 

 Ehmedê Xan, Mem û Zîn (Wergêrê tîpên latînî û kurdiya xwerû M. Emîn Bozarslan), Weşanên Deng (çapa 2.), Stenbol 2005, r. 220 - 222.

 Anthony D. Smith, h.b., r. 31-32.


Gotinên miftehî :