1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. NAVÊ ZEL Û WATEYA WÊ
NAVÊ ZEL Û WATEYA WÊ,navê,zel,û,wateya,wê

NAVÊ ZEL Û WATEYA WÊ

A+ A-

 

Mordem Zel

 

ÇIYAYÊ ZEL

 

Çiyayê Zel, yek ji çiyayên herî bi heybet ê Dêrsimê ye. Li ser rêya Dêrsim û Pilemûriyê ye. Bi qasî 20 km'yan ji navenda Dêrsimê dûr e. Dikeve bakurê Newala Qutî de û bi qasî 13 km'yan nêzîkê navçeya Qislê ye.

 

Li Dêrsimê, bi zaraveya Kirmançkî jê re Koyê Jel tê gotin. Weke gelek navên cih û warên Kurdistanê navê Zel jî bi demê re guheriye bûye Jel.

 

Di nav mîtolojiyên Dêrsimê de pîrozgeha herî bi qedr û qîmet Ziyaretgaha Bawa Dûzgin (Şah Haydar) e. Dêrsimî, bi navê Bawa Dûzgin sond dixwin. Ev sond, ji bo wan sonda herî mezin e. Çiyayê Zel jî navê xwe ji navê xwişka Bawa Dûzgin digire. Zel, ji sê xwişkên Bawa Dûzgin ya herî mezin e.

Tê bawerkirin ku çiyayê Zel ji bo hemû zindiyan wek parêzgehekê ye.

 

Çiya, ji erdê 2300 metreyan bilindtir e. Ji lutkeya çiyayê Zel; Newala Rojê, çiyayê Bawa Dûzgin, çiyayê Silbûsê weke di nav destên mirovî de xuya dikin.

 

Çûn û hatina çiyê di aliyê gundê Roşnagê de bi hilkişînê pêkan e. Çiyayê Zel û gundê Roşnagê bi qasî kîlometreyekê nêzîkê hev in.

Li jêrê çiyê, berpaleyek heye jê re çiyayê Zelê biçûk tê gotin.

 

Navbera Zelê biçûk û ava çemê Minzûrê bi qasî 500-600 metreyan heye.

 

Çiya, ji gelek serpêhatiyên lehengî û mêrxasiyan re şahidî kiriye. Lewra jî wek parêzgeh tê hesibandin.

 

Di serpêhatiyeke de ji bo Kulîlka Zel weha hatiye gotin:

 

"Ji nîşkê ve min ew dît!

Sor bûn, soreke sosret, soreke nedîtî bûn.

Ne bi rengê xwînê û ne bi rengê agir bûn.

Bi xemla xwe Beybûn û Binevşan şermîn derdixistin.

Bedewiyeke bêhed û bêhesab bû, ketibû nav xwezayê...

Dibe ku emrê wê zêdetirî hefteyek nebe lê hezar hestên watedar kire nav dilê min.."

 

KULÎLKA ZEL

 

Kulîlka Zel û çiyayê Zel wekî destgirtiyê hev in. Bi destpêka biharê re bi heybetiya xwe çiya û xwezayê dixemilînin. Ji bilî rengê sorgulî hin cûreyên wê yên bi rengên Zer û Spî jî hene. Taybetmendiya wê ya herî watedar ew e ku, ji hestên evîndaran re bûye bersiv û heskiriyan bi hev şad dike.

 

KURDÊN ZÎLANÎ Û BAJARÊN WAN

 

Kurdên Zîlanî, di dema kevnar û qedîm de gelek bajar ava kirine. Yek ji van bajaran bajarê Yozgatê ye ku navê wî yê kevn Zela ye.

 

Dîsa yek ji van bajaran, navçeya Tokatê Zîle ye. Bajarê Amasyayê jî bajarekî kurdên Zîlanî ye û navê xwe ji Av û Masî digire.

 

Li Semsûrê jî kaniyekî heye jê re Kaniya Zelê dibêjin.

 

Di heman demê de Zel navê xwedawendekî parastinê ye ku ew xwedawendê Kurdên Zîlanî ye.


Gotinên miftehî :